18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ceylan: Em nehêlin dengek jî ji me bidizin

Hevserokê HDP’a Amedê Zeyad Ceylan, ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bang li gelê Amedê kir ku biçin ser sindoqan û nehêlin ku diz dengek jî bidizin.

Di 28’ê Gulanê de wê tûra duyemîn a hilbijartina Serokkomariyê pêk bê. Di hilbijartinê de namzetê Tifaqa Cûmhûr Tayyîp Erdogan û namzetê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû hevrikên hev in û ji bo wan wê deng bên avêtin. Ji hilbijartinê re tenê rojek ma û di vê çarçoveyê de ji bo dengdayinê bang tên kirin. Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Zeyad Ceylan jî bang li gel kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Hevserok Zeyad Ceylan, di banga xwe de ev tişt gotin: “Careke din bangewaziya me li gelê me; çawa em di 14’ê Gulanê de bi hev re bûne îrade em ê di 28’ê Gulanê de jî bi hev re herin ser sindoqan. Çawa ku me di 14’ê Gulanê faşîzmê têk bir em ê careke din wan têk bibin. Dîsa bangewaziya me li gelê me û welatiyên Amedê ye ku roja hilbijartinê herin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Em gelê xwedî îradeyeke bi milyonan e. Em ê sindoqan bi dengê xwe yê welatparêziyê biteqînin. Em ê nehêlin diz yek dengek me jî ji me bidizin.”