28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeta Edaletê wê li Enqereyê bidome

Ferît Şenyaşar der barê komkujiya li ser malbatê pêk hatiye de diyar kir ku di vê danişînê de birayê wî Fadil bernedin ew û dayika xwe wê çalakiya Nobeta Edaletê li Enqereyê bidomînin

Li navçeya Pirsûsa Rihayê di 14’ê hezîrana 2018’an de di pêvajoya hilbijartinê de parlameterên demê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî bi ser dikana malbata Şenyaşar de girtin û êrîşî ser malbatê kirin. Di encama êrîşê de Celal Şenyaşar dikanê de bi çekê hat kuştin û Mehmet Şah Yildiz jî mir. Birayê wî Adil Şanyaşar bi birîndarî rakirin Nexweşxaneya Pirsûsê. Xizmên Yildiz bi çekan çûn nexweşxaneyê û tevî Adilê birîndar bawê wî Hecî Esvet Şenyaşar bi awayekî hovane kuştin. Êvara 14’ê hezîranê piştî êrîşa li nexweşxaneyê hemû dîmenên kamerayên nexweşxaneyê hatin windakirin. Tevî ku 5 sal di ser bûyêrê de derbas bûye jî hîn jî gelek kujer nehatine girtin. Bi taybetî jî der barê Îbrahîm Halîl Yildiz de heta niha doz nehatiye vekirin. Yek ji kujeran Îbrahîm Yildiz ê ku der barê wî de biryara girtinê hebû di 16’ê adara 2023’yan de dema li Nexweşxaneya Metropol a Mêrsînê dihat emeliyatkirin mir. Li gel van geşedanan jî hêj doza komkujiyê bi encam nebûye. Malbata Şenyaşar bi daxwaza edaletê 9’ê adara 2021’ê de nobeta edaletê da destpêkirin û lêgerîna edaletê ya Şenyaşaran hê jî didome.

Der barê salvegera komkujiyê de Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar agahî da rojnameya me. Emîne Şenyaşar xwest ku kurê wê Fadil  37 sal û 9 meh ceza lê hatiye birîn serbest were berdan û wiha axivî: “Bila kurê min were malê. Bila kurê min berdin, em jî herin mala xwe. Ez li benda kurê xwe me. Ev der ji mala me pir dûr e, çûn hatin pir zorê. Heta bernedin ez ji ber deriyê edliyê ranabim. Ez ji bo edalatê li ber derê edliyê rûdinêm.  Tenê du kesên wan hatine girtin ez dixwazim hemû kujer bên girtin. Ez dibêjim bila wekîlê wan jî were girtin. Daxwaza me ji gel ev e; bila li hemberî vê zilmê bisekinin, peşiya vê zilmê bigirin. Îro li me wisa kirin wê sibê li hin kesên din bikin. Bila me terkî vê zilmê nekin.”

Edalet ji her kesî re lazim e

Ferît Şenyaşar got ku li Pirsûsê malbatake zilmkar di nava AKP’ê de bû parlamenter û wiha axivî: “Bi alîkariya dewletê ev malbata zilmkar bi ser dikana me de girtin. Di dema êrîşê em tev birîndar bûn. Piştre li nexweşxaneyê êrîşî me kirin. Li ber çavên dewletê û gel 2 birayê min û bavê min kuştin. Edalet ji her kesî re lazim e. Divê ev kesên vê komkujiyê kirine werin darizandin. Ger dewlet wan ceza neke wê sibê du sibê dîsa mirovan bikujin. Daxwaza me ji gel ev e ku xwedî li dozê derkevin. Dadgeha me heye em gelê xwe hemû vedixwînin danişînê. Ev doz ne doza me tenê ye, kesên wijdana wan hebe bila werin xwedî lî dozê derkevin.”

Zilmê qebûl nekin

Şenyaşar bi bîr xist ku wan zilma malbata Yildiz qebûl nekirine, ji ber vê yêkê ev hovîtî li ser wan meşandine û wiha domand: “Heke me dest bi nobeta edaletê nekiriba wê ev kesên ku komkujî kirine parlamenter û malbata wî wê wekî qehreman bimana. Me ev zilm qebûl nekir. Ez û dayika xwe berê li Enqereyê piştre jî em hatin ber edliya Rihayê çalakiya xwe domand. Piştî ku me ev çalakî dest pê kir salek û nîv şûnde doza dikanê hat vekirin û Enver Yildiz ê birayê parlamenterê AKP’ê ye hat girtin. Li hember binçavkirina zilm û zordariyê jî me çalakiya xwe ne terikand. Em dibêjin heta edalet pêk were em ê çalakiya xwe dewam bikin. Me doza êrîşan li nexweşxaneyê jî vekir lê dibêjin qeydên nexweşxaneyê hatine dizîn. Em dizanin di arşîva dewletê de hene, wê derkevin holê.  Daxwaza me yek jê birayê min ê bêsûc e û 5 sal in di zindanê daye bila were berdan. Heke di vê dadgeha pêşiya me de jî birayê min bernedin ez û diya xwe em ê çalakiya xwe li ber derê adliya Enqereyê dewam bikin. Em ê pankarta ku me li ser wê, ‘Edalalet’ nivîsandiye li diwarê Wezareta Edaletê daliqînin. Em ê çalakiya xwe mezintir bikin da ku edalet pêk bê.”

Bila hemû kujer bên girtin

Şenyaşar têkildarî doza hatiye vekirin de jî anî ziman ku Doza ji bo komkujiya dikanê vekirin veguherî darizandineke xapînok wiha pêde çû: “Di vê dozê de birayê min girtin. Cezayê birayê min li dadgeha îstînafê  xira bû. Doza nexweşxaneyê jî 4 sal û nîv şûnde hat vekirin. Parêzerê me ev qebûl nekir got ku nexweşxane cuda dikan cuda nabe, ev doz yek in. Îtîrazên parêzerên me qebûl nebû.  Doz 4 sal şûnde li îstînafê xira bû. Doz şand dadgeha Meletiyê û danişîn di 18’ê tîrmehê de li 5’emîn Cezaya Giran a Meletiyê dê were dîtin. Ev doz li dikanê dest pê kiriye li nexweşxaneyê dewam kiriye. Ji doza nexweşxaneyê yek jê birayê parlameter du kes hatin girtin. Di doza dikanê de jî piştî sal û nîvekê birayekî Yildiz hat girtin. Ji bo vê dozê sê kes ji aliyê din hatine girtin. Yê me jî birayê min girtî ye. Doz hîn dewam dike. Wê ji bo dadgeha pêşiya me bijîşk û hemşîre tev werin îfade bidin. Em dixwazin birayê min were berdan û herî kêm 5 kesên li nexweşxaneyê komkujî pêk anîn werin girtin.”