20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Evîndar û hezkira azadiya gel bû’

Azer Şiwêş der barê kesayeta şehîd Leyman de got ku taybetmendiyên mirov lê digere li ser wê bi gewde dibûn û ev tişt got: “Ji her kesî bêtir ji jiyanê hez dikir.”

Dewleta tirk a ku nikare xwe li ber berxwedana gel bigire êrîşî ser sivîlan dike, bi taybetî jinan û kurdan hedef digire. Dewlet tirk ku ji sala 2015’an û vir ve bi operasyonan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire, di nava 4 salên dawî de 9 jin bi sûîqestên Balafirên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) hatin qetilkirin. Di êrîşa dawî ya 20’ê hezîranê de Hevseroka Kantona Qamişlo Yûsra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş (Rihan Amûdê) û ajokarê wesayîtê Firat Tûma li Qamişloyê hatin qetilkirin.

Birayê Leyman Şiwêş, Azer Şiwêş derbarê kurtejiyana Leyman û êrîşa li hemberî wan de ji rojnameya me re axivî. Şiwêş, diyar kir ku Leyman Şiwêş ji malbatek welatperwer e û wiha got: “Şehîd Leyman nasnav Rihan di sala 1968 de ji dayîk bû. Leyman di sala 1985’an de Tevgera Azadiya Rizgariyê nas dike. Leyman wê demê Berîvan nas dike, soza tevlîbûnê rêxistinê didê. Wê demê temenê wê 16 sal bû. Kesayeteke dilmezin, dilnizm, fedakar, dilsoz û zana bû. Tevî ku keça malê ya piçûk bû jî karê malê her gav wê dikir. Îja mala me jî maleke bi çûn û hatin bû, mêvanê me zahf hebûn. Di karê şoreşgerıyê de jî milîtan bû. Di salê 90’î de derbasî welat bû. Li bakûrê Kurdistanê herêmeke ku neçûyê û lê nexebitî be tune ye. Rojhilat, Başûr, Ewropa, Asya, Rûsya, Ukrayna geriya. Mirovên ku wê nas dikirin pir jê xweş bûn. Kesayeta wê ya çareserkirina pirsgirêkan hebû. Yanî mirov kare bibêje taybetmendiyên ku mirov lê digere li ser Leyman bi gewde dibûn. Ji her kesî bêtir ji jiyanê hez dikir.”

‘Kesayeta pîroz’

Şiwêş, got ku Leyman ji bo azadiya xwe û gelê kurd têdikoşiya û ev tişt anî ziman: “Dixwest ji bo gelê xwe canê xwe bide. Berî ku şehîd bikeve, wesiyeta xwe da. Digot; wexta ez şehîd bikevim ez naxwazim kesek bi min re şehîd bikeve. Bila malbata wan ji min gazinca neke, bila kes ji min aciz nebe. Dema emliyata zirav bû ji yê der dora xwe re dibêje;  ez naxwazim bi mirineke erzan bimirim. Wekî kesayeta wê pîroz, gotinên wê jî wisa pîroz bûn. 20 roj beriya ku şehîd bikeve, em bi hev re axivîn. Te digot qey ev mirov ji asîmanan deng dike. Bi ew dilê nizm, peyvên nerm tiştekî wisa te digot eşqa jiyanê ye. Bi rastî ji bo mirov bahsa wê bike, ne nivîs, ne roman, ne helbest têr dike. Cîroka wê pir dirêje, 37-38 sal in ji bo azadiyê têkoşiya. Mînakên wekî wê di cîhanê de kêm in.”

Şiwêş, da zanîn ku êrîşa dewleta tirk  ne ya destpêkê ye û ne jî ya dawî ye û wiha pê de çû: “Dewleta tirk mafên kurdan heta kêlîka îro qebûl nakin. Yanî em dewleta tirk  nas dikin. Yek xwastekê dewleta tirk heye. Tiştên ku kurdan heta niha bi dest xistiye dixwazin bi êrîşan têk bibin û heta karibin jî wê vê berdewam bikin. Jixwe ji nêvî Rojava bêhtir yanî Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê hîn jî di destê dewleta tirk û çeteyên wê de ye. Îro li Rojava ne tenê dewleta tirk, cîhan li wir e, hêzên koalîsyonê li wir in, Amerîka li wir e, Rûsya li wir e. Gelek dewlet li wê derê bi cîh bûne. Tenê armanceke dewleta tirk  heye ew jî bê çawa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe. Yanî dijminatiya dewleta tirk bi vî rengî ye. Yanî yê mafê te qebûl nake heta jê bê wê bixwaze tiştên tu bi dest dixî têk bibe. Îja ji bo vê yekê dibê ka çawa kurd dikarin bibin bersîv ev gelekî girîng e. Divê em li ber xwe bidin. Divê ev yek baş were fêmkirin heta ku dewleta tirk civaka me, gelê me têk bibe wê van êrîşan pêk bîne.”

