2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tiryakî: Alîgir û xizmên namzetên AKP’ê dengên vekirî bikar tînin

Nûnerê YSK’ê yê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist  û diyar kir ku wan tespît kiriye ku birayên Serokê AKP’a Semsûrê li gel leşkeran li gund bi welatiyan dengên vekirî dane bikaranîn û ew ê li dijî hemû bêhiqûqiyan gilî bikin.

Berdevkê Navenda Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê ya HDP’ê û Nûnerê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist.

Hemû bajar û navçe tên şopandin

Tiryakî da zanîn ku ew ê wek Navenda Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê seranserî rojê daxuyaniyan bidin û ew her bajêr û navçeyan dişopînin. Tiryakî bal kişand ser beşdariya hilbijartinê ya zêde û bang li her kesî kir ku biçin dengê xwe bikar bînin û wê dengê xelkê bike ku Tirkiye ber bi demokratîkbûnê ve biçe. Tiryakî got ew ji niha ve spasiya gel dikin û hezkirin û hrumetên xwe ji wan re dişînin.

Tiryakî bang li wezîfedarên fermî yên sindoqan kir ku ji bo hilbijartinek adilane derbas bibe divê wek “wezîfedarên îktidarê” nexebitin û dê derbarê Fahrettîn Altûn û Savic Sayan de ku hemû derfetên dewletê bo propaganda Erdogan bikar tînin gilî bikin û her wiha dê giliyê hemû rayedarên qesrê û rêveberên AKP’ê bikin.

‘Em ê der barê rêveberên Partiya Vatanê de gilî bikin’

Tiryakî diyar kir ku li Dîlokê bêyî xebera welatiyan wan wek muşahîdên Partiya Vatanê wezîfedar kirine û wiha got: “Li Dîlokê nêzî 2 hezar kesî ku em difikirin hilbijêrên Partiya Çepên Kesk in, gelek ji wan extiyar in, xwendin û nivîsandina wan nîne wek wezîfedarên sindoqan ên Partiya Vatanê hatine qeydkirin. Mixabin tu agahiya van welatiyên me ji vê yekê nîne. Dema çûne ser sindoqan ji wan re hatiye gotin dengê we ne li vir e. Hevalên me parêzer û rêxistina me bajêr û rêxistinên navçeyan mudaxileyê rewşê kirin. Em ê der barê rêveberên Partiya Vatanê ku vê bêhiqûqiyê kirine, gilî bikin.”

Tiryakî bal kişand ser bêhiqûqiyên ku heta niha qewimîne û destnîşan kir ku li Rihayê alîgirên AKP’ê eşkere ango vekirî bi komî rayan bikar anîne. Tiryakî da zanîn ku ev sûce û wê gelê Rihayê xwedî li îradeya xwe derkeve. Tiryakî got ew ê li dijî bêhiqûqiyan heta dawiyê têbikoşin.

Tiryakî anî ziman ku li gelek deveran pûsûlayên ku berê mohrê li bin navê Erdogan hatine xistin hatine dîtîn. Tiryakî destnîşan kir ku wan tespît kiriye ku li gundê Eskîtaşê ya bi ser navçeya Kolîka Semsûrê ve birayên Serokê AKP’a Semsûrê li gel leşkeran bi gundiyan dengên vekirî dane bikaranîn. Tiryakî got li gorî agahiyên hatine ber destê wan dadger çûye gund û derbarê mijarê de lêpirsîn daye destpêkirin û ew vê meseleyê ji nêz ve dişopînin. Tiryakî diyar kir ku li gundê Eşmê yê Qoserê jî alîgir û xizmên namzetê AKP’ê bi komî deng bikar anîne û muşahîdên wan li dijî vê rabûne. Tiryakî da zanîn ku alîgirên namzetê AKP’ê êrişî muşahîdê wan kirine û du hevalên wan birîndar bûne û li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê tên dermankirin.