10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Tirkiyeyê bergiriya bûyerên Fransayê: Lêpirsîn

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, ji bo kesên ku li ser hesabên xwe yên medya sanal der barê bûyerên Fransayê de şîrove kiribûn lêpirsîn da destpêkirin.

Xwepêşandanên ku ji ber kuştina zarokên cezayîrî Nahel M. (17) li seranserê Fransayê dest pê kirine berdewam dikin. Li Tirkiyeyê gelek kesan li ser hesabên xwe yên medya sanal van xwepêşandanan şîrove kirin û destnîşan kirin ku mîna Fransayê wê li Tirkiyeyê jî bûyerên bi vî rengî li dijî penaberan biqewimin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê parvekirinên bi vî rengî de lêpirsîn da destpêkirin. Serdozgeriyê der barê mijarê de daxuyaniyek belav kir û got ku kesên parvekirinên provokatîf bikin wê der barê wan de lêpirsîn bê destpêkirin.