4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Xarpêtê berdana 6 girtiyan asteng kirin

Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 a Xarpêtê berdana 6 girtiyan bi angaşta "ne di rewşeke baş de ne" tê astengkirin.

Zextên li girtîgehan û astengkirina berdana girtiyên ku cezayê wan qediyane  didome. Li gorî nûçeya  ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) daye, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Xarpêtê berdana 6 girtiyan, bi angaşta “ne di rewşeke baş de ne” ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve tê astengkirin. Berdana Fendî Yîgît 3 caran û her carê 6 mehan, ya Emrah Kandemîr û Serdar Şîtîlay du caran û her carê 6 meh, ya Sadik Aslan carekê ji bo 6 mehan û ya Suphî Guler û Emrah Akyol jî carekê ji bo 3 mehan hat taloqkirin.

Sadik Aslan ku ji sala 2006’an ve girtiye û di meha gulanê de berdana wî 6 mehan hat taloqkirin, diviyabû di 14’ê mijdarê de bihata berdan. Lê belê Lijneya Îdare û Çavdêriyê, di 14’ê Mijdarê de berdana Aslan 3 mehên din jî taloq kir. Lijneyê di biryara xwe de diyar kir ku Aslan “di hevdîtina psîko-sosyal de pirsên nirxandinê nebersivandiye û sirf ji bo lênûska nirxandinê tije bike hevdîtin kiriye.”

Di biryarê de hat îdiakirin ku Aslan pirsên der barê “jinûve daxilî nava sûc û amadebûna wî ya ji bo yekpareyiya bi civakê re” de nebersivandiye û li gor pîvanên ewlehiyê yên ku girtîgehê ew danîne tevnegeriyaye.

Malbata Aslan ji bo pêşwazîkirinê çûbû ber girtîgehê. Xwişka Aslan, Yuksel Acerê got: “Cezayên wan qediyaye, lê dîsa jî ceza li wan dibirin. Diviyabû di 14’ê mehê de bihata berdan. Em jî ji bo vê çûn ber girtîgehê, lê ew bernedan. Ev rêbazeke derûniyê ye ku li ser malbatan û girtiyan pêk tînin. Tiştekî kêfî ye.”