19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îmamoglû: ‘Baweriya xwe bi daneyên Ajansa Anadolê neynin’

Hêjayî gotinê ye ku hemû hilbijartinan de ajansa Anadolê lîstikên bi vî rengî dike û cihê hejmara dengên AKP lê zêde herî pêşî vedikin. Bi vî rengî ji destpêkê de wekî ku AKP'ê li pêş be nîşan didin

Ekrem Îmamoglû û Mansûr Yavaş li ser navê Tifaqa Millet derketin pêşberî kamereyan û gotin: “Ajansa Anadolûyê ji sala 2019’an vir ve ketiye ber sekeratê. Baweriya pê di binê sifirê de ye. Divê welatiyên me baweriya xwe pê neyînin.”
Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û Şaredarê Enqereyê Mansûr Yavaş li ser navê Tifaqa Millet û Namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû derketin pêşberî kamerayan û daxuyanî dan. Îmamoglû wiha got: “Dîsa weqaya Ajansa Anadolûyê (AA) di rojevê de ye. Ajansa Anadolûyê ji sala 2019’an vir ve ketiye ber sekeratê. Baweriya pê di binê sifirê de ye. Divê welatiyên me baweriya xwe pê neyînin. Ji bo me hukmê wê tune ye.”
Mansû Yavaş jî destnîşan kir ku li gorî daneyên di destê wan de namzetê wan Kiliçdaroglû li pêş e.
Kiliçdaroglû: Em şi pêş in
ji aliyekî din ve Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî encamên hilbijartinê twît parve kir û wiha got: “Em li pêş in.”