spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ûgûr û bavê xwa li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Li Mêrdînê 19’emîn salvegera qetilkirina Ûgûr Kaymaz ê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz li ser gorên wan hatin bibîranîn.

Ûgûr Kaymaz ê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz ên ku di 21’ê Mijdara 2004’an de li navçeya Qoser a Mêrdînê li ber mala xwe bi 13 guleyan hatin qetilkirin, di 19’emîn salvegera qetilkirina wan de li Taxa Pirîketa li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Endamên malbata Kaymaz, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û gelek kes tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de pankartên ku wêneyên Ûgûr û bavê wî li ser hatin hilgirtin û dirûşmên “Şehîd Namirin” hatin berzkirin. Çalakiya bîranînê bi deqîqeyekê rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Qoserê Aysel Ayav bertekên xwe nîşanî êrîşa li ser gorên Ûgûr û bavê wî da û anî ziman ku ew dê li dijî vê mentalîteyê têbikoşin.  Parlamentera HEDEP’ê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneşê bi bîr xist ku Ûgûr ê 12 salî  dema hat qetilkirin çekek li kêleka wî hiştin û wekî  “terorîst” hat sûcdarkirin û anî ziman ku kiryarên vê qetilkirinê  hatine parastin û xelatkirin.

Dayika Ûgûr Kaymaz Makbule Kaymazê jî bertekên xwe bi van gotinan anî ziman: “Nabe ku zarokekî 12 salî bibe ‘terorîst’. Ev  cara sêyan e ku  kêlên tirba me dişkînin. Ma ew ji miriyên me jî ditirsin? Çi dixwazin? Heya ku ez sax bim ez wan ji bîr nakim.”

Piştî xeberdanan qurnefîl danîn li ser gorên Ûgûr û bavê wî Ahmet Kaymaz. Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” qediya.