8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aydenîz: Guh nedin boykotbêjan, em biçin dengdayînê

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di civîna gel ya li bajarokê Gundikê Melê de axivî û got: “Ew kesên ku dibêjin gelê kurd hilbijartinê boykot dike, divê ku em guh nedin wan û biçin ser sindoqan û dengê xwe ji demokrasiyê re bikar bînin.”

Partiya Çepên Kesk ji bo hilbijartina serokkomariyê xebatên xwe berdewam dike. Li bajarokê Gundikê Mele yê ser bi navenda Şirnexê ve bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya DBP’ê û Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Salîha Aydenîz, parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê, rêveberên HDP, DBP, aktîvîstên TJA’yê civîn hat lidarxistin.  Şandeya Partiya Çepên Kesk li ber avahiya HDP’ê ya bajarok bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

‘Sekna gelê kurd aşkere ye’

Di hevdîtinê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîz diyar kir ku îktidara AKP’ê polîtîkayên xwe li ser tunekirina gelê kurd dide meşandin û wiha axivî: “Di vê hilbijartinê de gelê me sekneke pîroz nîşan da. Em ji bo vê seknê gelê xwe pîroz dikim. Dê niha jî tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê bê lidarxistin. Niha jî hin qirêjiyan didin meşandin û dixwazin ku serê gelê me tev li hev bikin. Lê divê ku em li van polîtîkayan guhdar nekin û biçin ser sindoqê ji bo guhertinê dengê xwe bikar bîne. Em ji gelê xwe bawerin ku wê sekna xwe nîşan bide. Em çiqas bêjin bila pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên demokratîk bê çareserkirin ewqasî êrîşên xwe zêde dike. Hûn çiqas polîtîkayên tunekirinê bidin meşandin jî dê li dijî vê sekna gelê me her aşkere be.”

‘Ev îktidar faşîzmê bi xwe re tîne’

Aydenîz di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û got: “Ew ê ku dibêjin bekaya welat ew bekaya qesrê diparêzin. Ew kesên ku behsa demokrasiyê dikin dijminatiya vî gelî dikin. Ev gel mifteya çareseriyê ye. Niha dixwazin ku vê mifteyê ji destê gelê kurd bistînin lê nikarin û gel di 14’ê Gulanê de careke din daxwaza xwe ya guhertinê nîşan da. Ev îktidar faşîzmê bi xwe re tîne, ji ber wê ew kesên ku dibêjin gelê kurd hilbijartinê boykot dike, divê ku em guh nedin wan û biçin ser sindoqan û dengê xwe ji demokrasiyê re bikar bînin.”

Piştî axiftina Aydenîz, li daxwaz û pêşniyarên gel hatin guhdarkirin. Piştî bernameya li Gundikê Melê, şandeyê berê xwe da navenda Şirnexê. Aydenîz û şandeya pê re li Şirnexê jî bi nûnerên rêxistinên sivîl re civiyan.