7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dewletê gelê me qetil kir, hûnê hesab bidin’

Li Stenbolê polisan êrîşî daxuyaniya ku HDK û HDP’ê xwestin ji bo tayînkirina qeyûm a ser Navenda Koordînasyonê ya li Bazarcixê hat kirin bidin kir.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) der barê tayînkirina qeyûm a ser Navenda Koordînasyonê ya Krîzê ku li navçeya Bazarcixa Mereşê hatibû sazkirin de xwestin li ber avahiya HDK’ê çalakiyeke şermezarkirinê li dar bixin û daxuyanî bidin. Di daxuyaniyê de pankarta “Hevgirtina gelan bi qeyûman nikare bê astengkirin” hat vekirin. Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, rêveberên HDP’ê, pêkhateyên HDK’ê û nûnerên rêxistinên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.

Di kêliya ku wê çalakî dest pê bikira de polîsan xwest bi angaşta “daxuyanî bêqanûnî ye” asteng bike. Tevî ku biryarek qedexeyê ya walîtiyê û qeymeqamiyê nebû jî polîsan xwest çalakiyê asteng bikin. Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu, diyar kir ku biryara qedexekirina çalakiyê bêqanûnî û bêhiqûqî ye. Li ser vê berteka Encu polîsan got, “Bisekinin, em ê biryarê bidin girtin.”

Çalakvanan vê helwesta polîsan şermezar kir.

Tevî van astengiyên polisan jî Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr daxuyanî da û bi bîr xist ku embara wan a alîkarî û piştevaniyê ya li herêma erdhejê ya li Bazarcixê bi awayekî bêqanûnî û bêhiqûqî hatiye desteserkirin û qeyûm tayînî embarê hatiye kirin û wiha got: “Di ser erdhejê re 10 roj derbas bûn. Dewleta ku 10 roj bûn ku di xewa zivistanê de bû, di encama roja 10’an de torên piştevaniyê belav kirin û qeyûm danîn ser embara me.”

‘Armanca wan ew e ku hevgirtinê asteng bikin’

Demîr, anî ziman ku ji bo piştevanî bê astengkirin êriş hatiye kirin û wiha axivî: “Yên ku li malên xwe germ rûniştine, êrişî piştevaniya gel dikin û hêza xwe ya zordest dixin dewrê. Heke we qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê nekira dê ewqas qurbaniyên me çênebûna. Dewlet bi pêçandina birînên welatiyên xwe ve berpirsiyar e. Dewlet neçare di çarçoveya erka xwe de alîkarî û xizmeta welatiyan bike. Dewlet köle û qewraşê welatiyê xwe ye.”

‘We gelê me qetil kir’

Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek jî bertek nîşanî helwesta polîsan da û ev tişt got: “Hûn neçar in rêyên diçin herêmên erdhejê vekin.” Polîsan di vê navberê de ji girseyê re got, “hûn qanûnan nizanin.” Çalakvanên HDK’yî jî bersiv dan û gotin: “Çima ew qanûn ji bo qurbaniyên di bin xirbeyan de neketin dewrê. Wê dewleta qatil hesab bide. We gelê me qetil kir.”

Li ser van gotinên HDK’iyan polîsan gef li HDK’iyan xwar û piştre êrişî çalakiyê kirin û li çalakvanan dan.