28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nîjadperestiya faşîzan ava dikin

Tirkiye li çar parçeyên Kurdistanê stratejiyeke nîjadperestî bi pêş dixe û armanca wan ew e ku pêla nîjadperestiyê gurtir bikin. Hewl didin nîjadperestiya reş û faşîzan ava bikin.

Ev sedan sal in ku dewletên hegemon û Tirkiye hewl didin ku nav, çand û hebûna kurdan tune bikin. Ji bo van armancên xwe rê û rêbazên cûr bi cûr bi kar anîn. Di vê serdemê de jî rejîma AKP-MHP’ê ji bo tunekirina îradeya kurdan tune bikin çi ji destên wan tê dikin. Hewl didin vê yekê jî bi kuştin, girtin û asimîlasyonê  bi encam bikin.

Edî em hatin dawiya peymanên sedsalê, li Rojhilata Navîn jinûve sazûmaniyeke siyasî tê kirin û Tirkiye dixwaze bibe hêzeke mezin. Siyaseta kurdan hem ji bo armancên xwe asteng dibîne, hem jî ji bo bihêzkirina destên xwe wek hincet bi kar tîne. Wek tê zanîn ku hêzên neteweyî dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dizayn bikin. Armanca Tirkiyeyê jî ew e ku li Rojhilata Navîn bibe dewleta yekemîn. Ji ber vê bi operasyonên hundirîn û derve bi hilebazî li hemberî gelê kurd şerekî çarhêlî daye despêkirin.

Şerê lu dijî kurdan

Ev desthilat her ku lawaz dibe serî li planên şer ên nû dide. Ew operasyonên ku li Kurdistanê didin meşandin yek ji parçeyek hedefa wan a kirina meydana şer a li dijî kurdan e. Tawanên şer ên Tirkiye yê li dijî kurdan, rêzeke tawanên şer e ku di dîrokên cûr bi cûr de ji aliyê artêşa dewleta tirk ve li dijî kurdan pêk hatiye. Komkujiya Zilanê û Komkujiya Dersimê, tawanên sereke yê şer e ku di van komkujiyan de bi hezaran kes ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatine kuştin. Li gorî daxuyaniyên fermî di Komkujiya Dersimê de 8 hezar 605 kurd ji aliyê artêşa tirk ve hatine kuştin û di Komkujiya Zilanê de li gorî daxuyaniyên çapemenî û rojnamegerên wê demê 50 û 75 hezar kurd ji aliyê artêşa dewleta Tirkiyeyê ve hatin kuştin.

Di salên dawiyê de artêşa Tirkiyeyê li bakur, rojava û li başûrê Kurdistanê li dijî sivîlan êrîşên hewayî pêk anî. Gelek belgeyên ku tawanbariya tirk piştrast dike ji hêla saziyên navneteweyî ve hatine tomarkirin. Yek ji van êrîşên sereke yên hewayî Komkujiya Roboskiyê ye û yek ji êrîşên sereke yên ku di dema hikûmeta Recep Tayyîp Erdogan de li dijî sivîlan pêk hatiye. Bi van êrîşên hewayî bi dehan zarok û kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Sivîlan qetil dikin

Li bakurê Kurdistanê piştî hilbijartina giştî ya 7’ê Hezîrana 2015’an de ku hikûmeta AKP’ê têk çû, şerê dijwar hat destpêkirin. Piştî vê têkçûnê ji aliyê hikûmeta Recep Tayyîp Erdogan ve di civîna Lijneya Ewlehiya Milî ya Tirkiyeyê (MGK) de li dijî kurdan biryara operasyonek bi navê ‘Çongdanînê’ amade kir û xistin meriyetê.

Gelê kurd ji bo xwe ji êrîşên desthilata AKP-MHP’ê, bi kolandina xendekan xweparastina xwe pêş xistin. Desthilat AKP-MHP’ê bi balafir, tang, top û çekên giran êrîş birin ser bajaran. Di encama van êrîşên hovane de li navçeyên Cizîr, Gever û Nisêbînê gelek zarok, jin û kesên sivîl hatin kuştin. Yek ji van kesan jina 75 salî Taybet Înan bû. Dayika Taybet a  ku li navçeya Silopî hate kuştin bi rojan cenazeya wê li kolanê ma. Ji bo rakirina cenazeya dayika Taybet gelek saziyên sivîl siyasî ketin nava liv û tevgerê, lê dewleta tirk destûr neda ku cenaze bê hilanîn û cendekê dayika Taybet heft rojan li kolanê ma.

Yek ji tawanên şer ên ku di dema  Erdogan de li dijî kurdan pêk hatiye kuştina siyasetmedar û endezyara kurd Hevrîn Xelef bû. Hevrîn Xelef di dema dagirkirina Serêkaniyê û Girêspî de ji hêla çeteyên dewleta tirk ve bi saxî hatibû girtin û bi awayekî hovane hat qetilkirin.

Tiştê  dixwestin bi dest nexistin

Bi êrîşên bi vî rengî dixwazin tirseke li herêmê ava bikin û her wiha êrîşên ku li çar parçeyên Kurdistanê li ser gel tên kirin stratejiyeke nîjadperestî ya desthilata AKP-MHP’ê ye. Armanca wan ew e ku pêla nîjadperestiyê gurtir bikin. Hewl didin nîjadperestiya reş û faşîzan a ku sedsal in heye dijwartir bikin. Ev yek di mîtînga Şaredarê Stenbolê Ekram Îmamoglu ya Erziromê de xistin meriyetê. Ji ber hestyariya Îmamoglu û beşdarên mîtîngê ev plana faşîzan vala hat derxistin.

Wek tê zanîn di 14’ê Gulanê de hem ji bo hilbijartina serokkomariyê û hem jî ya parlamenteran gelê Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê çûn ser sandoqan. Her wiha beriya vê jî li derveyî welat jî gel dengê xwe bi kar anîn. Di encamê de textê AKP-MHP hêjiya û tevî hemû dek û dolaban encama  ku dixwestin bi dest nexistin û hilbijartina serokkomariyê ji tûra duyemîn re ma. Wer xuyaye ku wê di pêvajoya tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê de jî nîjadperesên reş û faşîst derxin kolanan û êrîşî ser gel bikin. Divê gelên Tirkiyeyê yên li dijî provokasyonên desthilata  AKP-MHP’ê hişyar bin û li rê nedin provokasyonên bi vî rengî. Ya herî girîng jî divê radestî provokasyonên vî rengî nebin. Êdî piştrast bûye ku wê desthilata AKP-MHP’ê van faşîstan wekî amûreke hilbijartinê bi kar bînin.

Dengê xwe bikin yek deng

Divê edî hem gelê kurd û hem jî gelên Tirkiyeyê xwe ji van polîtikayên tirsandinê û ji hev parçekirinê  rizgar bikin û dawî li pêla nîjadperestiya reş û faşîzan bînin. Her wiha divê baweriya xwe bi xwe, bi jiyana hevpar û demokrasiye bînin, xwe ji vê deshilatiya yekzilamî xelas bikin, azadiya gelan biparêzin û dengê xwe bikin yek deng.