5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

 Têkbirina faşîstekî

Mirovên bêrêxistîn ne civakî ye, tenê ji xwe re ye û tekperest e. Pirî caran em dibêjin baş e ku rêxistina me heye. Hema em çiqasî li rêxistina xwe xwedî derdikevin an rêxistina xwe fêm dikin an em fêm dikin, belê dizwazin rêxistinê li gorî xwe bi rêve bibin. Ev jî dibe xaleke din ku dive mirov bi hişkayî rexne bike.

Ya rast rêxistin û tiştên ku ji me dixwaze vekirî û weke ava zemzemê şefaf e. Yên ku naxwazin rêxistinê fêm bikin an wê bi rêve bibe em in. Hemû şaşî nebesî û kêmasiyên me jî ji ber van yekan derdikeve.

Ev rêxistin rêxistina vî gelî ye, bêyî gel ev rêxistin nîn e, yê ku wê bi rêve bibe jî ev gel e. Gel her dem kirdeyên sereke yên vê rêxistinê ne. Partiyên ku di hevza vê rêxistinê derdikevin jî bi pîvan û rêbazên vê rêxistinê xwe bi cih dikin/ divê bikin. HDP, Partiya Çep a Kesk û DBP yek ji patiyên vê rêxistinê ne.

Hûn dizanin di 14‘ê gulanê de em di hilbijartineke ku me di dawiya wê de weke ku cenaze ji malên me derket hîs kir derbas bûn. Hêstên me çima di wê astê de bilind bûn ev jî hêjayî nirxandinê û xwerexnedayînê ye. Tu dibêjî qey wê roja 15 gulanê Kiliçdaroglî ji me re aştiyê bînê. Wê, wê rojê deriyê zindana vekê, wê şer pevçûn û xizanî biqedê. Me ew qasî hemû hêviyên xwe girê da wê rojê û weke ku me qet îktidara Erdogan di hilbijartinê de (weke fen û fêt) nedîtibû hemû hêviyên xwe girê da wê rojê. Hema divê me zaniba ku dîktator zû bi zû bi rêgezên demokratîk naçin.

Her dem serokên sindoqan mamosteyên xwende bûne, vê carê ji ber koalîsyona AKP-MHP’ê ya bi Hudaparê re serokên ser sindoqan meleyên Hudaparî bûn ev yek jî faktoreke nerênî bû û bal dikişand. Piraniyên wa ji ber nezaniya xwe bi zanebûn an ne bi zanebûn gelek xeterî kirin. Welhasil îktidara AKP-MHP’ê yekem car man tûra duyem bi saya kurdan. Kurdan ev peyam dane AKP-MHP’ê; wexta tu pirsgirêka kurdan çareser nekî û bi her awayî qirkirina kurdan li çar perçeyan bînê wê kurd weke ku di hilbijartinên rêveberiyên xwecihî tu ceza kiribûn dîsa ceza bike, heta wê te ji qesr û textên te bike. Di heman demê de ev peyam jî da mûxalefetê ku tu jî pirsgirêka kurd çareser nekeî û bi vê awaya Akp- Mhp despot û faşîzan tevbigerê wê kurd te jî wisa ceze bike. Ne vala ye ku em dibêjin kurd di Anatoliya Navîn û Tirkiyey de mifteya çareseriyê ye. Cenaha Sînan Ogan û Umît Ozdagê  netewperest jî diwê asta ku bibine mifte nikarine nigê xwe jî li hêza kurda bixine. Ew encax dikarine xwe û yên weke xwe bixapînîn. Vê îktidarê xwest ku kurdan bi kûklayên weke Sînan û Umîtan hêza kurda qels bikin û kurda ji wê asta çareseriyê derxînine hema em dizanin tabana Sînan Ogan ne ya wî bû ku ji xwe piştî agahiya piştgiriya xwe ya AKP-MHP’ê diyar kir tabana wî jê dûr ket.

Çima em piştgiriyê didine Kiliçdaroglû ?

Ya rast îzahkirina vê girîng û ferz e. Em raya xwe dîsa weke ku kal û pîrên me diyar dikin, didine xwe. Em ji bo xwe piştgiriyê didine Kiliçdaroglû ji ber ku em wê asta weke ya faşîstiya Erdogan bi Kiliçdaroglû re nabînine. Kes an gelên ji devereke bindest be tu car nikare wê asta herî jor jî bêje jixwe. Kiliçdaroglî jî ji hêla oldariyê ji ber ku elewî ye hindekî bindest e. Erê kurd e hema kurdê ji eslê xwe dûrketî û asîmîle bûyî ye. Yan em ne aşiqê birû û çavên Kiliçdaroglîû ne. Em dixwazin êdî em derholeke ku em piçekî nefesê bidin û bistînin ava bikin û wextekî ku em rêxistina xwe bi hêz bikin ji xwe re ava bikin piştgiriyê didine Kiliçdaroglû.

