3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di operasyonên beriya hilbijartinê de 177 kes hatin binçavkirin

Beriya tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê, li bajarên ku Partiya Çepên Kesk dengekî zêde lê girtî herî kêm 177 kes hatin binçavkirin.

Îktîdara AKP-MHP’ê ku piştî hilbijartina serokkomariyê bo tûra duyemîn mayî kete nava tevgerê û zexta xwe ya li ser hilbijêrên kurd didomîne. Li bajarên ku ji bo Partiya Çepên Kesk û namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû deng zêde derketin li ser hev operasyonên binçavkirinê tên kirin.

Di nava kesên tên binçavkirin de endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hene û ev yek weke zexta li ser vîna gel tê nirxandin. Bi taybet jî piştî ku wezîrê karên hundir û parlamenterê AKP’ê Suleyman Soylu hedef nîşan dayî, bêyî ku delîlek hebe gelek hilbijêr tên krîmînalîzekirin. Her wiha operasyonên rêveberên AKP’ê yên li bajarên Kurdistanê yên ji bo Kiliçdaroglû zêde deng derketin berdewam in.

Di vê pêvajoyê de operasyona pêşî di 22’yê gulanê de hate destpêkirin. Bi ser pîrozbahiyên Newrozê re 2 meh derbas bûn lê tevî vê yekê jî di çarçoveya operasyona navenda wê Enqere de li 5 bajaran bi ser gelek malan de hate girtin û 19 kes hatin binpçavkirin. Li gel endama Meclisa Partiyê (PM) a HDP’ê Bedriye İrmak, endamên HDP’ê hatin binçavkirin û bi “propagandaya rêxistinê” hatin tawanbarkirin. Dema binçavkirina wan hate dirêjkirin û heta niha jî li emniyetê tên ragirtin.

Bi ser Tuay-Der a Çukurovayê de girtin

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de polîsan di 23’yê gulanê de li Mêrsîn, Enqere, Antalya, Edene û Îzmîrê bi ser 28 navnîşanan de girtin. Di encama serdegirtinan de rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (TUAY-DER) û xizmên girtiyan jî di nav de bi giştî 27 kes hatin binçavkirin. Binçavkirî bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “alîkariya madî dane girtiyan” hatin tawanbarkirin.

Di vê çarçoveyê de hevjîna xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdu (ji hêla DAİŞ’ê ve hatibû qetilkirin), Şemsê Bagdû jî di nav de bi giştî 12 kesên li Edeneyê di heman rojê de hatin berdan. Karûbarê îfadegirtinê yên binçavkiriyên Mêrsînê jî hêj li emniyetê berdewam e.

Rêveberên hdp’ê yên Mêrdînê di bin çavan de ne

Leşker û polîsan di serê sibeha 23’yê gulanê de li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina li gundê Menderê yê Nisêbînê de Hevserokê HDP’a Nisêbînê yê berê Şiyar Koç, keyayê gund Faris Alak û Firat Demîr hatin binçavkirin. Di serdegirtinên li Qoserê de jî Hevserokê DBP’a Qoserê yê berê Mahmût Damar bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” hate binçavkirin. Kar û barên îfadegirtinê yên 13 kesên bi heman îdiayan hatin binçavkirin ên li emniyetê didomin.

Rojnameger di bin çavan de ne

Di heman rojê de dema Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Çelîk ji bo îfadedayînê çû Qereqola Polîsan a Peyas a Amedê û hate binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, di 25’ê nîsanê de bi awayekî hemwext li 21 bajaran bi ser malan de hate girtin û rojnameger jî di nav de bi giştî 191 kes hatibûn binçavkirin û rojnameger jî di nav de zêdetirî 50 kes hatibûn girtin. Çelîk jî di çarçoveya heman lêpirsînê de hate binçavkirin û rojek piştre bi şertê qedexeya derketina derveyî welat û kontrola edlî hate berdan. Di çarçoveya heman lêpirsînê de Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar (Aslan Aydogan) jî di 23’yê gulanê de dema ji Almanyayê vedigeriya li Balafirgeha Amedê hate binçavkirin. Rojek piştre sewqî edliyeyê hate kirin û hate berdan.

Nûçegihanê ajansa me Delal Akyuz jî li Îzmîrê bi hinceta dosyayeke di demên berê de jê hatibû darizandin û cezayê hefsê lê hatibû birîn hate binçavkirin. Akyuz, bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê hate binçavkirin, di 24’ê gulanê de sewqî edliyeyê hate kirin û bi şertê qedexeya derketina derveyî welat hate berdan.

Li Tekîrdagê 30 kes hatin binçavkirin

Her wiha di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê de polîsan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de 4 jê ji Çanakkaleyê, bi giştî 30 kes hatin binçavkirin. Hevserokê HDP’a Çanakkaleyê Omer Faruk Kiriç, rêveberên HDP’a bajar Seza Buyukkiliç, Turgut Haskan û Hevserokê DBP’a Bajar ê berê Veysel Kutluay li Çanakkaleyê hatin binçavkirin. Li Edîrneyê jî Rêveberê Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) ê Navçeyê Mehmet Akyurek û endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin. Karûbarên îfadegirtinê yên welatiyên hatin binçavkirin hêj berdewam e.

