4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ahmet Turk: Neyên lîstokan, herin ser sindoqan

Ahmet Turk têkildarî rojevê de axivî û ev tişt got:” Nebî nebî hûn bên lîstokên hin kesan. Heke hûn sindoqan protesto bikin û neçin ser sindoqan wê bi kêrî Erdogan were. Ez dixwazim hûn bi vê hişmendiyê û zanebûnê biçin ser sindoqan. 

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Siyasetmendarê kurd Ahmet Turk, parlamenterê Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş, Sevîlay Çelenk Cengiz Çandar, George Aslan û Mehmet Kamaç, hevserokên HDP’ê,  hevberdevkê Partiya Çepên Kesk li oteleka navçeya Peyasê ya Amedê bi rojnamegeran re hat cem hev, daxuyanî da çapameniyê. Pitşre siyasetmedar Ahmet Turk Pervîn Bûldan pirsên rojnamegeran bersivandin.

Em ê bi vê hilbijartinê siberoja xwe diyar bikin

 Bûldan da zanîn ku Hilbijartina 28’ê gulanê ji bo guhertinê dîrokeke girîng e. Bûldan diyar kir ku wê helwesta wan a tûra yekem wê di tûra duyem jî dewam bike  û wiha got: “Hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn ji bo siberojeke demokratîk û aştiyane gelek girîng e. Biryardarî û helwesta me di tûra yekemîn de nîşan da em di tûra duyemîn de jî nîşan bidin. Ji ber ku siberoj û pêşeroj me eleqedar dike. Heke Serokkomarê AKP’yî Erdogan bi ser keve tê wê maneyê ku dê gelên Tirkiyeyê careke din bê nefes bimîne. Ez vê pir eşkere dibêjim. Lewma divê Erdogan biçe û heke ew biçe dê civak rihet bibe. Hemû polîtîkaya tifaqa AKP-MHP’ê li ser dijmintiya jin û kurdan e. Avakirina  welatekî demokratik bi hilijartinê pêk tê. Ya em ê ronahiyê hilbijêrin û tercîh bikin an jî em ê tarîtiyê tercîh bikin. An em ê faşîzmê tercîh bikin an jî em ê demokrasiyê tercîh bikin. Di serî de em spasiya gelê Amedê, gelê kurd û hemû gelên Tirkiyeyê dikin ku piştevaniya partiya me kirin. Em careke din dixwazin bangî gelê kurd û hemû gelê Tirkiyeyê bikin; guhertina qedera Tirkiyeyê di destê me de ye. Em di 28’ê gulanê de biçin ser sindoqan û piştgiriyê bidin guhertinê. Em ê bi vê hilbijartinê siberoja xwe diyar bikin. Em carek din bang li gelên Tirkiyeyê dikin biçin ser sindoqan û xwedî li sindoqan û dengên xwe derkevin.”

Wê bi kêrî Erdogan were’

Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk jî destnîşan kir ku êşên guhertinê û veguhertinê çêbûne, careke din bi bîr xist ku wê di tûra duyemîn de piştevaniya namzetên serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû bikin û ev tişt got.”Em jı bo demokrasiyê têdikoşin. Wê pêvajoyeke ku  karibe ji daxwazê me re bibe bersiv dest pê bike. Li dijî faşîzmê helwesta me wê demokrasî be û di tûra duyemîn de piştevaniya Kiliçdaroglû bikin. Tûra yekemîn û tûra duyemîn gelek girîng in. Helbet tercîha me ne ji bo kesan e. Em ji bo siberoja gelê kurd û Tirkiyeyê têdikoşin û em li gorî wê tev li hilbijartinê dibin. Helbet nîqaşên li ser nijadperestiyê şikestinek bi gelê me re çêkiriye. Ji vir nemaze dixwazin gazî ciwanên me yên hêja bikim; nebî nebî tên lîstokên hin kesan. Heke hûn sindoqan protesto bikin û neçin ser sindoqan wê bi kêrî Erdogan were. Ez dixwazim hûn bi vê hişmendiyê û zanebûnê biçin ser sindoqan. Em ê heta dawiyê bi muşahîdan re sandoqan bernedin”