3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hulaku li dijî tecrîdê bang li DMME’yê kir

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Çewlîgê Omer Farûk Hulaku, li dijî tecrîdê bang li DMME’yê kir ku di cih de tespîtan bike û bi raporên ku amade bike bloqa faşîst a desthilatê mehkûm bike.

Desthilata AKP-MHP’ê, li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tecrîdeke giran li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyê li cem wî dimînin Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim dimeşîne. Ji ber vê tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin 28 meh in bi tu awayî agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî nayê girtin. Di vê çarçoveyê de desthilata AKP-MHP’ê bi daraza tirk hevdîtina Ocalan a bi malbat û parêzarên wî re bi hinceta cezayên “dîsîplînê” asteng dike.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Çewlîgê Omer Farûk Hulaku, der barê tecrîda girankirî ya li Îmraliyê tê meşandin de axivî û nirxandinan kir. Di destpêka axaftina xwe de Omer Farûk Hulaku, desnîşan kir ku gelê kurd û nûnerên wan ên siyasî di pirsgirêka kurd de biryara xwe ya ji bo çareseriyê her tim bi awayekî birûmet tînin ziman û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan aktorekî aştî û azadîxwaz e, ji ber ku ew her tim ji bo azadiyê têkoşiyaye. Armanca AKP’ê qutkirina têkiliya di navbera kurdan û birêz Ocalan de ye. Ji ber ku Bbirêz Ocalan rêya çareseriya azadiyê ye. Dema ku tecrîda li ser birêz Ocalan rabe wê faşîzm birûxe.”

Fikarên ji tecrîdê

Hulaku, diyar kir ku tecrîda girankirî ne tenê li ser gelê kurd di heman demê de li ser hemû kesan tê meşandin û ev tişt anî ziman: “Desthilata AKP’ê di polîtîkayên xwe yên şer bi israr didomîne. Ev kiryarên AKP’ê ne bi tenê ji bo kurdan e. Tecrîda mutleq a li Îmraliyê bi xwedîkirina desthilatê rê li ber şer vedike. Tiştên ku gelên Rojhilata Navîn dixwazin azadî û çareseriyeke mayînde ye. Di vê çareseriyê de aktorê herî girîng birêz Ocalan e. Deshilata AKP-MHP’ê ku ji şer xwedî dibe ev tişt ji xwe re weke xetereyê dibîne.”

Di berdewamê de Hulaku, bal kişand ser rola CPT’yê ya di tecrîdê de û der barê mijarê de ev tişt gotin: “Ji ber ku CPT’î der barê Îmraliyê de tu agahî nedaye, li wir çi qewimî ye em nizanin, di hinek tiştan de biguman in. Li girava Îmraliyê hinek tişt di destê CPT’yê de ne. Li gorî şertên ku girêdayî wan e û hiqûqa navneteweyî dive ku CPT’ê der barê mijarê de daxuyanî bide. Ji bo ku bêhtir bibe mijara nîqaşê divê ku ev tişt bê kirin.”

Daxwaza ji DMME’yê

Hulaku, di axaftina xwe de li ser pêkanînên li Îmraliyê û berpirsyariya li dijî tecrîdê ev nirxandin kir: “Dijderketina pêkanînên li Îmraliyê berpirsyariya hemû kesên ku dibêjin em mafparêzin e. Ne tenê Îmraliyê di bin tecrîdê de ye, hemû kesên alîgirên azadiyê û aştiyê jî dibin tecrîdê ne. Xelasiya ji van rojên tarî bi rakirina tecrîdê pêkan e. Divê ku bi dengekî bilind aştiyeke mayînde û civakeke azad dikare bê avakirin. Divê ku em hewl bidin ev tişt bikeve rojeva siyaseta navneteweyî.”

Di dawiya axaftina xwe de jî Hulaku ev tişt got: “Beriya her tiştî divê ku CPT ji rewşa xwe ya pasif derbikeve û li dijî hikûmeta Tirkiyeyê serî li cezayan bide. Desthilata AKP’ê bi tecrîda ku li ber çavê dinyayê dimeşîne hebûna xwe didomîne. Niha li Tirkiyeyê hiqûq nemaye. Heke Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) weke ku hiqûq li Tirkiyeyê heye tevbigere wê rêgezên xwe binpê bike. Divê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê der barê tecrîd û îşkenceyê de di cih de tespîtan bike û bi raporên ku amade bike bloka faşîst a desthilatê mehkûm bike.”