28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rizgarî bi çanda komunê pêkan e!

Rohat Bulut

Di roja me ya îro de li Rojhilata Navîn û bi taybetî erdnîgariya ku em lê dijîn jiyan gelekî zor û zehmet bûye. Li şûna jiyana hevpar û wekhev feraseta berjewendîparêz û ezezitî serwer bûye. Ev rewş him li dijî xwezaya mirov û şertên jiyana hevpar a civakî ye û hem jî rê li ber mirin û rizîbûneke bê eman vedike. Ev rewş tenê kêrî derdoreke li dijî civakê tê. Heke civak û nirxên civakî neyê parastin dê xeteriyek ku pêşiya wê neyê girtin rûbide.

Mirov xweşî û aramiyê di aboriya maddî de yanî dewlemendiya pereyan de dibîn e. Ev derûnî dibe sedem ku him nirxên mirovahiyê ji holê rabe, him jî civakbûyîn. Jixwe pirsgirêka sereke ya civakên Rojhilata Navîn jî ev e. Çareserî û rizgariya ji vê rewşê jî encax bi pêşxistina jiyana hevpar û avakirina kumunan pêkan e.

Civakên îroyîn ên Rojhilata Navîn ancax dikarin bi komunbûyîn û kolektivîzmê li dijî depresyona giran a aborî ya ku niha têde dijîn rizgar bibin. Bê komun ji vê rewşê derketin pêkan xuyan nake. Lewre ev komun di jiyana xwezayî ya civakê û di pêşketina civakbûyînê de hîmekî esasî ye. Civakê li ser vê kevneşopiyê heta roja me ya îro jiyana xwe domandiye. Kevneşopiyên dîrokî û çandî ancax bi jiyana komunal dikarin cihê xwe biparêzin û hebûna xwe bidomînin. Kevneşopî nayê teqlîdkirin lê bêyî ku xwe bispêre kevneşopiyê nayê jiyîn. Lê jiyana dîrokî-civakî, dema ku kevneşopî bi nirxên afirîner ên heyî yên ku ne li ser înkar û teqlîdkirina kevneşopiyê ne, tê rijandin, wateya xwe ya rast distîne. Kevneşopiya komunal a aborî di vê derê de risteke serkeke û pêşeng dilîze. Ne tenê ji bo welatên li Rojhilata Navîn ji bo hemû welatan komunên aborî pêwîst in. Divê ev çand bi qasî nirxdayîna jiyanê bê parastin. Rêya pêşîgirtina li bêkarî û perçebûna civakê jî di pêşketin û pêşxistina xebatên komunal de derbas dibe.

Di civaka me û hemû civakên li cîhanê de yê ji vê xebatê re pêşengiyê bike û careke din berê civakê bide ser nirxên wê yên resen kesên ku ji xwe re dibêjin em şoreşger in. Lewre tenê şoreşgerî bi gotinê nabe. Di heman demê de vegera li çandinî û gundan, bi taybetî li ser esasê zîhniyeta komun û rêxistinbûyîna nûbûyî, karê şoreşgerî yê herî bi nirx e. Divê rewşa heyî ya qeyran û depresyona ku civak têde ye baş bê dîtin û li gorî pêdiviyan çareserî bê pêşxistin. Bêguman dîtin û pêşxistina rê û rêbzên rast di hişmendî û feraseteke civakî û şoreşgerî dê pêş bikeve. Şoreşgeriya rasteqîn, pêkanîna jiyana komunal e ku hebûna me ya dîrokî di hemû qadên civakî de, bi taybetî jî di qada aborî de pêk tîne.

Divê wiha bi hêsanî mirov li vê mijarê nenêre. Bi xebateke giştî, rêxistinî, civakî, neteweyî sazkirina vê jiyanê dê bi tehm û di cih de be. Çawa ku federalîzma demokratîk û xweseriya demokratîk birêxistinkirin û sazîkirina jiyana siyasî ya neteweya demokratîk e, federasyona sendîkayên aborî yên komunal jî rêxistinbûn û sazîkirina jiyana aborî ye.

Divê mirov ji hesabên bi çûk xwe biparêze, neteweyî û civakî bifikire. Heke bi rêxistinî û hişmendiyeke hevpar ev çand û jiyana komunal neyê parastin dê rewşa heyî xirabtir bibe. Ji ber xeterî mezin û berfireh e lazime xebatên ku bê kirin jî di heman astê de be.  Li dijî hegemonîzma netew-dewletê, di qada aborî de ji derbasbûna aboriya komunal pê ve tu rêyeke din nîne.  Her wiha rêya rizgarbûna ji hegemonyaya kapîtalîst a cîhanê û her cure îstîsmara yekdest, pêkanîna aboriya komunal e ku bingeha madî ya wekhevî, azadî û demokrasiyê ye.  Ji nû ve jiyana aborî ya komunal, ji bo kevneşopiyên aborî yên komunal ên ku hêj jî li Kurdistanê têkoşîna jiyanê didin, ji bo girseyên bêkar ên ku bi hilweşîna netew-dewletê hatine afirandin û ji bo yên ku wate û rûmeta jiyanê winda kirine, yekane rêya rizgariyê ye.

Wêranên mezin û hawirdorî bi serê civakan hatine. Çi di warê dîrokî û çandî de, çi jî di warê hawirdorî û ekolojîk de. Ji her cure feraset û hişmendiya qirker civak bandor bûye. Civakên Rojhilata Navîn bi hezaran salan e ku rastî wêrankirinên mezin û demdirêj hatine.  Zêdetirî pênc hezar sal e ku dergûşa şaristaniya navendî ye û bûye sedema wêrankirina astên giran. Beriya niha û di asteke pir pêşketî de birîna daristanan pêk hatiye.

Herêma ku berê bihişta nebat û ajalan bû, niha vediguhere dojehekê. Herêm di rewşeke ku herî zêde pêwîstiya jiyana ekolojîk lê heye de ye. Divê her rewşên ku hatine jiyîn bi berfirehî û hûrgulî li ser bê sekinîn.  Kurdistan, ji bo avakirina aboriya ekolojîk û komunal, ji bo pêşxistina çanda wekhev û demokratîk di rewşeke baş û kêrhatî de ye. Gelê kurd û şoreşger vê rewşê dikare baş bi kar bîne.  Her kesên demokrat, wekhevîxwaz ên li dijî vê rêveçûna dijcivakî nerihet, bi rêxistinkirina hemû girseyên gel û bêkaran dikare ev rewş bê guherîn. Di warê aboriya ekolojîk û komunal de welat dikare veguhere bihuştê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê