13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Brukselê konferansa ‘Di Çarçoveya Zext û Şoreşê de Îran’ hat lidarxistin

Bi hevkariya Enstîtuya Kurd a Brukselê, Çep a Ewropayê û Sosyalîstên Pêşverû û Demokratan û Keskên Ewropayê wê roja 6’ê Hezîranê konferansa “Serhildana bi Pêşengiya Jinê: Di Çarçoveya Zext û Şoreşê de Îran” were lidarxistin.

Enstîtuya Kurd a Brukselê wê li navenda Yekîtiya Ewropayê Brukselê roja 6’ê Hezîranê “Konferansa Serhildana bi pêşengiya Jinê: Di Çarçoveya Zext û Şoreşê de Îran” li dar bixe. Konferans wê li Salona Spînellî ya Parlamentoya Ewropayê 1G2 di navbera salet 10.00-18.00 were lidarxistin. Konferans bi hevkariya Çep a Ewropayê, Sosyaslîstên Pêşverû & Demokrat û Keskên Ewropayê tê organîzekirin.

Endamê PE’yê, aktîvîstên tevgerên jinan, nûnerên rêxistinên karkeran û nûnerên partiyên siyasî weke axaftvan di konferansê de cihê xwe digirin. Bernameya konferansê wiha ye: Vekirina Konferansê wê endamê PE’yê Costas Mavrîdes ku mensûbê Koma Tifaqa Demokratan û Sosyalîstên Pêşverû yên li Parlamentoya Ewropayê; Berdevkê Platforma Demokratîk a Îranê Azad Karîmî, Aktîvîsta Tevgera Jinan Ellahe Sadr bike.

Panela yekem a konferansê wê bi moderatortiya Rojîn Mûkriyan bê kirin û wê krîza heyî ya li Îranê bê nîqaşkirin.

Di panela duyemîn de jî wê “Berpirsyarî û perspektîfên kurdan ên ji bo demokratîkbûna Îranê” bê nîqaşkirin.