‘Tu hêz nikare serê me bitewîne’

Şiwêş da zanîn ku malbat her wext ji bo azadiya kurdan têkoşiya ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yanî ev ne cara yekemîn e, malbat beriya naskirina bi tevgerê re jî bi tevgerên kurd re ji bo meseleyên kurdî texsîr nekirine. Pismamekî me, jê re dibjin Emir Şêxmûs ew li ser navê kalikê xwe ye ew jî Emir Şiwêş yanî hîn ji sala 1960’an de ji bo cilên kurdî li xwe kiribûn, meşek kurdistanî lidarxistibûn, ji bo ji Sûriyeyê derkeve zext û zordarî li ser meşand û ew jî neçar ma ku derbasî başûrê Kurdistanê bibe. Ew yek ji damezrînerê YNK’ê yê partiya Mam Celal Telebanî bû. Tîmî wilo malbat meseleyên kurdî mijûl dibûn û tiştên ji wan dihat dikirin. Lê bi naskirina tevgerê re nifşên pêşî jî yek ji wan malên ku deriyên wan vekirîbû ji bo tevgerê û kesên xebatkar, şoreşger mala me bû. Yanî  mala şehîd Leyman bû. 6 şehîd ji yek malê çêbûn. Leyman û Leymana biçûk jî keça xwişka Leyman jî niha şehîd ket. Dayika wê navê xaltîka wê lê kiribû. Ew jî niha gihîşt refê şehîdan. Ji bo vê yekê tecrûbeya malê pir e. Tu hêz nikare serê malbatê bitewîne. Girêdayî doza xwe, welatê xwe bû û her tim bi şehîdê xwe re bû. Ji ber wê ye ku ev qas şehîdên malbatê hene. 3 ji malekê û 3 jî yê zarê xwişkê min şehîd ketine. Yanî tu malê wilo dibînî rastî jî sere mirov jî bi wan bilind dibe. Ev qasî bi doza xwe ve bi gelê xwe ve girêdayî ne. Ev girêdayî heta dilopa xwîna dawî dê bidome.”

‘Xwedî li şehîdan derkevin’

Şiwêş, diyar kir ku bangawaziya wan ji gelê kurd xwedî derketina kesên ku jiyana xwe ji dest dane û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wekî malbat bangawaziya me ji gelê me, ji bo ku em jiyaneke birûmet bijîn gelek mirovan canê xwe daye, divê em xwedî li wan derkevin.  Şehîd  ji bo me bûne sembol. Xwedê me kurd da ye, divê em xwedî li xwe derkevin. Dijmin erîşa xwe li ser kemasiyê kurdan an jî li ser siyaseta şaş dike. Îro kurdbûna me, zimanê me qedexe ye. Wek gelekî wek civak wek netewe em qedexe ne. Doza me giran e, divê em hevgirtî bin ku dijmin bi sîxure xwe nikaribe zirarê bide me. Divê li dijî dijmin hevgirtina civaka ava bikin. Em nabêjin bila civak hemû bi yek rengekî bifikire. Her mirovek xwediyê kesayetekî ye. Lê di dawiyê de em tev kurd in. Axa me bindest e, dijminê me hov in. Ji bo vê yekê em ji dil dixwazin, ji vîna şehîdan sûd bigirin. Jinên kurd qehremanan diwelidînin. Ji ber vê yekê kar ne yê malekî tenê ye ev karê gelekî ye. Em jî wekî şehîdan dikarin xwe li dijî dijmin ragihîn û bi ser bikevin. Di cihanê de axeke weke Kurdistanê dewlemend tune ye. Ji ber wê jî wê piştgirî bidin. Divê em xwe nas bikin ku me xwe nas kir zehmete dijmin cihê xwe di nav me de çêbike. Dema dijmin cihê xwe di nav me de çêbike tê wê watê ku em xwe nas nakin. Em hewcedarî zanistiyê ne. Zanebûn wê me xelas bike. Xwedî li şehîdê xwe derkevin.”