3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

51 penaber xeniqîn

Boteke penaberan ku ber bi Giravên Kanaryayê ve diçû noqî avê bû û 51 penaberan jiyana xwe ji dest dan.

Bota penaberan ku ji peravên Afrîqeya Bakur ber bi Giravên Kanaryayê yên Spanyayê ve diçû, noqî avê bû. Hat ragihandin ku di encama noqbûna botê de 51 penaberan jiyana xwe ji dest daye û tenê 4 kes ji botê rizgar bûne û ew rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku ji 51 penaberên jiyana xwe ji dest dane 11 ji wan jin û 3 ji wan jî zarok in.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 22’yê hezîranê de jî keştiyeke ku siwariyên wê penaber bûn 80 mîl nêzî Giravên Kanaryayê noqî avê bûbû 39 penaberan jiyana xwe ji dest dabû.