6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin pêşeng bûn dê dîsa pêşeng bin

Nivîskar û lêkolîner Fatma Îzol di lêgerîna şopên jinan a Girê Miraza de diyar kir ku di panteonên baweriyê de hemû jin in û wiha got: “Beriya zayinê pêşengtî û rêveberî di destê jinê de ye. Di panteonên baweriyê de berê mêr tune bûn. Piştre mêr cih ji wan stendiye û rol guheriye.”

Nivîskar û lêkolîner Fatma Îzol li ser pirtûka “Ji Xwedavendiyê heta Xwedanê Kurd” diyar kir ku beriya her tiştî wê ev xebat li ser perspektifa jinên kurd a “Jin Jiyan Azadî” amade kiriye û wiha got: “Min beşa “Nexwe Girê Miraza Mabeda Jinan e?” ya pirtûka “Ji Xwedavendiyê heta Xwedanê Kurd” min li ser perspektifa “Jin jiyan Azadî” amade kir. Perspektifa “Jin jiyan azadî” bûye armanc û felsefe. Lêkolîna diroka jinan li ser Girê Miraza pir aşkere xuya dibe. Di Girê Miraza de li her derê şopa jinê heye. Li Girê Miraza jinek heye. Bawermenda Kurdan e. Sema digerîne. Dema sema digerîne, li dora xwe zanînekê jî ava dike. Tenê însan nawelidîne. Kozmozê diwelidîne. Girê Miraza di erdnîgariya Aryeyan de derketiye holê. Li ser erdnîgariyekê dîrokek derkeve, ew dîrok rastiya wî gelî û civakê nîşan dide.”

Lêkolîner Îzol anî ziman ku berê li ser girê Miraza darek hebû û wiha gala darê kir: “Jinên kurd diçûn benik, bi şaxê darê ve girê didan û daxwazên xwe dianîn ziman. Piştî kolandina wî girî mabedek derket. Ev mabed jî Girê Miraza ye. Arkeologên li vir bi salan xebat kirine, diyar dikin ku li vir 2 sêl hene. Dibêje; ‘Di van sêlan de zayendên cuda hene. Yek jin e û yek mêr e. Di stûyê sêlekê de wekî tîpa T heye ew sembola jinê ye, di stuyê sêlekê de jî wêneyekî ga heye û ew jî sembola mêr e. Wekî ew 2 sêl bi destê hev digirin.’ Fikrê vî arkelogî hinekî teza me xurt dike. Em dibînin ku li vir jiyanek wekhev heye. Arkeolog destnişan dike ku li ser van sêlan wêneyên sewalên mejî heye. Min ev şopand. Min dît ku şêr, piling, mar û wekî wan li şûnwarê Çatalhoyuk hatiye dîtin. Li vir peykerek derdikeve. Ev peykerê Kîbele ye. Ev xwedavenda Aryenî ye. Kîbele bi zaravayê kirmancki Koyê Bela ye. Yanî Xwedayê Çiya. Wê demê ji jinan re jî gotine xweda, ji mêr re jî gotine xweda. Ji ber vê yekê dema mirov li ser dîroka jinan lêkolîn dike, mirov zahmetiyê dijî. Jina ku li ser felsefeya “Jin jiyan azadî” lêkolîn dike, di ferqa rastiya dîrokê de ye. Em dibînin ku ev sewalên bejî di bin çengê jinê de ye û parastina jinê (Kîbele) dike. Li dora stûyê wê mar heye. Li ser milê wê kew heye. Ev sewalên bejî parastin û hevaltiya jinê dikin. Hin caran Xezal li tenişta jinê ye û hevaltiyê dike. Eger di Girê Mirazan de li ser wan sêlan ew sewalên bejî hebin, wê demê ew hemû sêl jin in. Ji ber ku sewal parastina jinê dikin.”

Panteonên baweriyê cihê jinan e

Fatma Îzal, destnîşan dike ku beriya Zayînê dibînin ku pêşengî di destê jinê de ye û wiha qala lêkolînê kir: Di mêr de pêşengî û serokatî tune ye. Di Panteonên baweriyê de mêr tunene. Hemû jin in û ji wan re dibêjin Pîr. Niha em li baweriya elewiyan dinerin, em dibînin ku mêr hemû bûne pîr. Rol hatiye guhertin. Hezar sal mêr bûne xwedî hêz. Piştî bûne xwedî hêz hêdî hêdî di nava vê panteona jinan de cih girtine û rol ji jinê stendiye. Ji bo di panteonê de cih bigirin, mêran xwe hadim kirine û kirine jin. Xwe kirine jin û ketine nava jinên panteonê. Mêr jî li vir xwe kiriye pîr. Piştî vê rewşê mêr hêdî hêdî maqamê jinê jê stendiye û bûye meqamê mêran.”

