3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Mexmûrê li Swîsreyê li ber Konsolxaneya Iraqê çalakî

Ciwanên kurd li ber Konsolosxaneya Iraqê ya li Bernê ya paytexta Swîsreyê, çalakiyek lidarxist û xwest demek ji ya din zûtir, dorpêça li ser Mexmûrê were rakirin.

Artêşa Iraqê di 20’ê gulanê de bi dehan wesayîtên zirxî, çekên giran, kepçe û têlan xwest dora wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî dorpêç bike. Xelkê wargehê li hemberî vê helwdanê derket, artêşa Iraq di têlkirina dora wargehê de bi israr e, heya niha jî berxwedana xelkê Mexmûrê 7 roj in bê navber dewam dike. Piştigiriya ji bo xelkê Mexmûrê her ku diçe zêde dibe.

Bi vê boneyê ciwanan li ber derê konsolxaneya Iraqê ya li Bernê ya paytexta Swîsreyê, çalakiyek lidarxist. Ciwanan diyar kir ku ew dorpêça li ser Mexmûrê qebûl nakin û  li ber Konsolosxaneya Iraqê bi dirûşma, “Mexmûr wargeha jiyanê ye, li dijî dagirkirina jiyanê serî hilde” çalakî li dar xist.

Daxuyaniya ciwanan wiha ye:

“Em ciwanên kurd gav paşde navêjin. Em bi gelê xwe yê Mexmûrê re ne. Ev biryara gel e. Em ê li vir li ber xwe bidin. Em ê jî wekî gelê Mexmûrê tevbigerin û em ê îradeya xwe teslîm nekin. Me îradeya xwe teslîmî dewleta tirk nekir, em ê teslîmî dewleta Iraqê jî nekin. Ji ber vê yekê em li vir bang dikin. Ev dorpêça ku di heman demê de projeyeke qirêj a dewleta tirk e, tê wateya dorpêçkirina me hemûyan. Berxwedana li hemberî dorpêçê tê wateya jiyanê. Em ê bi ser kevin. Rojava û Şengal bi ser ketin, wê Mexmûr jî bi ser keve.”