5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojhilat li ku ye?

Çima Rojhilat? Û Rojhilat li ku ye? Teva ku li gor zanista erdnîgariyê û merîdyen û tropîkên xwe rojhilat, ne “rojhilat” be jî, çima û ji kengî ve wiha xwe nexşandiye li dilê me?

Min du sal berê, yani salek beriya berdana xwe ya ne bi bereet lê bi şert, tim li ser rojhilat xwend, loma li ber derê girtîgehê jî navên Simko, Qadî, Kemanger û Elemhûliyan li ser zimanê min bûn pepûle û firiyan. Roj dehê gelawêjê bû û tenê meh û çend roj paşê Jînayê stêrkek geş avêt bîra dilê me yê tarî…

Çima Rojhilat? Û Rojhilat li ku ye? Teva ku li gor zanista erdnîgariyê û merîdyen û tropîkên xwe rojhilat, ne “rojhilat” be jî, çima û ji kengî ve wiha xwe nexşandiye li dilê me? Ew dera ku em her meh lê tên bidarvekirin û di kelamên Yaresanî de ji ser hemdê xwe diçin jî ne rojhilat e? Ew dera ku Rûsan, em hêj di şexsê kalikê Pêşewa da hilkişandibû asîman û asîman ji ber me reviyabû jî, ne ew der bû? Ew dera ku roj, tenê li wir heltê, ew dera ku tarîtî sêdar bi sêdar dimeşe û qudûm li daran dişkîne..

Kî ye Rojhilat, li ku ye? Çima di demên awarte de tim gazî mirov dike? Parçeyek ji dilê me ye an navend e, ku navend be çima wiha bi me re parçe parçe ye, ku parçe be çima wiha navenda dilê kurd ê her tim veşartî û geş e? Kê rojhilat çêkir û wanî di şûşeya helbesta welat da bicîh kir?

Lê çi karê “polîsên exlaq”heye li wir? Way dîsa dane pey Jînayê, tu çi yî rojhilat, tu li ku yî? Bo çi destên polîsên dagirkeriya te, digihêje tacegulên keçên te? Lê Jîna şerm nake ji wan bêşerman û natirse. Loma jî polîs şaşwaz dibe! Ji ber ku heta hingê jin û malbatên ku rastê êrîşan dihatin, ji şerma rezîlbûyîna ku e’waman digot;” ku bêexlaq û bênamûs nebûya, dê polîsan wê ceza nekira, ew rezîl in”, dengên xwe dernedixistin, birînên xwe vedişartin, ji mehsûmiyeta xwe hêz nedigirtin! Lê Jînayê û malbata xwe wilo nekirin, dema ji bo servekirîbûnê wê birin îşkencê jî, dema piştî îşkencê wê bi birîndariya giran birin nexweşxanê jî, kirin hewar û qêrîn, şerm nekirin ên ku gere li ser navê dîn û namûs û exlaq şerm bikin û rûreş bibin kî ne wan nîşandan! Xwe nekirin hêsîrê şerm û bêdengî û tirsa yên li hemberî xwe! Û tam li wê noxta dijwar volqanek teqiya! Ew volqan, bedena wê ya jin, ciwan, kurd û îşkencekirî bû! Ku wek yên din veşartana û bi psîkolojiya” em ji şerman hetikîn, polîsên exlaqê me li ser sûc girt û ceza kir, em veşêrin da ku pirtir rezîl nebin!” tevbigeriyana, dê xwe jî, însaniyet, welat û rûmetê jî û wek nasnameyek hevpar, me jî bihetikandana. Lê wanî nebû, li rojhilat carek din roj helatibû û ew roj, beden û jiyana Jînayê û malbata wê bû

Loma jî Jîna ya ku dixwazin wê bi navê” Mehsa”bikin faris û bi wê aw ê carek din jî çirûska kurdîtî, jinîtî û berxwedêriyê bidizin û wek ku tinazên xwe bi me bikin bêjin, berdêl li we, lê şan û şerefa wê li me, seydaya me ye jî. Mînak, ku eynî tişt bihata serê me, me yê karibûya xwe wek wê bi şeref biparasta û nîrê namûs û exlaqê sexte û faşîst bişkanda? Her wiha Jînayê, wê gotina ku dibê “her tişt polîtîk e, qadên taybet jî polîtîk in”, carek din, bi xwîna xwe nivîsand û nîşanda ku her têlek porê wê jî, her hucra bedena wê jî, her ferdê/a malbata wê jî polîtîk e. Loma jî divê em wê ne wek lehengek ku em salê çend caran bînin bîra xwe, na! Em wê wek seydayek cangora rûmet û nasnama xwe û bedena xwe, li her kêliya ji yana xwe wek mînakek bibînin. Wê got, bedena min ya min e, kengî bixwazim ew gav şerm dikim û îpoteka şerm û eyb û exlaq ji destên wan zebanî û sîmsarên dîn stend û  şerm, exlaq û rûmeta rastîn nîşanê me da. Ji lewre êdî, em li ku bin ew jî li wê ye, lazime êdî tu kes nikaribe ,”polêstiya exlaq”jî û cûreyên din jî li ser serê me bimeşîne Çimkî wek ku min par di nivîsa xwe ya li derva ya ewil da jî got:em biskên Jînayê ne! Em ê tu pasdarek li ser serê xwe qebûl nekin, Jîna tim bi me re ye!