Şopa Girê Miraza didome

Îzol, da zanîn ku şopa baweriya Girê Mirazan di baweriya  Êzdatiyê de dibînin. Eger îro DAIŞ di serî de êrîşî baweriya Êzdatiyê dike û li ser Êzidiyan qirkirinê pêk tîne ji ber vê baweriyê ye. Baweriya êzidatiyê hêza xwe ji dîroka Mabedên Girê Miraza digire. Niha em dinerin di hemû baweriyan de Waftîz ji aliyê mêran ve çêdibe. Lê di baweriya êzidatiyê de waftîz ji aliyê jinan ve pêk tê. Niha jî dema zarokên kurdan çêdibin, jin hemû zarokên kurdan waftîz dikin. Di welidînin. Dîroka vê yekê heta dîroka Girê Miraza diçe. Koka vê dîrokê heta Girê Miraza diçe.

Jinên êzidî rêber in

Îzol, li ser xebatên zanistê jî rawestiya û wiha wiha pêde çû: “Zanist dema li ser mijarekê xebatê dike, tenê li ser aliyekî xebatê nake. Li ser pir aliyan xebatan dike. Îro li ser bedena jinên êzidî Deq hene. Ew deqana sembol in. Em pir seranser nêzî van deqan dibin. Lê ev deqana wekî pirtûkeke oldariyê li ser bedena mirovan kolandine. Ya herî girîng jî li ser bedena jinan kolandine. Neqişandine û heta îro anîne. Her deqek rolek xwe heye. Dibêjin deq li ser bedena her jina kurd heye. Ne wisa ye. Tenê li ser bedena jinên êzidî deq hene. Ji ber ku ev jinên êzidî di aliyê baweriyê de rêber û Serok in. Vê baweriyê belav dikin û mezin dikin. Wekî pêxemberên wê baweriyê ne.”

Jin di 12 ilman de pêşeng in

Lêkolîner Fatma Îzol li ser pêşengiya jinan a di ilm de jî rawestiya û ev agahî dan: “Li erdnîgariya Arî jinên Amazon derdikevin. Min li ser vê gotina “Amazon” jî lêkolîn kir. Amazon bi kurdî ye. A-Ma-Zon. Yanî Generalên Xwedavandan. A: Aîdîyet e. Ma: Dayik e. Zon: Jin, artêş an jî general in. Ev jin ji fermandarên mezin re bûne şewirmend. Ev Jin di aliyê matematîk, felsefe, bawerî, astrolojî, astronomiyê de, di 12 ilman de pêşeng in. Hemû zanyar in. Dema em li jiyana van pêxemberê dawî dinerin. Em dibînin her pêxemberek mamosteya wî jin e. Hz. Mumamed mamosteya wî Hz. Hatîce ye. Hz. Îsa mamosteya wî Hz. Meryem e. Mamosteya Hz. Îbrahîm jî mamosteya wî Hz. Sara ye.”

Îzol anî ziman ku fîlozofê mezin ê Kurdan Abdullah Ocalan dibêje Mîtraîz tiştekî balkêş e û wiha lê zêde kir: “Dibêje li ser bixebitin. Ez jî li ser wê xebitîm. Min got çima ew qas balkêş e. Ji ber ku rola jinan li ser vê baweriyê pir zêde ye. Ev mijarana pir girîng in. Divê em bi saetan li ser wan rawestin û vebêjin.”

Êzidîtî kirine baweriya mêran

Îzol, da zanîn ku pirtûka wê ji 6 beşan pêk tê û wiha got: Beşek tenê li ser Girê Mirazan e. Beşek li ser baweriya êzidîtiyê ye. Beşek li ser Deqê ye. Baweriyek li ser Împaratoriya Kurdan a Hîtîtan e. Di împaratoriya Kurd a Hîtîtan de jinan pêşengî kirine. Kes naxwaze ev rastî derkeve holê. Min li ser van jinan lêkolîn kiriye. Mijarek pir berfireh e. Ez dixwazim mînakek bidim. Mînak Haypatya murîdek kurdan e. Mûrîdeke Aryenîk e. Baweriya wê li dora Êzidîtiyê berfireh dibe. Îro naveroka Êzidîtî guhertine. Kirine baweriya mêran. Lê di rastiya dîrokê de ne wisa ye. Niha ez lêkolîna dîroka alternatif dikim. Niha hin mirovên li ser zanistê lêkolîn dikin. Ji xwe re dibêjin ‘Em zanyar in’. Tenê komî dikin û dizeliqînin û pirtûkan dinivîsin. Dema em van pirtûkan jî dixwînin, em di van pirtûkan de jî dibînin ku şopa jinê di dîrokê de heye. Em dibînin ku dîrok li dora jinê pêş ketiye.”