Her kes dizanê roj namîne ku em bi operasyonên binçavkirinan şiyar nebin. Bi her awayî krîmînalîzekirina kurdan bi destê vê dewletê tê meşandin. Li çar parçeyê Kurdistanê bombe têne barandin. Îktidareke wisa ye ku dest davêje kursên me yên kurdî yên li Japonyayê. Di vê dema dawî bi destê KDP’ê dorpêçkirina Mexmûrê qet ne tesadif e. Ev îktidar fragmana îxtîmala dîsa hatina xwe ji me re dide nîşan. Her roj xwezaya me tê talan kirin, li çiyayê cudiyê darên me ji kokê rakirin, li Efrînê darên me yên zeytûna ji binî ve birîn û li welatê xwe firotin. Rojava dagir kirin û lê dibistan û nexweşxaneyên xwe vekirin. Naha vê kêliyê ji ber koolîsyona xwe yî bi Hudaparên nexweş hene di girtîgehan de, her roj em bangawaziya azadkirina wan dikin hema nayêe berdan. Gelek ji wan ên ku hatine berdan jî piştî çend mehan ji nexweşiya xwe ya giran, jiyana xwe ji dest dane. Roj namîne ku girtiyên me yên siyasî bi îşkenceyên pergalî re rû bi rû namînine. Ji girtiyên ku 30 sala di girtigehan de emrê xwe derbas kirine piştî cezeayên wan diqedin doza poşmaniyê yanî bêrûmetiyê dikin, wexta qebûl nakin jî berdana wan taloq dikin. Bi vî şiklî jî hem malbatên me hem girtiyên me bi awayekî derûnî cezea dikin ji ber van e ku em dibêjin ev şer şerê derûniyê ye.

Pirsyariya me çima endameke serokkomariyê dernexist di serê gelek kesan dizîvire yan rexne û bêmoraliya hejmara parlementeran hin ji rexneyên gel e.

Rastî jî ev gel ji xebatkarên partiyê bêhtir polîtîk e û zane ye. Em tim vê yekê ji bîr dikin, kêmasiyên ku derdikevin jî ji vê ne û ji nedîtina rexneyên gel in hinekî. Helbet wê piştî hilbijartinê jî ew pêvajoya rexne û rexnedayînê jî dest pê bike. Piştî erdheja ku li 11 bajarên me qewimî gel dît ku îktidara AKP-MHP’ê ne ku krîzan bi rêve bibe bixwe krîzeke mezin e. Gel di hêrsa xwe ya li hember AKP-MHP’ê jî hate asta herî jor. Wî çaxî diyarkirina endama partiyê hate vekişandin û ew rîska ku Erdogan û Kiliçdaroglû nemîne tûra duyem jî ji holê hate rakirin; wisa jî bû heta heke ne fen û fêtên îktidarê bû ya di tûra yekem de Kiliçdaroglû derketibû jî. Niha piştî tûra yekem êdî hemû fen û fêtê wan hate îfşa kirin êdî tiştek di destê wan de nema û xuya ye şansê Kiliçdaroglû pir mezin e. Ya din kêmkirina parlementeran e, hûn jî dizanin bi kûmpasa Kobanê ya ku vê îktidarê piştî wê gotina Selahattîn Demîrtaş a meşhûr “em nahêlin tu bibî serok” kîn û girek li kurdan û HDP girtin bi taybetî jî Erdogan. Gelek parlementerên me yên hêja piştî ku Erdogan destnedaniya wan rakir xiste zindanan, hîn jî ew dawên ji hiqûqê dûr didome û ji ber vê jî girtina HDP li holê bû ji ber vê yekê jî me rîsk nestand û di nava dû mehan de Partiya Çep a Kesk di qadê de da nasîn. Ev jî zor û zehmet bû, hem ji ber krîmînalîzekirina partiyê ku îktidar ên ku di ber deriyê partiyê jî derbas dibû bi awayekî ji hêla kar û bar yanî aboriyê ceza dikir. Ji ber vê yekê jî em bi kêm kesan daketin kolanan û me hewl da ku em partiya nû bidine nasîn. Ev ji vekirina maxdûriyetekê bêhtir rastiyek e, hewce ye ku gel van yekan bizanibe. Ya din koalîsyona bi TÎP’ê re bû, hûn dizanin em ne bi yek lîsteyê çûne hilbijartinê, ya rast koalîsyon û xwe berfirehkirin baş e û hewce ye jî tenê di asta lihevkirinê û bi şewaza xwe ya egoîst û ji rastiyê dûr Tîp’ê di tabanê de hinekî bêmoralî û dûrxistina ji hilbijartinê derxistin holê. Hin hilbijêr di gelek pûsûlayan de mohr hem li Chp ê hem jî li Partiya Çep a Kesk xistibûn. Ev jî sebebên  nerênî ne û di pêvajoya xwe rexnedayînê de hêjayî nirxandinê ne.

Divê em weke gelê kurd êdî di vê hilbijartina 28 ê gulanê de vê îktidara faşîst hilweşînin û karê ku me nêî hiştiye biqedînin. Ji ber vê yekê em ê roja 28 ê gulanê  bi hemû hêza xwe li qada bin û li sindoqên xwe xwedî derkevin.  Her yek ji me jî pêywirdarê xwe, malbata xwe û taxa xwe ye, ji bo îknakirina çûyîna ser sindoqa. Em ê wê rojê biçin û ji dayika Taybet Înan, Cemîle Çagirga, dayik û bavê ku hestiyên zarokê xwe weke kulmekê di kargoyan de stend, dayikên ku zarokên wa xistin bin qaldiriman û qir kirin; ji bo hilweşandina Sûr, Cizîr û Nisêbînê, ji bo jin û ciwanên me yên ku her roj bi dermanên hişbirînê têne jehr kirin û fûhûş li wan têne ferz kirin. Ji bo bavên ku nikarîbûn parîk nan bibine ber zarokên xwe û ji neçariyê xwe întihar dikirin biçin ser sindoqan. Wê ew dayik û jinên ku herî zêde ji vê îktidarê êş û elem dîtin, vê îktidara faşîst bişînin û wê textê wan ji bin wan ve bikişînin.