5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Demîrtaş ji bo hilbijartina serokkomariyê banga dengdanê kir

Selahattîn Demîrtaş bal kişand ku dibe hilbijartina 28’ê Gulanê bibe hilbijartina dawî ya li Tirkiyeyê û wiha got: “Xwişk û birayên min vî destî bigirin. Dengê xwe bidin Kiliçdaroglû, bila Tirkiye bêhnê bigire.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş, beriya hilbijartina tûra duyemîn a Serokkomariyê ya sibê dê bê kirin, li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal, ji bo namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû daxwaza piştgiriyê kir.

Parvekirina Demîrtaş wiha ye: “Sibê ne dawiya dinyayê ye lê dibe ku bibe dawiya aboriyê û demokrasiyê. Sibê ne roja qiyametê ye lê dibe ku bibe hilbijartina dawî. Em soza aştî û aramiyê didin Tirkiyeyê; destê xwişk û biratiyê dirêj dikin. Xwişk û birayên min vî destî bigirin. Dengê xwe bidin Kiliçdaroglû bila Tirkiye bêhnê bigire.”