6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Penaberî ne pirsgirêka pêşî û ne jî ya dawî ye

Serokê Komîsyona Mafên Penaberan a Baroya Amedê Ahmet Mullamuhammed der barê rewşa penaberan de wiha got: "Li vî welatî Wezareta Karên Hundir li gorî kêfa xwe tevdigere.  Bixwaze kê bike welatî dike û yên naxwazin jî nakin.”

Şerê hêzên hegemon herî zêde zirarê dide welatiyan û ev jî rê li ber penaberiyê vedike. Bi taybetî şerê dewleta tirk a li hemberî gelê kurd daye meşandin de bi milyonan kurd ji cih û warên xwe hatin dûrxistin. Penaberên kurd li ser erdnîgariya xwe bûne penaber. Minaka vê ya li ber çavan şerê dijwar a dewleta tirk ku li bakurê Kurdistanê dabû destpêkirin e.  Bi deh hezaran kurdên ji ber zilma dewletê çûn başûrê Kurdistanê, li wir bûn penaberên li ser xaka xwe. Vê carê li wir bi zilm û êrîşên PDK’ê re rû bi rû man. Hîn jî PDK bi piştevaniya dewleta tirk ambargoyê li ser gele Mexmûrê dimeşîne û dem bi dem jî êrîş dike.

Neteweyên Yekbûyî ji bo balê bikşîne ser rewşa penaberan 20’ê hezîrana 2001 wekî Roja Penaberên Cîhanê îlan kir. Ji sala 2001’ê vir ve her 20’ê hezîranê ji aliyê saziyên cuda ve çalakiyên taybet tên lidarxistin. Rastiya ku îro di qada navneteweyî de tê bibîranîn, bi armanca balkişandina ser pirsgirêkên penaberan û afirandina hişmendiya civakî ye. Tirkiye ji ber peymanên vegerê û ji ber ku welatên Ewropayê sînorên xwe ji penaberan re girtine, ji bo gelek penaberan bûye welatê mebesta derbasbûnê.  Lê belê bi polîtîkayên çewt ên mafên mirovan û penaberan, bi milyonan penaber rastî  binpêkirinên giran ên mafan hatin. Penaber ji qanûnên navxweyî yên welatên ku lê ne sûd nagirin. Li gorî Komseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) ji Şerê Cihanê yê Duyemîn heta niha hejmara penaberan zêdetirî 100 milyon e. Ev jî rastiya şerên desthilatan radixe ber çavan.

Bi penaberan re dibin alîkar

Serokê Komîsyona Mafên Penaberan a Baroya Amedê Ahmet Mullamuhammed der barê rewşa penaberan de ji rojname ya me re axivî. Mullamuhammed got ku wekî komîsyona mafên penaberan tiştên ji destên wan tên ji bo penaberan dikin û wiha axivî: “Dema ji wan re alîkariya edlî lazim be û vê daxwazê ji Baroyê bixwazin ji ber rewşa wan ya aborî em alîkariya edlî didin wan. Ji bilî vê jî em bi saziyên sivîl ên ku ji bo penabera dixebitin re civîn û komxebatan jî pêk tînin. Em mafên wan ên penaberiyê bi wan ve didin nasîn, çi mafên wan hene, dikarin di kîjan mijarê de çi bikin jî em ji wan re dibêjin. Dema ku rastî êrîşekê bên em xwe digihînin wan û bi hev re serlêdana sûc dikin. Yanî em karekî hiqûqî bi rengekî pispor bi penaberan re pêk tînin. Em li ser polîtîkayên ku li dijî mafên mirovahiyê tên kirin disekinin û hewl didin çareser bikin.”

Mullamuhammed diyar kir ku siyasetmendar dertên dibêjin ew ê penaberan  bişînin  derveyî sînorên vî welatî û wiha domand: “Tu mafê kesî tune ye ku kesî bişîne  derveyî sînor. Ev penaber ne bi xêra wan li van deran e. Rast e sînor hene lê ev sînor kê daniye, çima daniye? Beriya sedsalan ev sînor tune bûn. Kal û pîrê van kesên penaber ji vir çûne welatekî, ji wir jî çûne welatekî din. Dema mirov sînoran pênase dike çiqas tiştekî bê wate dertê holê. Radibin dibêjin bila herin, tu kî yî ku tu dibejî bila herin. Mînakekê bidim, kal û pîrê min derbasî sînorê  Sûriyeyê bûne piştre em derbasî vir bûn. Yanî ev tişekî erdnîgarî ye. Çima berê ev koçberî erênî bû, çima niha rastî erîşan tên. Ev deh pazdeh sal in li Sûriyeyê şer pêk hatiye. Kesên ji ber van sedaman tên jî dibêjin dema ev pirsgirêk çareser bibin em ê dîsa vegerin welatê xwe, ne ji bo ku bi temamî li vir bimînin. Dema mirov bêje ez ê wan bişînim divê ew 15 salên ku li vir jiyane jî mirov di ber çav de derbas bike. Yanî me çavê xwe vekir her kes ne li cihê xwe bû û êdî li wir dijîn. Ji ber vê ev gotinên nîjadperestî di nirxekî mirovahiyê de nehatiye gotin. Wekî her welatî pirsirekên vî welatî jî gelek in. Lê penaber ne pirsgirêka yekemîn in,  ne jî ya dawî ne. Heta li gorî min ev ne pirsgirêk e.”

Mullamuhammed bi bîr xist ku ji bo penaberekî/ê bibe welatî şert û mercên her welatî cuda ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li gorî qanûnan em bêjin kesek li vî welatî ji dayik bibe jî welatî nayê qebûlkirin. Ji bo kesek bibe welatî divê 5 salan an jî ku bi zewacê 3 sal piştre wî mafî dest bixe. Lê li vî welatî Wezareta Karên Hundir li gorî kêfa xwe tevdigere.  Bixwaze kê bike welatî dike û yên naxwazin jî nakin. Divê were zanîn ku ji bo kesên ji Sûriyeyê hatine qanûnek îstîsnayî çêkirine.”