2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şirnexê cerdevanan gef li gundiyan xwarin

 Li Şirnex û navçeyên wê gef li gundiyan hat xwarin ku dengê xwe bidin AKP’ê û ji cerdevanan re wêneyên dengê wan hat xwestin û walî hemû muşahid ji Lîseya Şirnexê derxistin derve.

Li Şirnex û navçeyên wê dayîna dengan a ji bo hilbijartinên Serokkomariyê û parlamenteran bi binpêkirinan dest pê kir. Li navçeya Cizîrê gef li gundiyan hat xwarin ku dengê xwe bidin AKP’ê, li navçeya Qilebanê jî destûr ji heyeta navneteweyî re nehat dayîn ku bikeve dibistanê, ji cerdevanan re wêneyên dengê wan hat xwestin û walî hemû muşahid ji Lîseya Şirnexê derxistin derve.

Bi gef xwestin dengên xwe bi awayekî vekirî bidin

Li gundê Zêwgê yê girêdayî Cizîrê gef li gundiyan hate xwarin ku dengên xwe bi awayekî vekirî bidin. Tevî îtîraza gundiyan jî gef û zextên Serokê AKP’a Hezexê yê Berê Cîhan Guven û malbata wî didomin. Hate hînbûn ku ji ber zextan gelek welatiyên li gund neçar mane ku dengê xwe bidin AKP’ê. Ciwanên li gund jî bertek nîşanî rewşa heyî da û dan zanîn ku tevî zextên li ser wan wê bi vîna xwe dengê xwe bikarbînin. Lê hate diyarkirin ku Guven bi ciwanan re heta kabînê çûye û kiriye ku ciwan dengê xwe bidin AKP’ê û Erdogan.

Li gelek dibistanên li Cizîrê jî ji ber eleqeya welatiyan a zêde dor çêdibe. Rayedarên Partiya Çepên Kesk ên diyar kirin ku kabîna li polê hatiye danîn têra nake û ji Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) kabîneke din jî xwest. YSK’a ku bersiveke erênî da kabîneke din şand. Lê piştî demekê bi hinceta ku destûreke wiha nîne kabîna şandin dîsa hate rakirin. Li Cizîrê ji ber di hemû dibistanan de kirarî hêdî dimeşin hate diyarkirin ku dibe deng dayîn ji saet 17.00’an derbas bibe.

Polîsan xwest muşahidan derxînin

Li Dibistana Seretayî ya Şehît Tegmen Evren a li Şirnexê, xizmên namzetê AKP’ê yê Şirnexê Arslan Tatar, bi hinceta ku muşahidên Partiya Çepên Kesk zêde ne xwestin ku ji dibistanê bên derxistin. Polîsan xwest muşahidan derxînin, li ser îtîrazan muşahid li ser sindoqên xwe yên li ser peywîrdar in man.

Parlamenterê Partiya Çep Hakan Taş û şandeya pê re ên ji bo li navçeya Qilebanê hilbijartinê bişopînin ji Almanyayê hatin ji aliyê polîsan ve bi gotina “qedexe” ye negirtin baxçeyê dibistanê jî.

Xwestin dengên xwe bi telefonê bikişînin

Li aliyê din Fermandariya Cendermeyan li Qilebanê gef li cerdevanan xwarin xwestin dengên xwe bi telefonê bikişînin û ji wan re bişînin.

Li Lîseya Şirnexê jî bi fermana Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn hemû muşahid ji dibistanê hatin derxistin.