Fatma Îzol, li ser rola jinê ya dîrokê jî rawestiya û wiha axivî. “Jin di dîrokê de rolek pir girîng dane ser xwe. Îro jî rolek pir mezin û girîng digirin ser milê xwe. Mînak li Kobanê jinên leheng li ser mêrên DAIŞ’ê bûn tirsek mezin. Bi vîn û canê xwe, xwe li dijî DAIŞ’ê kirin sîper. Ez dixwazim vê pirtûka xwe diyarî hemû jinên cîhanê yên ku bedena xwe biparêzin, azadiya xwe biparêzin bikim. Ez dixwazin diyarî jinên li dijî zordestî, bindestî, talankirinê û înkarê têkoşîyane û bedena xwe kirine sîper dikim.

Di dîroka Girê Miraza de em dibînin ku pêşeng jin e. Di sedsala niha de jî em dibêjin dê jin bibin pêşeng û serkêşiya civakê bikin. Jin dê li ser vê erdnîgariyê bibin serkêş. Mamosteyê mezin felsefeya “Jin Jiyan Azadî” daye pêşiya jinan. Ji ber vê yekê, jin dê li ser vê erdnîgariyê dîsa bibin pêşeng û serkêş.”

Çareserî Demokrasiya Radîkal e 

Îzol li ser têkoşîna li dijî tundiyê jî rawestiya û wiha aixvî: “5 hezar sal in mêr jî hatiye guherandin, jin jî hatiye guherandin. Niha jin jî wekî mêran difikirin. Dema erk û hêzekê dixin destê xwe, nizanin dê çawa bikar bînin. Ev jî balkêş e. Lê îro perspektifek gelek mezin li pêş jinan e. Ev perspektîf bi navê Demokrasiya Wekheviya Radîkal (Radîkal Eşîtlîkçî Demokrasî) ye. Li gorî vê perspektifê divê jin û mêr wek hev be. Ne jin li pêş be, ne jî mêr li pêş be. Eger em vê felsefeyê baş fam nekin û yek li pêş yê din be, dê dîsa pirsgirêk derkevin. Divê her kes wek hev be û em vê felseyefê baş fam bikin. Em li gorî vê felsefeyê zagonekê çêkin, dê hem mêr û hem jî jin dê karibin azad bi hevre bijîn. Eger jin û mêr jiyana xwe bi hevre bidomînin, divê vê perspektifê esas bigirin. Eger vê perspektifê esas negirin dê jiyana bi hevre zêde dirêj berdewam nekin. Divê em jin li ser vê yekê pir niqaş bikin û pêş bixin. Divê em li ser vê xalê perwerdeyê pêş bixin.”

Ji bo her tiştî wekhevî lazim e

Îzol bibîr xist ku pêwiste wekheviya di nava mêr û jinê de di nava xweza û mirov de jî hebe û wiha bi dawî kir: “Ev mijar ango felsefe tenê li ser jin û mêr divê bi sînor nemînin. Divê wekheviya di navbera jin û mêr, wekheviya di navbera mirov û axê, mirov û avê, mirov û xwezayê de pêş bikeve. Jiyana me di nava êşê de derbas bû. Eger em naxwazin jiyana me di nava êşê de derbas bibe. Kijan bawerî, milet û reng dimbe bila bibe, divê van xalan û felsefeyê esas bigire. Eger em van xalan û felsefeyê esas negirin, dê zarokên me jî jiyana wan bi êş derbas bibin.

Eger ki dibe bila bibe eger dixwazin zarokên wan êşê nejî divê li gori felsefeyê tev bigerin. Her xal di nava jiyanê de giredayî xalek din e. Eger îro em bi hevre çayekê vexwin, bi axivin perwerde ye. Îro jin derkevin kolanê perwerde ye. Jin di aliyê jineolojî de perwerde bidin ew perwerde ye. Eger îro em bi bav, kalik û malbatê re diyalogê pêş bixin ew perwerde ye. Îro birêz Abdullah Ocalan dibêje ‘Zanist parçe parçe kirin.’ Dema em jiyanê jî parçe bikin, em di jiyanê de nagêjin armanca xwe. Ji ber vê yekê Perwerde yekpare ye û tevahî ye. Em beşekê ji beşa din qut bikin, ew nagêje armanca xwe. Wê demê pergala Demokrasiya Wekhev a Radikal nagêje armanca xwe.”