5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Qesra Rûmîneyê  panela ‘Ji Peymana Lozanê wêdetir’

Li dijî Peymana Lozanê panel hat lidarxistin. Di panelê de hat destnîşankirin ku çareserî paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.

Di çarçoveya rêzepanelên ku di meha Nîsanê de hatibûn destpêkirin de Komîteya 2023’an a Lozanê, li Qesra Rûmîneyê ku Peymana Lozanê lê hat îmzekirin, panelek bi sernava “Ji Peymana Lozanê wêdetir: Ji bo şer mirov dikare kîjan çareseriyên aştiyane bibîne?” hat lidarxistin.

Parlamenterê Tîcono Kanto yê Swîsreyê Dr. Beppe Savary moderatortiya panelê kir. Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle, Ji Zanîngeha Graz a Avûstûryayê Profesor Bîlgîn Ayata, ji Zanîngeya Silêmaniyê Profesor Pîshko Hamatar û Zanistvanê Siyasetê Abbas Valî semîner dan.

Hamatar: Kurd ji Lozanê hetanî îro têkoşîna xwe didomînin

Prof. Pîshko Hamatar qala pêvajoya dîrokî ya bi nêzbûna Peymana Lozanê re kir û got ku gelê Kurd ji Lozanê hetanî îro li 4 parçeyên Kurdistanê têkoşîna xwe ya azadiyê didomîne.

Ayata: Şoreşa rojava ji bo herêmê dibe ku di pêşerojê de bibe çareserî

Bîlgîn Ayata qala çêkera dewleta tirk ku bi Peymana Lozanê çêbû, kir û anî ziman ku kodên dewleta nû ya hatî çêkirin, li ser bingehê yekşexsîtiyê hatiye avakirin. Prof. Ayata qala encamên giran ên Peymana Lozanê û avakirina Peymana Lozanê kir û ev tişt got: “Îro li navenda sîstema ku li Rojavayê Kurdistanê hatî avakirin, jin cihê xwe digirin. Ev sîstema ku bi pêşengiya jinan hatî avakirin, ji bo herêmê dibe ku di pêşerojê de bibe mînakeke çareseriyê.”

Dîcle: Çareserî di paradîgmaya modernîteya demokratîk de ye

Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle ji bo tunekirina encamên giran û pirsgirêkên herêmê, îşaret bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a serokê PKK’ê Abdullah Ocalan kir. Dîcle di berdewama semînera xwe de bi berfirehî qala projeya Konfederalîzma Demokratîk kir.

Abbas Valî: çareserî di avakirina sîstemên pir nasnameyê de ye

Siyasetmedarê Kurd Abbas Valî bi riya onlîne beşdarî panelê bû û semîner da. Abbas Valî destnîşan kir ku ji bo tunekirina xisarên ku Peymana Lozanê daye gelan, li herêmê divê sîstemên pir nasname û çandî bên avakirin û ji bo vê yekê jî îşaret bi girîngiya paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan kir.