6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Semsûrê pusûleyên bê mohr dan hilbijêran

Li gundê Yarbaşiyê yê navçeya Sergolan a Semsûrê pusûleyên bê mohr li gundiyan hatin belavkirin.

Dengdana hilbijartina 14’ê Gulanê berdewam dike. Li gundê OLgûnlar ê navenda Semsûrê keyayê gund Mehmet Bûlût, got “Erka her tiştî di destê min de ye” û li ser navê gundiyan deng avêt. Piştî ku endamên lijneya sindoqê mudaxile kirin, keya ji gund derket. Her wiha hat ragihandin ku li gundê Yenîce yê Semsûrê jî gelek kesan bi hev re deng bi kar anîne.

Hat hînkirin ku li gundê Yarbaşiyê yê navçeya Sergolan a Semsûrê jî pusûleyên bê mohr li hilbijêran hatine belavkirin.

Riha

Li Taxa Esmekûlû ya navçeya Karakopru ya Rihayê jî êrîş li parêzerên ku nehiştin deng bi giştî bên avêtin hat kirin. Parêzeran zabitname amade kir û serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê dan. Her wiha parêzeran giliya kesên ku êrîş wan kirin jî kirin.