27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Efrînê zarokên kurd di hedefa destdirêjiya komên paramîlîter de ne

Li Efrînê, komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk dest dirêjî zarokeke 13 salî kirin. Komîteya Şopandina Mafên Zarokan a Şilêrê bertek nîşanî bêdengiya cîhanê ya ji bo bûyerê da.

Li Efrînê, komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk sûcên li dijî mirovahiyê dikin. Li gorî agahiyên ku ji herêmê tên wergirtinê komên paramîlîter zarokên kurd ji xwe re kirine hedef û dest dirêjî wan dikin. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku koma paramîlîter a bi navê “Hamzat” a girêdayî dewleta tirk li gundê Ciwêqê destdirêjî zarokeke 13 salî kirin.

Komîteya Şopandina Mafên Zarokan a Şilêrê, der barê mijarê de li Parka Xwendinê ya Qamişloyê daxuyaniyek da. Daxuyaniya ku hatibû amadekirin ji aliyê Rêvebera Komîteyê Jûlya Xelo ve hate xwendin. Xelo, diyar kir ku komên paramîlîter ên li herêmê hema hema her roj li herêmê sûcên destdirêjî, revandin, îşkence û komkujiyan dikin. Xelo, da zanîn ku tevî bang û hişyariyên wan jî raya giştî ya cîhanê li hemberî van sûcên mirovahiyê bêdeng e.

Xelo, destnîşan kir ku bûyera destdirêjiyê ya dawî ya li Efrînê bûyereke nû nîne û ev tişt got: “Ev tenê aliyekê wehşeta rojane ya li Efrînê ye. Ji ber ku nahêlin çapemenî bikeve herêmê, tiştên li wir tên jiyîn nayên bihîstin. Li gel ku ji bo şopandina binpêkirinên li dijî zarokan û parastina mafên wan gelek komîteyên navneteweyî hatine avakirin jî deng nayê derxistin. Divê saziyên mafên mirovan êdî bêdengiya xwe bi dawî bikin û li dijî komkujî û destdirêjiyên li zarokan xwedî helwest bin.”