17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Armanca êrîşan pêşîgirtina li vegera civaka êzidî ye’

Xelkên Şengalê anîn ziman ku hêzên wan diparêzin zarokên êzidî ne û armanca êrîşên dewleta tirk tirsandina xelkê êzidî ye û pêşîgirtina li vegera wan a Şengalê ye

Di demên dawî de êrîşên li ser Şengalê zêde bûne. Malên sivîlan tên bombe kirin. Li ser vê mijarê xelkê êzidî nêrînên xwe anîn ziman.

Endamê Meclîsa Dugurê Hemo Hesen: Armanca êrîşên li ser Şengalê ew e ku xelkê me nevegerin. Divê gelê me ji van êrîşan netirsin û vala derbixin û vegerin cih û warên xwe.

Em dizanin ku kî li pişt van êrîşan ye û kîne yên hevkarî dikin. Pir vekirî û zelal e. Tirkiye û hikûmeta Herêmê hevpar bi hev re kar dikin. Dixwazin bi êrîşan rê li vegera welatiyên me ya ji nava kampan bigirin. Bi êrîşan dixwazin tirsê di nava gel de çêbikin. Êzidî natirsin û wê vegerin ser axa xwe. Rojane welatî vedigerin. Êdî ew nema li kampan dikarin bijîn.

Hêzên Şengalê diparêzin zarokên vê derê ne. Îro Asayîş, YBŞ, YJŞ hemû jî zarokên vê axê ne, kes biyanî nîne.

Endamê Meclîsa Duhola Nazim Şengalî: Êrîşî malên sivîlan dikin ji bo venegerin, bitirsin. Divê her xelkê me vegerin cih û warê xwe. Divê xelkê me bên ser cih û warê xwe, ti pirsgirêk nîne; Şengal xweş e.

Zarokên êzidî xwe diparêzin. Dixwazin hêzên Şengalê reş bikin. Ew zarokên vî gelî ne parastina xwe û dayik û xwişkên xwe dikin.

Çiqas balafir bombe li me bibarîne, em terka warê xwe nakin. Çiqas êrîş bikin bila bikin, em cih û warê xwe bernadin. Ev hemû pîlanên siyasî ne dixwazin li dijî me bidin kirin.  Hêzên me YBŞ, YJŞ û Asayîş li  pişta me ne. Em jî li pişt wan in.

Endamê Meclîsa Komelgeha Duhola Mahîr Elî anî ziman ku 15 rojan balafirên dewleta tirk li malên sivîlan dan. Naxwazin ku xelkê Şengalê vgerin cih û warê xwe. Bila êzidî tev zanibin ku êzidiyek tenê bimîne wê li çiyayê Şengalê bimîne.

Armanca êrîşan tinekirina êzidiyan e. Bi hezaran salan e hedefa dijimin vê olê ji kokê rake. Bila dijmin baş zanibin heta ruh di canê êzdiyekî/ê de hebe, ev dîn wê bimîne û em çiyayê Şengalê bernadin.  Xelkê Şengalê û zarokê Şengalê, wê Şengalê birêve dibin û diparêzin û planên wan tevî vala derxînin.