10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Baba Serhengê Dewduwanî

Baba Serheng yek ji tenbûrjenê zanyar bûye di dewrana xwe de, ew şîîr û mûzîk anku peyv û tenbûr dijenî û hestên xwe û bîrûbaweriyên kurdî ji xelkî re dianîn zimên

Baba Serheng kurê Îbrahîmê Dewduwanî yê herêma Dewduwanê (Dewdanê) ye li gundê Bayniganê yê nêzî bajarê Bawe yê devera Şaho, Makwan û Seryasê ya Hewramana Lihonê li xwar bajarê Sineyê ye.  Anku çemê Sîrwan û Şêxanê li kêleka çiyayê Zagrosê di sala 935-936’an a zayinî anku sedeya care koçî de jidayik bûye.

Dêrşîra wî ya ku dibêje:

“We seney sê sed û

bîst û çiwar hîcrî

Hatîf namî ew ce şaho çirî.”

Sala jidayikbûna wî diyar dibe. Baba Serhengê Dewdan xwedanas, feylozof, arîf, şaîr, tenbûrjen û yek ji rêberê ola kurdî ya Yarsanî û sofîgeriyê bûye. Baba Serheng an jî Bawe Serheng di hin nivîsan de weke “Bawe Serhengê Xezeyî” jî tê gotin.

Goye tevî xezeyê jî bûye û şerê bêbaweran kiriye. Di dema bilind bûna merteba wî, ew û gelek ji murîdên wî digerin û bangewaziya dînî yarxwedayî ya Yarsaniyê dikin. Baba Serheng piştî Baba Şaxoşîn tê ku mezintirîn rêberê baweriya yarxwedayî ya Yarsanî bûye ji Loristanê ta Hewramanê. Dûre wê rêberîtiyê ji Baba Serhengî tê dayîn û ew karekî mezin ê yarxwedayî dike. Ligel murîd û rêşanên wî yên weke “Bawe Sirincê Kelatî, Bawe Gerçikê Hewramî, Bawe Qeyserê Hewramî, Dayê Tewrêza Hewramî, Baba Îbrahîm, Baba Ahmed, Baba Retaf, Baba Rom, Baba Newaw, Baba Renc, Baba Xûnkar, Sebûre û çendên din digerin û bangxwaziyê dikin. Lê wê demê ji aliyê şerîetnas û feqîhên îslamî dijitî tê kirin û fetwa li ser wan tê dayin bi taybetî ji aliyê kesekî diyar bi navê “Sebûre” ku dû re heman kes tê ser bîr û baweriya Baba Serheng û dibe murîdê wî. Dijatiya Baba Serheng û rêhevalên wî bi sedema ku wê rêbazê tev li “Batin”ê dibe û yarxwedayî dibêje: “Ê ku meqama rêbaz û şerîetê derbas kir û gihîşt heqîqetê anku ‘Fena fî alleh’ê, êdî pêwîst nake şerîetê îbadet bike.” Li ser heman baweriyê, gelek ji xelk dest ji îbadetê berdan û ketin kûrahiya rêbazê û jiyaneke rehbenî anku terkejînî jiyan ku wê rewşê bû sedemeke mezin da li hember wê rêbazê bisekinin û gelek bûyerên nexweş di wê demê de rûdabûn.

Baba Serheng di warê mûzîkê de:

Baba Serheng yek ji tenbûrjenê zanyar bûye di dewrana xwe de, ew şîîr û mûzîk anku peyv û tenbûr dijenî û hestên xwe û bîrûbaweriyên kurdî ji gel re dianî zimên û derpêş dikir.  Bi murîdên xwe re der bi der û herêm bi herêm digeriya.

Baba Serheng di warê

şîîr û edebiyatê de:

Baba Serheng yek ji şaîrên herî bilind û mezdayê kurd e. şîîrên wî bi gover û zaraveya hewramî bûne û li ser şêwaza dubeytî ne û her çar nîv dêrşîîrên li ser yek serwa û qafiyê ne. Hin ji wan du beytên Baba Serheng û yawerên wî di deftera “Dewra Baba Serheng” de hatiye parastin û arşîvkirin.

Çend mînakên ji şîîrên Baba Serheng Dewdanî:

Serheg Dewdan, Serheng Dewdan

Ez ke nammen Serheng Dewdan

Çenê êrmanan megêllim herdan

Mekoşim perê ayinî kurdan.

Di vê şîîrê de giringî û rola dînê Yarsanî dide rû ku yek ji dînê kevn ê kurdî ye.  Beriya îslamê dînê gelê kurd û Kurdsitanê bûye ku her sê dînên “Yarsanî, Zerdeştî, Êzîdî” weke sê dînên Kurdistanê ku koka wan her sêyan jî dîn û baweriya Mîtrayî ne.

Baba Serheng di wê dubeytê de dibêje:

Serheng Dewdan Serheng Dewdan

Ez im ku navê min

Serhengê Dewdan

Gel çend murîdan digerim erdan

Dikoşim ji bo ayinê kurdan.

