5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xweperestî (Narsîsîzm)

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Nîşan û pîvna vê nexweşiyê ew e ku; mirov pêşî xwe wekî xwedayê xwe û peyre jî xwe wekî xwedayê her kesî dibîne.

Di cîhaneke têkel, tevlîhev û bêaram a ku her gav di nav lêkdanên civakî û qeyranên aborî de noq dibe de zêdebûna nexweşiyên mirovan ên bedenî û derûnî jî ne tiştekî awarte ye. Lewre her qeyranek karesateke mezin û her karesata mezin jî nexweşiyên giran bi xwe re tîne. Çawa ku gelek sedemên nexweşiyên bedenî hene, gelek sedemên nexweşiyên derûnî jî hene. Li gel pêşketin û geşedaniyên der barê nasana (teşxîsa) nexweşiyên bedenî lêkolîn, dahûran û ceribandinên der barê nexweşyên derûnî jî zêde bûne.

Zanyariya derûnnasiyê, berî pênasekirina nexweşiyeke derûnî li sedem û nasana (teşxîsa) wê nexweşiyê digere ku xwe bigihîne bingeha wê da ku bikare wê tedawî bike. Lewre heta ku sedema nexweşiyekê neyê dîtin terapiya (tedawiya) wê jî zû bi zû pêk naye. Gelek derûnînas sedema nexweşiyên bedenî jî bi nexweşiyên derûnî ve girêdidin. Em dixwazin di vê gotarê de hinekî behsa nexweşiyeke derûnî ya hemdem ku li serê mirovahiyê bûye bela, bikin. Navê vê nexweşiyê narsîsîzm e. Têgiha narsîsîzmê ango xweperestiyê bi kurtayî wekî “heyranbûn û girêdana mirov a bi nefsa xwe ya bedenî û derûnî ku wî/wê dike evîndarê xwe” tê pênasekirin. Nexweşiya kesayetiya narsîsîst (xweperest), nexweşiyeke kesayetiyê ye.

Xweperestiya patolojîk; ew e ku mirov bi tevahî ji xwe bawer û bi xwe ewle ye ku di pêvajoya hundirîn de ji fikir û ramanên kesên din tu sûd û feydeyê wernagire û di bin helwestên erênî û hest û hizrên din de namîne. Tenê xwe dihebîne; hem xwedayê xwe û hem jî bendeyê xwe ye. “Narsîsîzm” ku wekî sazûmana kesayetiya serdema me tê zanîn, ji mîtolojiya Yewnanî ya Narcissos (Narkîsos) tê; ku ronahiya xwe di avê de dîtiye û bûye evîndarê vê refleksa heyranî û evêndariya xwe. Wî, jiyana xwe li pey evîna xwe ya ku wî bixwe nikaribûye xwe bigihîniyê, derbas kiriye. Peyre ji bo xwe bigihîne vê evîna bêmikûn, xwe bi sûretê xwe yê di avê de digire û dikeve avê û dixeniqe. Têgîna narsîsîzmê bi awayekî mîtolojîk xwe dispêre esasê vê çîrokê. Narsîsîzma asayî; rewşeke wisa awarte ye ku xwebawerî û xweecibandina takekes derdixe asta herî bilind ku tu rexne û pêşniyar nikarin bandorê li ser liv û tevgerên wî /wê bikin. Her wiha ew bi qasî serê derziyê jî ji quretî û pozbilindiya xwe demanê nade.

Ev nexweşî wekî vîruseke kujende û domdar, misêwa xwe di hestên quretiyeke zêde û xweheyranbûneke negihêj a mirovên ku xwe pir mezin dibînin de dide der. Bi rasti hestên xweperestiyê pêşî bi xweecibandinê dest pê dike, bi ezîtî û xwepesinandinê didome û bi xwexwazî û xwehebandinê bi dawî dibe. Kesayetiya xweperestiyê, kesayetiyeke xudkam, xudbîn û reşbîn e. Ji bilî xwe tu kesî naecibîne. Di her tiştî de şewq û sîtava xwe dibîne. Hemû hestên wî/wê yên reşbîn di bin sîwana vê xudbîniyê de didebirin. Kesayetiya wî/wê ya xweperest şerûd û erîşkar e; tu car û li tu derê bê şer û pevçûn natebite. Bi aramiya mirovan bêaram, bi şabûn û dilxweşiya wan xemgîn û şîndar dibe. Ji ber ku qet nehatiye hezkirin, ji bilî xwe ji tu kesî û tu tiştî hez nake. Ji ber ku bi xwe ne ewle ye, bi tu kesî ewle nabe. Ji ber ku baweriya wî tenê bi wî tê, bi tu tiştî û tu kesî baweriyê nayîne.

