4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistina Efûyê ji bo doza girtina HDP’ê bang li AYM’ê kir

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî têkildarî doza girtinê ya derheqê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku niha li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) didome de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku HDP’ê duyemîn mezintirîn partiya muxalîf a Tirkiyeyê ye û ev hişyarî kir: “Heke doz bi biryara girtinê biencam bibe, ev yek dê rê li ber binpêkirina mafên xweîfadekirin û azadiya xwebirêxistinkirinê veke.”

Bi domdarî di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Piştî erdhejên hilweşîner ên 6’ê Sibatê, welêt amadekariyên hilbijartinên pir krîtîk dike. Di rewşeke wiha de girtina HDP’ê û biryara qedexeya siyasî ya ji bo bi sedan endamên HDP’ê bi eşkereyî berpirsyartiyên Tirkiyeyê yên navneteweyî binpê bike.”

Di berdewamê de Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî destnîşan kir ku sînorkirina azadiya xwebirêxistinkirinê tenê dema qanûnên teqez û gihiştbar heyî de dikare were kirin û heke xizmetê ji yek an jî gelek armancên di çarçoveya hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî de bike û heke di çarçoveya armanca rewa de bin û hevgirtî be dikare mafdar were dîtin.

 ‘Îdiayên bêbingeh’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku beşeke mezin a îdianameya doza girtina HDP’ê xebatên partiyê yên di navbera salên 2013-2015’an de ne lê tevî vê yekê jî di çarçoveya pêvajoya aştiyê de nehatiye pêşkeşkirin ku wê demê li ser daxwaza hikûmetê di navbera PKK û Tirkiyeyê de hatibû destpêkirin. Daxuyanî wiha dom kir: “Rayedarên Tirkiyeyê îdia dikin ku HDP’ê hewl dide armancên xwe yên siyasî bi rêya bikaranîna hêzê pêk bîne. Lê ev îdiayên wan bêbingeh in. Ji sala 1993’yan heta niha HDP dê bibe partiya 8’emîn a girseya wê gelemperî kurd ku bi îdiaya ‘çalakiyên li dijî Destûra Bingehîn’, bi gefa doza girtinê re rû bi rû dimîne. “

Divê serdozgerê dadgeha bilind dozê paşve bikişîne

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li rayedarên Tirkiyeyê dike ku berpirsyartiyên xwe yên di çarçoveya hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî de bi cih bîne û li gorî biryarên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME), protokolên peymanê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) tevbigerin. Bi taybet jî Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind divê biryarên DMME’yê yên ji ber heman binpêkirinên mafê xwebirêxistinkirê derheqê Tirkiyeyê de dabûn berçav bigire û doza girtina HDP’ê paşve bikişîne.

Her wiha banga me ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn ew e ku biryarên DMME’yê yên berê ku der heqê heman dozê de dabûn esas bigire û dozê dîsa li ber çavan re derbas bike. Ji bo li dijî mafên azadiya xweîfadekirin û azadiya xwebirêxistinkirinê misîlleme neyê kirin û ji bo welatî bikarin van mafên xwe bi awayeke azad bi kar bînin, divê Dadgeha Destûra Bingehîn li gorî standartên DMME’yê yên der heqê vê dozê de tevbigere.”