17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Suryaniyan azadiya Abdullah Ocalan xwestin

Meclîsa Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) diyar kir ku rejîma Tirk a ku edalet, hiqûq û mafên mirovan binpê dike, weke sûcekî li dijî mirovahiyê tecrîdê li gel peymanên navneteweyî jî bi rêk û pêk dike û bang li gelan kir ku li hemberî vê yekê hişyar bin

Meclîsa Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) ku rêxistina sîwanî ya Suryaniyan e, li Komeleya Suryaniyan a li bajarê Turgi yê Swîsreyê têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Semîr Gurco daxuyanî xwend û bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in dîlgirtî ye û 33 meh in jî bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin.

Gurco got, “Bi navê saziyên gelê Suryanî-Asûrî-Keldanî-Aramî ji bo bala raya giştî ya navneteweyî, nûnerên saziyên çapemeniyê, rêxistinên mafên mirovan û welatên Ewropayê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan me ji xw ere wezîfe dît ku vê daxuyaniyê bidin. Birêz Abdullah Ocalan nêzî 25 sal in li girava Îmraliyê dîlgirtî ye. Bi tena serê xwe li hucreyê tê hiştin û du sal û nîv e jî di nava tecrîdeke giran de ji mafên xwe yên hiqûqî û mirovî bêpar hatiye hiştin. Du sal û nîv e parêzer û malbata wî li gel serlêdanan jî nikare agahiyê jê werbigirin.”

Rejîma nijadperest

Gurco diyar kir, li Tirkiyeyê ku bi rejîma yek şexsî tê birêvebirin, li hemû girtîgehan mafên mirovan têne binpêkirin, girtiyên nexweş ji mirinê re têne hiştin û got, “Hikumeta AKP-MHP’ê ya bi serokatiya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan 100 sal in polîtîkaya cudakirin û tecrîdê ya li ser gelan, muxalîfan, beşên demokratîk ên civakê, rewşenbîr û mirovên pêşverû, dewam dike. Komara Tirkiyeyê ji damezrandinê û vir ve di nava 100 salan de siyaseteke nijadperest, olperest û yekperest meşand, bi vî rengî mirovên ji baweriyên Xiristiyan, Êzidî, Elewî, ji mezheb û olên cuda timî kir hedef, bi zextê hewl da bi temamî tune bike. Li dijî nasnameyên etnîkî planeke asîmîlasyonê ya ji bo înkar û tunekirinê diyar kir û her hikumetê xwe berpirsyar dît ku vê bernameya li derveyî mirovahiyê bi cih bîne.”

Tundî buye amûrê bingehîn

Gurco ragihand ku ji bo tepisandina civakê, tunekirina azadî û mafên mirovan tundî bûye amûra bingehîn a dewlet û hikumetan û got, “Hikumeta AKP-MHP’ê salên dawî zêde giranî da ser rêbazên zext û tundiyê. Li girtîgehan, di binê çavan de û li gelek qadên jiyanê êşkence li mirovan tê kirin. Edalet, hiqûq û mafên mirovan hatine binpêkirin. Rejîma Tirk tevî ku sûcekî li dijî mirovahiyê ye tecrîd û êşkenceyê bi binpêkirina peymanên navneteweyî bi rêk û pêk dewam dike. Tecrîda bi rêk û pêk a ku hikumeta AKP-MHP’ê li ser Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ferz dike, raya giştî ya demokratîk a li Tirkiyeyê jî dixe nava fikaran. Ev siyaset li ser tevahiya civakê tê ferzkirin û ji bo her kes bêdeng bibe zext tê zêdekirin. Mirov ji ber ku fikrê xwe bilê dikin, ji ber ku rastiyê diparêzin li hiqûqa dijminatiyê rast tên. Rojnamevan, siyasetmedarên li ber tecrîdê radibin yekser têne girtin û hewl didin ku wan bêdeng bikin. Rêveberiya heyî ya Komara Tirkiyeyê li herêmê şerekî taybet û leşkerî dimeşîne. Civak, karsaz û aktîvîstên muxalîf bi rêya çete û komên mafya bi kuştinê têne tehdîtkirin. Tevî leşker, polîs û dadgehan her wiha komên cîhadîst ên ji Sûriye, Efganistan û li nava Tirkiyeyê têne birêxistinkirin, di operasyonan û karên qirêj de têne bikaranîn. Siyaseta tecrîdê li dijî tevahiya civakê bi amûrên cuda tê bicihanîn. Lewma tecrîda li Îmraliyê her kesên alîgirê demomkrasiyê eleqedar dike.

Ocalan ji Îmraliyê derxin

Ji ber vê yekê em dixwazin ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn kiryarên antî demokratîk û tecrîd ji holê bêne rakirin, maf û azadî ji bo her mirovî bê naskirin. Em bang li raya giştî ya cîhanê û welatên Ewropayê dikin ku ji bo mafên mirovan bikevin nava liv û tevgerê, ji bo dawî li tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan bê anîn helwestê li hemberî hikumeta AKP-MHP’ê nîşan bidin. Weke saziyên gelê xwe li dijî tecrîdê em bang li her kesî dikin ku têkoşîna hevpar û piştevaniyê xurt bikin.”

Gurco di dawiya daxuyaniyê de daxwazên xwe anî ziman:

– Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin, destûr bê dayin ku malbat û parêzer hevdîtinê pê re bikin.

– Derfet bêne afirandin ku karibe fikrên xwe bigihîne raya giştî.

– Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî û etnîkî yên li Tirkiyeyê karibe hevdîtinê bi nûnerên hikumetê re bike.

– Ji bo şert û mercên