Narsîsîzm, wekî çeq û muhseleya gelek taybetmendiyên neyînî yên kesayetiyê ye. Berî naskirina kesayetiya wan kesan, pêdivî bi dahûrandina dahatû, dîrok û çîroka jiyana wan heye. Hewce pê heye ku mirov xwe bigihîne rikn û ripinê şert mercên ku ew kesayetî gihandine yan jî şêwandine da ku tedawî û saxbûna wan pêkan bibe. Bêguman ev ne karê me ye; ev karê derûnnnasiyê û kesên ku pisporên vî karî ne. Lewre qada bijîşkiya derûnnasiyê narsîsîzmê wekî nexwejiyeke kesayetiyê yan jî kesayetiyeke nexweş dibîne. Lêkolîn, dane û ceribandinên zanyariya derûnnasiyê jî tevger û kiryarên kesên narsîst (xwepererst) bi vî awayî piştrast dikin û dipeyitînin. Her çendî ku narsîsîzm wekî nexweşiyeke awarte were dîtin jî, di asta patolojîk (nexweşînasiyê) de bi her awayî wekî nexweşiyeke asayî tê dîtin. Jixwe nexweşiyeke wisa derûnî jî ne pêkan e ku di asta civakîbûnê de wekî rewşeke asayî bê dîtin. Nexweşiya kesayetiya kesê narsîst; ew kesayetî ye ku bi xwesteka zêde ya ferdî ku ji bo pesindayînê û nebûna hevxemiyê (empatiyê) û her wiha bi dîtina ferdî xwe pir girîng, biqîmet û bêhinkûf dibîne.

Gelek lêkolîn û dahûrandinên derbarê narsîsîzmê û pîvan û vexuyanên wê hene belê mixabin mirovahî vê yekê zêde girîng nabîne wê di ser guhê xwe re diavêje. Lêkolînên derbarê testên projeyî yên dînamîk û lêkolînên ku li gor armanca çareseriya vê nexweşiya giran pêk tên jî mixabin zêde balê nakişînin. Helwest û nêzkahîtêdanên derbarê erdhejê de jî bi vî awa yî ne. Piştî karesatên ku tên serê mirovahiyê bi şûn de, mirov hişyar dibin belê tu feydeya vê hişyarbûnê namîne. Lewre bedêla wê pir pir giran dibe.

Digel ku tevkariya herî mezin a têgihîştina narsîsîzmê ji hêla têkiliyên objektîf û teoriya xwebûnê pêk tê jî, çareya wê tenê ji hêla teoriyên psîkanalîtîk ve tê peyda kirin. Ji bo wê, hewce pê heye ku îro derûnnas û nexşeşînasên dinyayê li ser girîngiya vê nexweşiyê rawestin û çareyekê bibînin. Hîtlerê ku di şerê cîhanê yê duyemîn de bû sedema kuştina 80 milyon mirovên vê dinyayê jî bi vê nexweşiyê ketibû. Îro ro jî gelek kesyetiyên ku Hîtlerê Almanyayî (ne almanî) ji xwe re wekî mînak dibînin jî, ji bo ku şerê dinyayê pêk were çi ji destê wan tê texsîr nakin. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin; Hîtlerê faşîst/narsîsîst di zarokatiya xwe de qet nehatiye hezkirin û tu kesî destê xwe di serê wî de nedaye. Ji bo wê ye ku, kerb û rika dilê xwe di şerê dinyayê de verişand û heyfa xwe ji mirovahiyê hilanî.

Di pergala gerdûnî de û li ser rûyê erdê tu tişt bêsedem pêk nayê. Tiştê ku diqewime ne lêrasthatineke çawalêhato ye. Her tişt girêdayî têkiliya sedem û encamê pêk tê û li gor parametreyên diyarker û bandordar dişêwe yan jî bi encam dibe. Armanca vê gotarê jî ew e ku li ser bingeha vedîtinên herî berbiçav ên di pêvajoya pêşkeftina narsîsîzmê de; ji dema ku wekî nexweşiyekê peyda bûye û heta îro çi xisar daye xweza û mirovahiyê baş were zanîn û her kes bi baldarî tev bigere da ku ev nexweşiya kujende ya ku wekî şewbeke navneteweyê li dinyayê belav dibe, were teşxîskirin û peyre jî were tedawîkirin.

Narsisîzm, nexweşiya herî erjeng xeternak e ku mirov tenê xwe dibîne û xwe dihebîne. Heke nexweşiyke wisa bi gelek kesan re hebe jî, divê şert û mercên ku vê nexweşiyê pêk tînin ji holê rabin an jî ew ên ku bi vê nexweşiyê ketine werin astengkirin an jî bi awayekî lezgîn werin tedawîkirin.

Xweperestî, berteka sereke ya hestê bênirxiyê yê ku bi mirovên xweperest ên ku xwe di ser her kesî re dîbînin de dide der. Pêrista herî kêm a tendansa dawî ya mirovê ku xwe di ser xwe re jî dibîne ew ku xwe radigihîne xala ku xwe dihebîne û asta xwedatiyê. Anku nîşan û pîvna vê nexweşiyê ew e ku; mirov pêşî xwe wekî xwedayê xwe û peyre jî xwe wekî xwedayê her kesî dibîne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê