spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi qedexeyan rastî nayê guhertin

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Di 28’ê sibata 1986’an de serokwezîrê Swêdê Olof Palme li Stockholmê di encama êrîşekê de hat kuştin. Li ser hewldanên Tirkiye û daxwaza hikûmetê Parlamentoya Almanyayê di 26’ê mijdara 1993’yan de biryara qedexekirina xebatên PKK’ê da.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di despêka salên 80’î de li Ewropayê dest bi xebatê kir. Ji ber ku di wan salan de weke tevger ne dihat naskirin welatên Ewropa zêde girîngî nedidan xebatên wê. Bi pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an ve ne tenê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li seranserî cîhanê navê PKK’ê hat bihîstin. Welatên Ewropayê di çarçoveya Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur-NATO de li dijî tevgera Apoyî piştgirî dan dewleta tirk a dagirker. Di nav salan de li ser zextên dewleta tirk ev hevkarî her ku çû kurtir bû.

Di 28’ê sibata 1986’an de serokwezîrê Swêdê Olof Palme li Stockholmê di encama êrîşekê de hat kuştin. Wê demê bêyî ku bûyer bê lêkolînkirin, dewleta tirk û hevkarên wê yekser sûc avêtin ser PKK’ê û dest bi propagandeyek reş kirin. Bi xebatên dîplomatîk jî xwestin bandorê li meqamên vî welatî bikin. Li ser vê yekê, di havîna heman salê de, rêxistinên îstîxbaratê yên dewletên Ewropayê li hev civiyan. Yekem rojava civînê xebatên PKK’ê yên li Ewropayê bûn. Di encama nîqaşên dûr û dirêj de li seranserî Ewropayê “Lêpirsîna PKK’ê” hat despêkirin.

Piştî vê biyarê bi salekê di çarçoveya lêpirsînê de “Rewşa Awarte” hat ragihandin. Li ser zextên dewleta tirk û hin welatên ku piştgiriyê didin wê beşdarên civînê biryara berfirehkirina dozê dan. Ji ber ku wê demê maseya Tirkiyeyê ya NATO’yê li Almanyayê bû, ev erk jî dan vî welatî. Di encama vê biryarê de li parzemîna Ewropayê bi delîk û îdiayên nerast lêpirsîna li ser PKK’ê hat berfirehkirin. Di encama xebatek dûr û dirêj û belgeyên çêkirî de, di despêka sala 1988’an li Almanyayê dest bi girtinan hat kirin. Ji ber vê doza gelek kes bi awayekî derqanûnî hatin darizandin gelek kesan ji wan ceza girt û hatin girtin.

Li Ewropayê dijberiya li hemberî PKK’ê bi vê jî sînordar nema. Li ser daxwaza hikûmetê Parlamentoya Almanyayê di 26’ê mijdara 1993’yan de biryara qedexekirina xebatên PKK’ê da. Bi vê biryarê re PKK’ê li Almanyayê ket nav lîsteya “rêxistinên qedexekirî.” Bi vê biryarê ne tenê Tevgera Azadiya Kurdistanê hebûn û têkoşîna gelê kurd jî hat înkarkirin. Ev biyara ku li gorî berjewendiyên siyasî yên di navbera dewletên Ewropayê de hat dayîn, bi salane dewam dike. Li ser haman mijarê dozek li Dadgeha Federal a Brukselê jî dihat dîtin. Dadgehê di sala 2019’an de biryara xwe aşkera kir û diyar kir ku PKK ne rêxistinek sûc e.

Ji bo ne tenê li welatekî li seranserî Yekitiya Ewropayê qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin demek dirêje bi piştevaniya sazî û rêxistinên kurd têkoşînek tê meşandin. Di qada navneteweyî de jî gelek sazî û kesayetên naskirî piştgiriya vê têkoşînê dikin. Di 30’emîn salvegera qexeya li ser PKK’ê de kurd û dostên wan li paytexta Almanya li Berlînê çalakiyek bi heybet li darxistin.

Di vê çalakiyê de derket holê ku biryarên siyasî yên li ser îradeya gelan tên ferzkirin, bi xwe re ne tenê qedexeyan înkarê jî tînin. Ji ber qedexekirina xebatên PKK’ê yên li Yekitiya Ewropayê îro li hemberî sûcên şer ên dewleta tirk bêdeniyek mezin heye. Dewleta tirk a dagirker ji bo welatên Ewropayê biryara xwe ya qedexeyê bidomînin çi ji destê wê tê dike. Li hemberî vê siyaseta înkarê û dozên li gorî berjewendiyên serdesta civak nerehet e. Wek di çalakiya li Berlînê de hat dîtin ne tenê kurd ji qada navneteweyî de jî gelek kes li himberî vê biryara neheqiyê li têkoşîna gelê kurd dike nerehetin û dixwazin demildest ev bê sererastkirin. Têkoşîna gelan a hevpar di vê mijarê de xwedî rolek girîng e.

Dewletên serdest hewl didin bi qedexeya rastiyê berovajî bikin. Qedexeya li ser PKK’ê jî wisa ye. PKK tevgerek xwedî nirx û girîng e. Di têkoşîna xwe ya zêdetirî 50 salî de ji bo azadiya gelan bedelên mezin daye. Di vê rêwîtiya bi zor û zahmet de tevî hemû cure êrîşan jî wê ji hebûn û exlaqê xwe qet tawîz nedaye. Ger îro li seranserî cîhanê bi milyonan kes perweriya vê tevgerê dikin ev bi saya sekn û têkoşîna wê mafdar e. Lê welatên serdest ên ku îro xwe dispêrin modernîteya kapîtalîst ji bo vê rastiyê berovajî bikin çi ji destê wan tê dikin. Bi senaryoyên çêkirî, belgeyên li pişt perdeyên veşaratî hatine amadekirin û îdîayên nerast dixwazin PKK’ê ji xeta wê ya azadiyê, ji nasnameya wê ya şoreşgeriyê dûr bixin û weke “rêxistinek sûc” bidin nasandin.

Tevgera Azadiya Kurdistanê ku bi pêşengiya Rêber Apo mezin bû, îro bi saya hezaran şehîdên ji çar aliyên cihanê bûye gerdûnî. Daxwaz û hêviya gelên ku li çar aliyên cîhanê ew e ku ev doza mafdar weke heq dike bê destgirtin û nasîn. Bi înkar û qedexeya rastî nayê guhertin. Divê bê zanîn ku taybetmendiyek rastiyan heye ku zû an jî dereng  derdikevin holê. Êdî rastiya PKK’ê jî bi xwedî derketina milyonan kesî derketiye holê. Ji ber vê yekê divê bê zanîn ku hewldanên înkara li ser PKK’ê êdî pere nake. Ya rast ew e ku hebûna vê hêza şoreşgerî demildest were qebûlkirin û li gorî wê nêzîkatî jê re were raber kirin.