13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çandar: Bi zextan bingeha lihevkirinê ava dikin

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Cengîz Çandar, pirsgirêka avê û tazmînata petrola qaçax ku Tirkiye ji başûrê Kurdistanê kirîbû bi bîr xist û got ku Tirkiye û Iraq bi aloziya Mexmûrê bingeha lihevkirinê ava dikin.

Di pêvajoya ku Tirkiye diçe hilbijartinê de artêşa Iraqê di 20’ê Gulanê de bi ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) de girt. Bi vê hewldanê hikûmeta Iraqê dixwaze wargehê dorpêç bike û dora wê bi têlan bigire û li ser rê rêya ku diçe wargehê nuqteyên kontrolê yên leşkerî ava bike. Ji 20’ê gulanê ve niştecihên wargehê li dijî vê yekê derdikevin û bi berxwedana ku raber dikin destûr nadin hikûmeta Iraqê dora wargehê têl bike û nuqteyên kontrolê ava bike.

Aloziya ku hikûmeta Iraqê derxistiye û berxwedana li dijî vê aloziyê li wargehê didome û ji ber vê sedemê têketin û derketina wargehê ji aliyê artêşa Iraqê ve hatiye girtin. Li gorî agahiyên ku ji herêmê tên wergergirtin çaraliyê wargehê bi maşîneyên zirxî hatiye dorpêçkirin. Her wiha nirxandin û nîqaşên li ser vê aloziyê jî berdewam dikin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengîz Çandar ku herêmê û hevsengiyên wê ji nêz ve dinase, der barê mijarê de ji rojnameya me re axivî.

‘Divê li dij were derketin’

Parlamenter Cengîz Çandar, diyar kir ku hikûmeta Iraqê bi awayekî berbiçav zextê li Mexmûrê dike û ev tişt got: “Bi qasî ku ez têdigihêjim ew bi van zextan hewl dide li ser hin mijaran bi Tirkiyê re zemîna lihevkirinê amade bike. Her wiha dixwaze li ser rêveberiya Hewlêrê jî zextan ava bike. Bi çi awayî jî hûn lê binêrin, ev wêneyek pir qirêj e. Ji ber ku gelê li Mexmûrê dijîn, gelê bêguneh e ku ji ber şert û mercên Tirkiyeyê bi neçarî koçî wir kiriye. Em dikarin bibêjin ku gelê li Mexmûrê dijîn mezlûm û êşkêş in. Ev tê wê wateyê ku hewl didin şert û mercên jiyanê yên ev gelê bindest û mexdûr li wir girantir bikin. Ev parçeyek siyaseta giştî ya dij-kurd a hin rejîmên herêmê, bi taybetî jî rejîma Tirkiyê tê kirine. Ev ji bo tu armanceke din nayê kirin. Ji ber vê yekê, divê li dij were derketin.”

‘Lihevkirinek çêdkin’

Di berdewama axaftina xwe de Çandar, bal kişand ser helwesta PDK’ê ya ji bo aloziya li Mexmûrê û der barê mijarê de ev nirxandin kir: “Heta niha tu bertekeke Hewlêrê nîne. Mirov dikare bibêje ku ev tiştên diqewimin bi daxwaza Tirkiyeyê ne. Lê dibe ku Tirkiye li beramberî tiştekî van tiştan dike. Yan jî dibe ku Iraq ji bo hin hêviyên xwe yên li hember Tirkiyê vê yekê dike. Dibe ku pirsgirêka avê be. Pirsgirêka avê mijarekî dûredirêj e di navbera Tirkiye û Iraqê de. Ya duyem jî ji bo nefta li Başûr biryara şopandina navneteweyî derket. Belkî têkîlî vê mijarê be jî. Ji ber mijara dayîna tazmînatê jî heye ku Tirkiye bide Iraqê. Belkî lihevkirineke çê dikin dibên hûn vî tiştî bikin em ê jî tezmînatê bidin, nizanim lê ev tişt tên hişê mirov. Ku bala we kişandibe em nirxandinan dikin û dibêjin Enqere çi difikire, Bexda çima wisa dike lê Hewlêr nayê hişê me. Ji ber ku heta niha me bertekek Hewlerê nedîtiye. Hewlêr di vê mijarê de pir lawaz e. Di navbera Enqere û Bexdayê de Hewlêr dikeve cihekî lawaz.”