3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amerîka êrîşa li dijî balafirxaneya Silêmaniyê lêkolîn dike

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, diyar kir ku ew êrîşa li dijî balafirxaneya Silêmaniyê lêkolîn dikin.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel, der barê êrîşa ku li dijî balafirxaneya Silêmaniyê hatibû kirin û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî hedef hatibû girtin de daxuyanî da. Vedant Patel, diyar kir ku êrîşê de tiştek bi leşkerên Amerîkiya nehatiye û ev tişt got: “Wezareta Parastinê ya Emerîkayê êrîşa ser balafirxaneyê lêkolîn dike, divê rêz li serwerî û selametiya xelkê Iraqê were girtin. Hêzên Amerîka ji bo têkbirina DAIŞ’ê piştgiriya hevkarên xwe yên Suriye û Iraqê dikin.”