Dûre dibêje:

Cem pey rasanen cem pey rasanen

Yaran yaweran cem pey rasanen

Her kes nêweke kero asanen

Cem pey roşinî zêll û xasanen.

Di cihekî dî de dibêje:

Pey amantan, pey amantan

Gird amadeban, pey amantan

Ez melhem menyew nezamantan

Meresm we heq îmamantan.

Di vê şîîrê de ew rastiya xuya dibe ku gelek bîr, nêrîn û têbînî di nava dînê îslamê de, di wê demê de di nava xelîfeyên Ebbasî ku peyrewa şerîetê dikin û yên din de serî hildan, yeke dî jî zihniyeta îmhakirin û nehiştina dînên din bûn bi taybet dînên kurdî. Di vir de em dikarin têbîniya wê bikin ku Baba Serheng di wê demê de ew şîîrê nivîsandiye ku çewisandina dewleta Ebbasî û gelên Kurdistanê bi taybet herêmên Şehrezûr û Hewramanê tund bûye û her wiha rola dînê Yarsanî di wê demê de xuya dibe ku pir bi hêz û berbelav bûye ku yek ji dînên kurdî yên kevnar e. Yarsanî di Kurdistanê de li kêleka dînên Zerdeştî û Êzîdî ne.

Di cihekî de dibêje:

Hayagem çollen, hayagem çollen

We wêney ferhad, hayagem çollen

Lal im neballen, post im nekollen

Hemdem kohen yaran nehollen

Di vê dubeyta şîîrê de jî şaîr bi awayekî sofîgerî, vêl û derbider li deşt û herdan digere li pey rastî û heqîqetê.

Li cihekî din dibêje:

Pey amantan, pey amantan

Gird amadeban, pey amantan

Ez melhem menyew nezamantan

Meresm we heq îmamantan.

Di vê şîîrê de mebesta şaîr “heft laş” anku “heft ferîşte” ne ku ew heft laş yan ew heft ferîşte berî ademîzad û mirov hebûne. Helbet di Avestayê de behsa şeş ferîşte tê kirin ku her şeş laş û ferîşte dibin laş û ferîşteyê heftemîn ku di Ahûra Mezdayê de şênber dibe.

Wefata Baba Serhengê Dewdanî

Baba Serheng di 1007’ê zayinî wefat dike û li goristana Tewêlleyê li gundê Tewêlleyê tê naştin ku mezintirîn goristana wê deverê ye û gorên gelek kesatî, zana û rêberên dînî yên kurdî li wê derê ne. Gundê Tewêlle niha dikeve paja Hewramana başûrê Kurdistanê. Helbet li gund an jî bajarokê Dewdan an jî Dudanê li baxê “Dawde Sûr”ê bi kevinên kelekî weke sembolîk gora wî tê çêkirin.

Têbînî: Baba Serheng ji bo min zor taybet e, em dikarin şîrîa wî ya du beytî ku dibêje:

Serheng Dewdan Serheng Dewdan

Serheng Dewdan Serheng Dewdan

Ez ke nammen Serheng Dewdan

Ez im ku navê min

Serhengê Dewdan

Çenê êrmanan megêllim herdan

Gel çend murîdan digerim erdan

Mekoşim perê ayinî kurdan

Dikoşim ji bo ayinê Kurdan.

Ew şîîr weku yekemîn an jî yek ji yekemîn şîîrê netewî tê nasîn. Tu dîmenê rewşa wê demê û xem û êşa Baba Serhengê Dewdanî bîne ber çavên xwe ku bi tenbûrê xwe û bi hest û helbestên xwe der bi der û herêm bi herêm geryaye, di xema dîn û bîrûbaweriya kurdî de bûye û xwestiye gel hişyar bike ku dîrok, dîn, çand û baweriyên dapîr û bapîrên xwe ji bîr nekin. Wê demê dînê nû bi taybetî di dema abassiyan de bi hêz û tirsê belav dibû li herêmê û Kurdistan bi giştî, lê pîremêrek bixwe û rêhevalên xwe re, bi tenbûr û zimanê şîîr û mûzîkê ji gelê xwe re banga xwenasî û hişyariya neteweyî û nirxên kurdî dike ku dest jê ber nedin.

Ew rewşa Baba Serhengê mezin zêdetir ji 1000 sal berê, heman rewşa niha ya Bakur tîne bîr û berçavê min ku civakek ji ber hin sedeman, hêdî hêdî dest ji ziman, çand, niştiman, netewe û hemû nirxên xwe berdide û pey erzaniyên dagirkerên xwe dikeve ku destpêka wê ji zimanê dijminî destpê dike. Bi dehan hezar rêşanên mîna Baba Serheng canê xwe dan, ketin zîndanan, derbider bûn tenê bo ku gelê kurd li Bakur hişyar bikin da ku pey erzaniyên dijmin û zimanê dagirkerên xwe nekevin û nirxên xwe yên hezaran salan biparêzin. Lê mixabin wisa xuya dike ku hezkirina alavên dagirker û dijmin di heman hestên sendroma Stokholmê de ye.