21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

​​​​​​​Encamên Komxebata 2′yemîn a Sûriyeyî hatin aşkerakirin

Komxebata 2′yemîn a sûriyeyî ya bi sernavê ′Stratejiya dîrokî ya têkiliyên kurdî-erebî li gorî nêrîna Rêber Abdullah Ocalan’, piştî nirxandina mijaran bi encamnameyekê bi dawî bû

Di rûniştina duyemîn a komxebatê de seroka Meclisa Rêveber a MSD′ê Ehmed têkildarî rola stratejîk a têkiliyên Ereb û Kurdan di çareserkirina kirîza Sûriyeyê de axivî û got: “Nakokiyên di navbera gelên herêmê de bi destê pergalên hegemonîk bi armanca lewazkirina civakê û kontrolkirina herêmê hatine peydakirin, bûyerên li Dêrazorê jî vê yekê piştrast dikin.”

Îlham Ehmed diyar kir ku ev planên li Dêrazorê bi destê hêzên herêmî û navneteweyî  di nav de hikumeta Şamê û dewleta tirk hatin amadekirin û got: “Bi saya zanebûna gelê herêmê û bi saya projeya me ya ku em li ser dixebitin ev plan têk çûn, lê hîn jî hewldanên wan aliyan ên tirkîkirina herêmê û têkbirina hevgirtina civakî didomin.”

Nûnerê bajarokê Baxozê Şêx Şewax El Casim jî da zanîn ku li Dêrazorê tiştek bi navê şoreşa eşîran tune ye û wiha pê de çû: “Em bi Rêveberiya Xweser re ne. Ya ku li Dêrazorê rû da ne şoreş e û me ji destpêkê ve hewl da hinek xalan zelal bikin. Dêrazorê ji tevahî herêman cuda ye, ji ku hem li beramberî rejîmê ye û hem jî li beramberî Iraqê ye. Herêma herî mezin li Dêrazorê Hecîn e. Sedema bûyerên vê dawiyê yên li Dêrazorê rû dabûn,  zextên herêmî û navneteweyî bûn.”

Ji şêxên qebîleya Tey, Hesen El Tayî jî ev tişt anî ziman: “Li herêmê pirrengiya civakî heye, qebîleyên Ereb û yên Kurd hene. Bûyera ku li Dêrazorê rû da fitne bû. Em fitneyê naxwazin, em naxwazin bi navê eşîran fitne bên derxistin, ji ber ku ev ne çanda me ye. Em qebûl nakin bira birayê xwe bikuje. Ji bo têkiliyên Kurd û Ereb û Xiristiyan jî ev têkilî ne nû ye. Em xêrê ji Kurd, Ereb û Suryan re dixwazin. Nameya ku dixwazim bighînim we; bi navê qebîleya Tey em aştiyê û hezkirina di navbera tevahî pêkhateyan de dixwazin.”

Komxebat bi encamnameyê bi dawî bû. Endamê PYD′ê Xalid Omer encamname xwend.

Encamname wiha ye:

′′Di 28′ê Îlona 2023′yan de, li ser banga PYD′ê Komxebata 2′yemîn a Sûriyeyî bi sernavê ′Stratejiya dîrokî ya têkiliyên Kurdî-Erebî li gorî nêrîna Rêber Abdullah Ocalanli bajarê Reqayê hat lidarxistin. Ji tevahî herêmên Sûriyeyê derdora 150 kesayet ji hêzên cuda, partiyên siyasî yên nîştimanî û civakî beşdarî komxebatê bûn.

Komxebat bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê dest pê kir. Piştre bernameya komxebatê li gorî 2 rûniştinan dest pê kir û têkildarî dîroka têkiliyên kurd û ereban li Sûriye û Rojhilata Navîn, rola stratejîk a têkiliyên ereb û kurdan di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de, girînga têkiliyê di aloziyên heyî yên li Rojhilata Navîn  de 4 mijarên sereke hatin nîqaşkirin.

Di komxebatê de dîroka têkiliyên kurdî – erebî û derfetên pêşxistina van têkiliyan, her wiha bikaranîna van têkiliyan di peydakirina aştî û aramiya tevahiya Rojhilata Navîn de hatin nîqaşkirin.

Di nêrînên beşdaran de girîngiya pêkanîna nêrîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li ser van têkiliyan da hate destnîskirinkirin. Her wiha armancên û yên girîng ên têkildarî çarenûsa hevbeş a gelan û civakên herêmê hatin nîqaşkirin. Beşdaran bal kişand ser girîngiya xurtkirina pergala ewlehî û istiqarê û gotin, pergala ewlehiyê bi rêya xurtkirina eniyeke hundurin û  berxwedana li hember zehmetiyên ku aliyên olperest û neteweperest derdixin, xurt dibe. Beşdara destnîşan kir ku çareserkirina aloziya Sûriyeyê di têkiliyên stratejîk de ye  û gotin, çareserî bi rêya çalakkirina rola nîştimanî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li deverên din ên Sûriyeyê û vegera li beyannameya çareseriya kirîza Sûriyeyê ya Rêveberiya Xweser û pêkanîna biryara 2254′an e.

Her wiha hat destnîşankirin ku nêrîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li ser têkiliyêj dîrokî ya gelên herêmê wek bingeha parastina van têkiliyan e ku bi wê yekê projeyên nijadperestî û neteweperestî yên herêmê jî têk diçin.

Beşdarên komxebatê bang li serokeşîr û rûspiyên eşîran û kesayetên siyasî kir ku erkê xwe yê dîrokî yê pêşxistina biratiya gelan û destekdayîna HSD’ê  pêk bînin. Hate gotin, HSD′ê tevahî pêkhateyên herêmê diparêze û plan û komplo têk birin. Beşdaran diyar kir ku hêza çareseriyê ya li cem Rêveberiya Xweser hevgirtina şêniyên herêmêû naskirina rastiya têkiliyên dîrokî ye.′′