6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îsraîl û Hemasê li ser agirbesta 4 rojan li hev kir

Li gorî medya Îsraîlê, artêşa Îsraîlê peymana pevguhertina dîlan ya bi Hemasê re pejirandiye û li gorî wê peymanê dê Hemasê 50 dîlên israîlî û Israîlê jî 150 girtiyên filistînî berde

Li gorî medya Îsraîlê, duh bi şev Hemas û Îsraîlê ji bo pevguhertina dîlan lihevkiriye, gorî lihevkirinê wê Artêşa Îsraîlê 4 rojan êrişên xwe yên li ser Xezayê rawestîne. Tê gotin hemberî vê yekê jî wê Hamas 50 dîlên Îsraîlê berde.

Heman çavkaniyê ragihand ku wê Îsraîl jî zêdetirî 150 Filistîniyên di girtîgehan de berde ku piraniya wan jin û zarokin.

Herwiha li gorî lihevkirinê wê rêxistina Xaça Sor ya navnetewî bikaribe xwe bigihîne dîlên din yên Îsraîlî ên di destê Hamasê de.

Li gorî Hikumeta Îsraîlê 239 dîl piştî êrişa 7’ê Cotmehê ya Hemasê ketine destê Hamasê de.

Heya niha nayê zanîn wê ev peyman û agirbest kengê bikeve meriyetê.