Di roja 24’ê gulanê de îcar di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya têkildarî kongreya Meclisa Ciwanan a HDP’ê bi ser gelek malan de hate girtin. Di encama serdegirtinan de 8 kes hatin binçavkirin. Merve Oguz a li navçeya Kerboran a Mêrdînê hatibû binçavkirin, piştî îfadeyê hate berdan û yên din jî ji bo karûbarên îfadegirtinê derbasî Amedê hatin kirin.

Serokê sendîkayê û malbata wî hatin binçavkirin

Di heman rojê de Serokê Giştî yê Şaxa DÎSK Genel-Îş a Mêrdînê Rahmî Guneş, hevjîn û zarokên wî jî di nav de bi giştî 24 kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê jî xebat û çalakiyên siyasî yên di sala 2014’an de hate nîşandan. Welatî piştî karûbarên îfadegirtinê hatin berdan.

Li gelek bajaran binçavkirin

Di 24’ê gulanê de li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan ên li Hezex a Şirnexê de 6 kes hatin binçavkirin. Welatî niha li midûriyeta emniyetê ya navçeyê tên ragirtin lê sedema binçavkirina wan nehat zanîn. Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de, li Dîlokê bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinan de endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk ê Dîlokê Abdurrahman Elmas û Cengîz Uslu, Mûrat Basut û Bayram Ayhan hatin binçavkirin. Binçavkirî derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Dîlokê hatin kirin. Li Êlihê jî 3 welatî hatin binçavkirin. Di dema binçavkirinê de deriyên malan hatin şikandin û welatî hatin derbkirin. Welatî niha li Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê tên ragirtin û kirariyên wan didomin.

Rêveberên Partiya Çepên Kesk hatin binçavkirin

Li Manîsayê jî di saetên serê sibehê de bi ser gelek malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan de Rêvebera Partiya Çepên Kesk a Sarûhan a Manîsayê Gulsum Tozan, namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Ayşe Karagoz û keça Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Manîsayê Hasret Çetîn a bi navê Kardelen Çetîn hatin binçavkirin. Binçavkirî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin tawanbarkirin û kirariyên wan ên li emniyetê berdewam in.

Muzîkjen hatin binçavkirin

Bi hinceta ku beriya hilbijartina 14’ê Gulanê li Îzmîrê tev li vekirina bûroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bûne, muzîkjen jî di nav de bi giştî 11 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 5 jê piştî karûbarê îfadegirtinê yên li emniyetê hatin berdan û ji bo dosyaya 6 kesan de jî biryara bisînorkirinê hate dayîn û hevdîtina bi parêzeran re hate qedexekirin. Kirariyên her 6 binçavkiriyan ên li emniyetê berdewam in.

Li colomêrgê bi ser 57 malan de hate girtin

Herî dawî jî polîsan di saetên serê sibeha 25’ê gulanê de li Colemêrgê bi ser 57 malan de girtin. Di serdegirtinên malan de herî kêm 24 kes bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin. Li navçeya Xelfetî ya Rihayê jî polîs û cendirmneyan bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Abdurahman Polat û Denîz Karayurek hatin binçavkirin. Têkildarî sedema binçavkirinê agahiyek nehat parvekirin. Binçavkirî ji ewil birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê û piştre jî derbasî ya bajar kirin.

Li Rihayê derheqê 33 kesan de lêpirsîn hate destpêkirin

Serdozgeriya Komarê ya Rihayê 19 jê parêzer bi giştî derheqê 33 kesan de lêpirsîn da destpêkirin. Parêzer Sumeyye Koç, Nahîde Polat Aslan, Muslum Saraçoglû, Mehmet Alî Aslan, Fazîlet Taştan, Ayşe Şehrîban Demîrel, Sevda Çelîk Ozbîngol, Gîzem Dîlara Înal Gulhan, Hîdayet Enmek, Alî Arslan, Mûstafa Gongen, Dîlan Demîr, Serhan Paydaş, Hevserokê ÎHD’a Rihayê parêzer Mûstafa Vefa, Hevserokê HDP’a Rihayê Ahmet Atiş, Hevserokên OHD’a Rihayê Meral Halat û Îbrahîm Halîl Oyke û 3 parêzerên navên wan nehatin zanîn, Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar, Garîp Yeşîl, Parlamenterê HDP’ê yê berê Nûsretîn Maçîn, Hevserokê HDP’a Eyyûbiyeyê Emîn Tutal û Îbrahîm Halîl Alpay, Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin Sema Aîşeoglû, Memduh Kizgît, Atîlla Yazar, Endamê MYK’a ÎHD’ê Cemal Babaoglû, Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê Bulut Ezer, Hevserokê Şaxa SES’ê Salih Karataş, Mehmet Sidki Dehşet û Salih Canbeylî jî di nava van kesan de ne.

Derheqê kesên tev li 1’ê gulanê bûn de lêpirsîn dan destpêkirin

Lêpirsîna din jî derheqê 7 kesên tev li pîrozbahiya 1’ê Gulanê bûn de hate vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bi îdiaya “Di navbera gel de kîn û dijminatiyê belav dikin û gel biçûk dixin” derheqê Hevserokê HDP’a Rihayê Ahmet Atiş, Hevserokê Şaxa OHD’a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke, parêzer Bulent Aşa, parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol, Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê Mahmut Bînîcî, rêveberê Şaxa Odeya Bijîşkan a Rihayê Kemal Yuksekkaya û Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Mahmût Çoban de de lêpirsîn da destpêkirin.