28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

​​​​​​​Rûken Ehmed: Li dijî tecrîdê têkoşînê bilind bikin

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed diyar kir ku çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye, lewma divê dijî tecrîdê têkoşîn were bilindkirin û saziyên weke CPT'yê jî erka xwe bi cih bînin.

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed de barê tecrîda girankirî ya li ser Rêber PKK’ê Abdullah Ocalan ku ev 25 sal in tê meşandin û bêdengiya rêxistinên têkildar ên navneteweyî de ji nûçegihana ANHA’yê Hêlîn Eylûlê re axivî.

Rûken Ehmedê bal kişand ku sîstema li Îmraliyê tê meşandin bê hiqûqiyeke mezin e û her diçe tecrîd tê girankirin, faşîzma AKP’ê aloziyê kûrtir dike.

Rûken destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê di heman demê de li ser hemû gelê kurd û gelên heremê tê meşandin. Lewma gelê kurd û gelên herêmê bi salan e ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya fizikî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkoşînê dimeşînin.

Rûkenê bi bîr xist ku Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan li hemberî pergala desthiladar berxwedaneke dîrokî dimeşîne û bi pirtûkên xwe riya çareseriyê nîşan daye û got: “Bi taybetî têkildarî mijara ‘di civakan de şer û aşitî tê çi wateyê?’ dahurandinên girîng kirine û rêbazên çareseriyê danîne holê.”

Divê CPT li gorî erka xwe tevbigere

Rûken Ehmed bêdengiya saziyên navneteweyî ya li hemberî bêhiqûqiya li Îmraliyê rexne kir û got: “Hemû cîhan bêdeng maye. CPT ku mafê wê heye li her devereke binpêkirin çêdibin lêkolînan bike, bêdeng maye. Tevî ku şandeya wan çû Îmraliyê jî, tiştekî ku civakê îkna bike nekir. CPT di bin siya hêzên komploger de ye lê em weke gelê kurd dibêjin çi dibe bila bibe pêwîst e CPT li gorî erka xwe tevbigere.”

Rûken Ehmed diyar kir ku CPT’yê jî êdî ketiye bin bandora siyasetên dewleta tirk, ji ber ku ew xwedî li berpirsiyarî û erka xwe ya parastina Rêber Abdullah Ocalan û rawestandina cezayên dîsplîn dernakeve.

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed  da zanîn ku bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan riya rizgarkirina mirovahiyê ji koletî, zilm, despotî û rizgarkirinan jinan e, lewma divê têkoşîn were bilindkirin û ev bang kir: “Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi riya daxuyanî, name, meş komkirina îmzayên ji bo CPT  hatin şandin gelek bername çêbûn. Hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê li qadan bûn. Lê pêwîst e ev têkoşîn were bilindkirin û azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were pêkanîn.”