27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Arix û kambaxa erdhejê

Ayhan Erkmen
Ayhan Erkmen
Ax! Welato

Arix dibên li gundê Saran

Gava ku zelzele çêbû

Lê lê anê du sed, sê sed mezel vedan

De lo lo lo lo

De lê lê lê lê…

Zelzele bû nîvê şevê

Qurban oldûxim ela

Neda genca hêla revê

Do lo lo lo lo

De lê lê lê lê

Hîvik vêket

Hîva tijî ye

Dayê kor be,

du tane xudanê law û qîzan

Lê lê anê yek nebû zava serê silgavê

De lo lo lo lo

De lê lê lê lê

Arix, derdekî hevpar û rojane ye. Heştê û çar salan berê, ji dil û hinavê dayikekê dilbirîn qetiyaye. Ew roj, ev roj e, dayik ji ber heman derdî bi Arixê dilorînin, derdê dilê xwe bardikin û dewr dikin. Ji ber wê ye Arix ne kin e, destaneke dirêj û hevpar e.

Di 27ê berfanbara sala 1939’an de bi berbangê re, tofanek wek tofana îroyîn diqewime. Mirovan di xewê de digire. Ji binî ve xaniyan dihejîne, derî û pencereyan dikute. Riya revê digire. Hin kes dibêjin zelzele ye, hin kes dibêjin erdhej ne, hin kes dibêjin na hêwirze ye. Navenda wê Erzîngan e lê bi wir ve namîne, “gayê ku dinya daye ser stûriyên xwe, har bûye” borebora wî ye, Sêwasê, Dêrsimê, Meletiyê, Elezîzê, Erziromê, Gûmûşxanê, Amasyayê, Tokatê, Yozgatê, Samsunê, Gîresûnê û Trabzonê jî dide ber xwe, wek dergûşê dihejîne. Di nava pêncî saniyeyan de, bi hejeke mezin e, 7.2 pîleyî lê dixe “kêvir li ser kêvir nahêle.”

Îja serda jî zivistan e, sirûseqem di bin sifirê de 22 derece ye, berf bê hemdê xwe dibare, rê û dirban digire. Ne alikarî heye, ne bijîşk û ne jî derman. Mirovên xizan tî û birçî, bi tena serê xwe ne.

Îzet Akçalê Serdozgerê Erzînganê bi tena serê xwe biryareke ecêb digire. Jin û zarên wî jî birîndar in, helbet ên girtiyan jî. Berê xwe dide zindanê, diçe ba girtiyan. Dê ji bo alikariyê wan berde lê bi şertekî, dema ku karê wan xilas dibe, hewce ye vegerin. Girtî bext didinê. Dozger derê zindanê vedike û girtiyan berdide. Girtî jî hem alikariya malbatên xwe dikin, hem jî ya der û dorê… Karê wan ku diqede, wek qewlên dayî, şûnve vedigerin zindanê.

Di wê erdheja 27’ê berfanbara sala 1939’an de li gorî fêrmiyetê 32.968 kes dimirin lê na yên mirî 50.000’an ne kêmtir in û ji sed hezarî bêtir jî birîndar…

Cihên ku wêran dibin, yek jî gundê Arixa Siwazê ye.  Li Arixê ji eşîra Koçgîriyan, bereka Saranan dijin. Di wê erdhejê de li gundê Arixê, jin, zar, mêr, kal û pîr 80 kes dimirin. Ji ber ku, zivistan e û erd cemidiye, nikarin zêde goran vedin, ên ku vedidin kûr dikin; kefen jî têrê nake, miriyan bi cil û bergên wan, bi komî, bi malbatî dispêrin axê. Ji gundê Arixê, li gorî gotina Zulfiye Paleyê,  ji mala Axê şeş kes dimirin. Ji wan pênc kes xwîşk û biran e; Axê, Îbê, Mamê, Xanim, Torê û Meyrema keça Axê. Mêran bi hev re, jinan jî bi hev re dispêrin axê. Ev zêmara ku bi navê Arixê belav bûye, jinên malbatê avêtine ser wan miriyên xwe . Dû re, belav bûye û her kesekê ji bo êşa xwe, tiştek lê zêde kiriye.

Navenda vê erdheja kambax a 6’ê sibatê, Pazarcixa Meraşê bû. Tofanê, serê sibê saet di 4:17’an de, mirov di xewê de girtin. Lê xwedê mala wan xirab bike, mutehîtan avahiyên wisa çêkiribûn ku bajar bi bajarî xalî bûn. Yên çêdikirin gelo nizanibûn ev der navenda erdhejê ye. Ji wan erdhejan a herî berê ye ku di bîranînan de behsa wê tê kirin, ya 909 salan berê qewimiye.

29’ê mijdara sala 1114’an de, disa bi berbangê re, ewilîn erd diqelişe, hej Meraşê dixe, dû re ezman diqelişe, berfeke bêhesab dibare. Tesîra wê erdhejê jî hema wek ya îroyîn e. Ne bi tenê Meraşê, Semsûrê, Antakyayê, Rihayê, Edeneyê, Helepê, Bilîsê jî dide ber xwe. Keşe Mateosê Rihayî di bîranînên xwe de dibêje ku, “Li bajêr qasî 40.000 kes dijiyan, lê neferek jî jê nema.”  Patrîk Mîhaîlê Sûryanî jî bi heman awayî dibêje ku, “ Bajarê Meraşê bû goristana bajariyên xwe.”

Erê 909 salan şûnde disa “Bajarê Meraşê bû goristana bajariyên xwe.”