18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li şaredarê berê Ferîdûn Çelîk cezayê girtîgehê hate birîn

Bi hinceta tevlêbûna xebatên KCD’ê, li Şaredarê Amedê yê berê Ferîdûn Çelîk bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hebsê hate birîn.

Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi îdiaya di nava Koordînasyona Meclisa Daîmî, Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan û Komîsyona Dîplomasiyê yên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de cih girtiye, der heqê Şaredarê Amedê Ferîdûn Çelîk de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” doz vekiribû. Di dozê de 6 sal û 3 meh cezayê hebsê li Çelîk hate birîn. Ji ber ku dosya kêm hatibû lêkolînkirin, ji hêla dadgeha îstînafê ve hatibû xerakirin. Piştî biryara dadgeha îstînafê, doz dîsa li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Çelîk tev li dozê nebû lê parêzerên wî Sînan Tanrikulu û Devrîm Bariş Baran amade bûn.

Di danişînê de dozger mutalaaya xwe ya di rûniştinê de dubare kir ku ji bo Çelîk cezayê hebsê xwest. Parêzerê Çelîk, Sînan Tanrikulu diyar kir ku muwekîlê wî weke ku tê îdiakirin di nava Komîsyona Meclisa Daîmî, Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan û Komîsyona Dîplomasiyê de cih negirtiye, îfadeyên muwekîlê wî yên di vê der barê de hene û di lîsteya li avahiya KCD’ê hatiye desteserkirin de jî navê muwekîlê wî derbas nabe.

Bi domdarî Tanrikulu bal kişand ser îfadeya şahidê nepen a li ser muwekîlê wî ku digot di navbera salên 1999-2004’an de 7 trîlyon lîre ji KCK’ê re şandine û wiha got: “Di dîroka qala wê tê kirin de KCK hêj nehatibû avakirin. KCK, di sala 2005’an de hate avakirin û wê demê bi giştî bûdçeya şaredariyê 7 trîlyon lîre nebû. Biryara dadgehê jî heye ku divê bawerî bi îfadeyên şahidê nepen neyê kirin. Her wiha ev şahidê nepen ji Bernameya Parastina Şahid hatiye derxistin. Beraeta muwekîlê xwe dixwazim.”

Vexwendina meclisê hate bibîrxistin

Parêzera Çelîk, Devrîm Bariş Baran jî got ku dewlet nikare li dijî hemwelatiyê xwe kompasê çêbike û wiha domand: “KCD xebatên xwe pir bi aşkere dike. Ji bo girtina KCD’ê tu doz nehatine vekirin. Lewma nabe ku muwekîlê min ji ber çûna KCD’ê were sûcdarkirin. Wê demê hem partiya îktîdarê hem jî parlamenterên partiyên siyasî tev li çalakiyên KCD’ê dibûn. Her wiha di dema pêvajoya amadekirina destûra bingehîn a nû de li meclisê hatibû vexwendin. Ez beraeta muwekîlê xwe dixwazim.”

Cezayê hebsê hate dayîn

Piştî parastinan, dadgehê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hebsê da Çelîk. Dadgehê berê biryara rakirina kontrola edlî dabû lê ev biryara xwe xera kir û dîsa biryara kontrola edlî da.