18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan gelek Dayikên Şemiyê binçav kirin

Polîsan li Qada Galatasarayê êrîşî Sayikên Şemiyê kir û tevî biryara AYM’ê jî gelek Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan binçavan kirin.

Dayikên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 948’emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe domandin. Tevî ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) “binpêkirinê” daye jî lê polîsan qadê dorpêç kir û Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan kêliya ku gihîştin qadê asteng kir. Polîsan êrişî dayikan û parêzvanan kir û ew binçavan kirin.

Polîsan rojnamevanên ku xwestin dîmen û wêneyan bigirin jî ji qadê dûr xistin. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Miroan (ÎHD) Eren Keskîn jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Eren Keskin, Gulseren Yolerî, Besna Tosun, Îrfan Bîlgîn, Ozge Bakir Efe, Mehmet Mert Karatag, Masîde Ocak, Hanîfe Yildiz, Alî Ocak, Mîkaîl Kirbayir, Leman Yurtsever, Hasan Karakoç, Îkbal Eren, Hunkar Yurtsever, Huseyîn Aygul, Coşkûn Ustercî, Umît Efe, Cuneyt Yilmaz.