spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanan li rojhilatê Kurdistanê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir

Li bajarên rojhilatê Kurdistanê jin û ciwanên Apohez bi çalakiyên cur bi cur komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdûlah Ocalan şermezar kir

Li Rojhilatê Kurdistanê bajarên Mahabad, Merîwan û Seqizê, jinan û ciwanên Apohez çalakî li dar xist û komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kir.

Ciwanên şoreşger ên Mehabadê bi daxuyaniyeke komploya navneteweyî şermezar kir û got, “Rêber Apo hînî me kir ku Jin, Jiyan, Azadiyê bikin felsefeya xwe ya têkoşînê.”

Li bajarê Seqizê bi heman armancê ciwanên şoreşger peyameke bi dîmen da û bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ komploya 15’ê Sibatê şermezar kir.

Jinên Apohez jî li bajarê Merîwanê bi daxuyaniyekê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û diyar kir ku dijmin wê nikaribe fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdûlah Ocalan asteng bike. Her wiha dan zanîn ku dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ ji fikir û felsefa Rêber Ocalan hatiye wergirtin û ji bo avakirina civakeke azad bûye dirûşmeke cîhanî.”

Komîteya Şehîd Rêzan jî li bajarê Mihabadê bi belavkirina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdûlah Ocalan komploya navneteweyî şermezar kir.