3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Sêgirka Qilebanê cerdevanan peywirdarên Partiya Çepên Kesk derb kirin

Sercerdevan Şehmûs Babat û zarokên xwe li Sêgirkê peywirdarên sindoqan ên Partiya Çepên Kesk derb kirin û Serokê AKP’a Nisêbînê Latîf Ozel jî tevî parastvanên xwe yên çekdar zext li peywirdarên sindoqan kir

Serokê AKP’a Nisêbînê li Dibistana Amadehî ya Suleyman Bolunmez a Nisêbînê tevî parastvanên xwe yên çekdar xwest zextê li peywirdarên sindoqan bike. Ozel û parastvanên wî yên taybet sê caran çûn ser sindoqa hejmar 1210 û xwestin zextê li peywirdarên sindoqan bikin. Li ser vê yekê serokê sindoqan û peywirdarên sindoqan agahî dan parêzeran. Parêzer hatin cihê bûyerê û girtek girtin.

Di girtekê de wiha hate gotin: “Hat tespîtkirin ku Serokê AKP’a navçeyê û parastvanên wî yên çekdar li ser sindoqa hejmar 1210 in. Ji me re agahî hat ku bi awayekî bêningeh mudaxaleyî welatiyan kirine û serokê AKP’ê yê navçeyê û parastvanên wî wan aciz dikin. Li ser vê yekê em jî çûn cihê bûyerê û me girtek girt.”

Serokê sindoqê yê girtekê, peywirdarê sindoqê yê fermî, peywirdarê sindoqê yê CHP’ê, muşahidê Partiya Çepên Kesk, peywirdarê sindoqê yê Partiya Îyî û muşahidê Partiya Vatanê jî girtek îmze kirin.

Serokê AKP’î jî derheqê peywirdaran de girtek girt û tenê peywirdarê sindoqê yê AKP’î îmze kir. Li Sêgirkê jî cerdevanan peywirdarên Partiya Çepên Kesk derb kirin.

Cerdevanan êrîş kir

Li Dibistana Seretayî ya Feyzîr Turkerî ya bajarokê Sêgirkê ya Qileban a Şirnexê jî kurê sercerdevanê berê Şehmûs Babat ku navê wî gelek caran bi birîna darên herêmê re di rojevê de ye yê bi navê Metîn Babat jî dengê xwe vekirî da. Li ser vê yekê peywirdarên Partiya Çepên Kesk nerazîbûn nîşandan. Li Babat û kurên wî Metîn Babat û Omer Babat jî êrişî peywirdaran kirin, derb kirin û heqaret lê kirin. Piştî bûyera derbkirinê, gelek leşker sewqî dibistanê hatin kirin. Di heman demê de rêveberên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên çûne cihê bûyerê jî rastî gefxwarin û heqaretên Babat hatin.