3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 8’mîn de berdewam dike

Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike. Ji bo vê jî bi sedan leşker, tevî wesayîtên zirxî û wesayîtên kar şandiye derdora wargehê.

Li hember vê ferzkirinê, xelkê Mexmûrê 8 roj in li hember leşker, wesayîtên zirxî, dorpêç û êrîşê li ber xwe dide û dibêje ew ê bi tu awayî nehêlin ku kamp were têlkirin û dorpêçkirin.

Leşkerên Iraqê di 20’ê Gulanê de hewl dan derdora wargehê têl bikin, şêniyên wargehê li hember wê hewldanê derketin. Lê leşkerên Iraqê rasterast gule berdan xelkê û di encamê de ciwanek birîndar bû.

Ajansa Rojnews`ê dîmenên dema leşkerên Iraqê guleyan berdidin xelkê wargehê belav kirin. Di wan dîmenan de jî diyar dibe ku leşker raste rast gule berdane xelkê wargehê. Li gorî dîmen, di kêliya dawîn de ciwanek bi guleyê birîndar dibe û dikeve erdê.

Şaneya Ewlekariyê ya Iraqê ragihandibû ku hêzên wan êrîşî xelkê penaber nekirine, lê dîmenên hatine parvekirin tiştekî din didin xuyakirin.