27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DÎSK: Divê mûçe li ser enflasyona rast bên hesabkirin

Seroka DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû diyar kir ku divê pêvajoya tespîtkirina mûçeyê kêmtirîn demokratîk bibe û destnîşan kir ku divê mûçeyên kêmtirîn ne li ser reqamên TUÎK’ê li ser reqamên enflasyonê yên rast bê hesabkirin.

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bi armanca daxwaz, pêşniyar û tespîtên têkildarî mûçeyên kêmtirîn ragihîne li avahiya navenda giştî civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku Lijneya Rêveberiya DÎSK’ê tê de cih girt de Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû axivî.

Çerkezoglû, diyar kir ku hikumet û karsaz bi mûçeyên kêmtirîn ên niha re karker di bin sînorê birçîtiyê de hiştine û anî ziman ku li dijî enflasyona bilind karker têkoşîna debarê didin. Çerkezoglû wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber bihabûna zêde û zeman ji ber kêmbûna hêza kirînê mûçeyê kêmtirîn di nava salê de wê cara duyemîn were nûkirin. Ji duyan sê lêçûnên 17 milyon kesan ji bo kirê û xurekan diçe. Li gorî daneyên Navenda Lêkolînên Çînan a Metal Îş a Yekgirtî (BÎSAM) ên meha Gulanê sînorê birçîtiyê 10 hezar û 072 lîre, sînorê xizantiyê 34 hezar 838 lîre ye. Dema em mûçeyên nîvekî yên li Tirkiyeyê bi van hejmaran re didin ber hev, em careke din destnîşan dikin ku mûçeyê kêmtirîn pirsgirêka mîlyonan e.”

Divê li ser enflasyona rasteqîn bê diyarkirin

Çerkezoglû, destnîşan kir ku divê pêvajoya tespîtkirina mûçeyên kêmtirîn demokratîk bibe û anî ziman ku divê ji bilî Turk Îş’ê konfederasyonên din jî tev li civînan bibin. Çerkezoglû, bi lêv kir ku divê mûçeyê kêmtirîn ne li ser daneyên TUÎK’ê li ser daneyên enflasyonê yên rast bê hesabkirin û wiha got: “Divê standardên navnetewî berçav bên girtin. Divê ferqa mûçe ya di navbera karkerên sektora taybet û karkerên cemaweriyê de ji holê bê rakirin. Divê mûçeya mehane ya teqawîtan a herî kêm jî di asta mûçeyên kêmtirîn de bê diyarkirin.”