3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Roja vekirina rêya ronahiya li doza Vedat Aydin!

Birayê Vedat Aydin Vehbî Aydin, destnîşan kir ku roja ku kurd bigihîjin mafên xwe wê ew roj rêya ronahiyê li doza kekê wî û doza kesên mîna wî vebibe.

Siyasetmedarê kurd Vedat Aydin dema darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî de ji ber ku di nava Komeleya Şoreşger û Demokratên Kurd (DDKD) de bûye hatiye girtin û 4 salan di girtîgehê de maye. Piştî îşkenceya ku 90 rojî lê tê kirin tê berdan û bi komeke rewşenbîrên kurd re di avakirina Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire û têkoşîna xwe li vê komeleyê didomîne. Di sala 1990’an de ji bo Desteya Rêveber a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê tê hilbijartin û di 28’ê cotmeha 1990’an de ji ber ku di Civîna Giştî ya ÎHD’ê ya Enqereyê de bi kurdî diaxive tê girtin.

Piştî berdana xwe di nav Partiya Kedê ya Gel (HEP) dest bi siyasetê dike û dibe Serokê Rêxistina HEP’ê ya Bajarê Amedê. Dema ku serokê HEP’a Amedê ye di 5’ê tîrmeha 1991’an de ji aliyê endamên JÎTEM’ê ku xwe weke polîs dan nasîn ve ji mala xwe hat girtin û di 7’ê tîrmehê de cenazeyê wî li bin pir navçeya Medenê ya Xarpêtê hat dîtin. Di ser kuştina Aydin ku cenazeyê wî di 10’ê tîrmehê de li Amedê bi merasîmeke girseyî hat veşartin de 32 sal derbas bûn.

Di biçûkiya xwe de dest bi xebatan dike

Dosyaya kuştina Aydin jî weke hemû dosyayên salên 1990’î ket nav dozên dosyayên “kiryar nediyar.” Tevî ku kujerên Aydin li xwe mikûr hatin jî dosyaya wî nehat encamkirin û ket nav dosyayên “demborî”. Birayê Aydin Vehbî Aydin, der barê kesayet û têkoşîna keke xwe de ji rojnameya me re axivî. Vehbî Aydin di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku gelek caran gotinên pezindayînê der barê kekê xwe de dibihîze û got ku kekê wî temenekî piçûk de dest bi xebatên sîyasî û welatparêziyê kiriye.

Xeyala Vedat Aydin a Kurdistanê

Aydin, bi lêv kir ku keke wî kesekî jêhatî, zîrek, devliken, henekçî, camêr û fedekar bûye û wiha got: “Di demên xebatên siyasî de jî mirov gelek caran dibihîze ku yek ji wan kesan e ku bersiva pirsgirêkên sîyasî zû ji hev derdixe û zelal dike. Ango mirov dikare bibêje ku vîzyoner bû. Ji ber vê yekê ew bû yek ji kesên sereke ku di damezrandina partiya kurd a legal û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê de cih girt. Vedat bi kesayet û xebatên xwe yên welatparêziyê bawerî dida hemû kurdan. Dost û hevalên wî ji her aliyên Kurdistanê hebûn. Hemû jiyan û fikriyata wî ji bo azadiya gelê kurd bû. Xeyala Vedat di demek dûr û dirêj de Kurdistaneke serbixwe bû. Rêya vê doza Kurdistanê jî dûr û dirêj bû, fedekariyên bêhempa dixwest.”

Kujer ketin nav karên gendal û qirêj

Di berdewama axaftina xwe de Aydin, destnîşan kir ku baweriya tu kurdî bi darazê tuneye û wiha pêde çû: “Doza Vedat Aydin û bi sedan kurdên weke wî heta ku gelê kurd azad nebe yan jî demokrasiyek li gel hemû heq û hiqûqên xwe li Tirkiyeyê bi cih nebe dê tu car dadgeh qerarek erênî nedin. Baweriya tu kurdî  di vî warî de tuneye. Kesên ku Vedat revandin û şehîd kirin, piraniyên wan heta gewriya xwe ketin nava karên gendal û qirêj. Ew bûn qesab û qatilên hev û yek bi yek hev kuştin. Heta bi waliyên herêmê yên wê demê jî xwe kuştin.”

Sergirtina komkujiyan dibe sedema komkujiyên nû

Aydin, da zanîn ku sergirtina komkujiyan rê li komkujiyên nû vedike û axaftina xwe ve bi van gotinan bi dawî kir: “Dozên kurdan ên dadgehî wê weke doza Vedat dê tu carî ronî nebin. Hêviyên dijmin ewin ku kurd ji doza xwe ya gelêrî û netewî dûr bikevin û bê hêvî bimînin. Lê bi hezaran car diyar bûye ku encam ne li gor hêviyên wan in. Roja ku kurd gihîştin mafên xwe yên netewî wê ew roj dozên weke Vedat hemû dê rêya ronahiyê li wan vebibe. Wê dosyayên kujeran tu car nakevin nav ên demboriyan. Ev bûyer felaketek bû. Ev felaket yek ji stratejiya herî berpêş a şerê li dijî kurdan e. Ji vê felakete hinek pêşdetir Roboskî ye. Me der heqê dadgehê de ne duh û ne jî îro tiştek ji dewletê hêvî nekiriye. Yên hêviyên xwe bi van dadgehan girêdin ji rastiya gel û jiyana xwe dûr in û xwe dixapînin.”