spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cotkar ji çandinê heta firotinê tên mexdûrkirin

Cotkar û elafên Êlihê, der barê xêr û bêr û firotina zad de destnîşan kirin ku xêr û bêra zad a îsal gelek baş e lê TMO û LÎDAŞ ji bo kirîna zad ne amade ne û bertek nîşanî vê rewşê dan.

Li bakurê Kurdistanê, di mehên biharê de şilî baş bariya. Ji ber şiliyên biharê xêr û bêra zad jî îsal baş e. Her wiha bi xêr û bêrê re qalîteya zad jî baş e. Li bajarên mîna Amed, Mêrdîn, Riha, Dîlok, Êlih û Sêrtê çinîna genim, ceh û nîskan li ber qedandinê ye. Lê bihayê zad ku îsal ji aliyê hikumetê ve hat aşkerakirin kêm e û ne bi dilê cotkaran e.

Li gorî buhayê ku hikûmetê aşkera kiriye, wê cotkar kîlo genim bi 8 hezar û 250 lîre, ceh jî bi 7 hezar lire ye. Cotkarên ku qeyda wan a Pergala Qeydê ya Cotkaran (ÇKS) hebe, dema ku ceh û genimê xwe bifiroşin Ofisa Mahsûlên Erd (TMO) wê serê kîloya genim 1 û 250 hezar lîre û ceh jî hezar lîre bigirin. Bi vî awayî wê bihayê genim derkeve 9 hezar û 250 lîreyan û ceh jî derkeve 8 hezar lîreyan. Lê di girtina ceh û genim a ofise de problem heye û cotkar ji vê bigazind in.

Di heman demê de di depoyên Şîrketên Embarkirinê yên Lîsansî (LÎDAŞ) de jî cih nemaye. Cotkarên ku dixwazin genim û cehên xwe li cem van şîrketan embar bikin nikarin randevû bigirin. Li Êlihê, cotkarên ku ji bo firotina zadên xwe hatibûn ser elefan, elaf û Serokê Komeleya Elaf û Dexlfiroşan a Êlihê Halîl Ay, cotkar û elaf der barê mijarê de ji rojnameya me re axivîn û gilî û gazindên xwe anîn ziman.

Pergala randevûyê

Cotkarê bi navê Osman Akdogan, diyar kir ku TMO bi randevûyê dişuxule û wiha got: “Hersal me dişand gelek deveran em îsal nikarin bişînin tu derî. Yên ku dibirin li ofîsê difirotin ji bo wan gelek baş bû. Îsal bi randevû ye. Heta ku randevû negirî nikarî zadê xwe bifiroşî. Hin caran heta du mehan jî randû didin. Bi mehan zad li ser van bênderan dimînin. Em tov, cot û çîninê dikin. Heta roja ku em tînin ser bênderê hemû bi mesref e. Ji sedî 50’yî ya ji me re dimîne ya namîne. Çinîna dolima erd bi 130 lîreyî ye. 100 dolim erd dike 13 hezar lîre. Neqliya traktorê heye, tona gubreyê derketiye 13 hezar lîreyî. Ji bo sed dolim erd jî em bi 7 hezar lîreyî derman dikirin.”

ÇKS’ê zehmetiyan derdixe

Cotkar Şîrîn Çelîker jî bi van gotinan gazindên xwe anîn ziman: “Em hemû cotkar jî ji vê rewşa heyî gelek bi gazind in. Gelek kes hene erd îcare dikin. Dema ÇKS bi me re tune be em zehmetiya wî gelek dikişinin. Divê dewlet ji kesên ku erdan îcare bikin re jî bibe alîkar. Ji ber ku mesref zêde bûne gelek cotkar nikarin erdê xwe tije bikin û didin îcarê. Kesên ku erdan îcare dikin ÇKS’ê wan tune ne û tu alîkarî ji dewletê nagirin. Ji roja ku erdên xwe diavêjin heta roja ku diçînin em hasabên kar û xesarê dikin. Em kareke wisa zêde nakin. Tu ferq di navbera kara îsal û sala borî de tuneye. Tu guhertin nehatiye kirin.”

Zehmetiyên cotkar dikişînin

Elafê bi navê Metîn Çinar ku bi salan e elafiyê dike jî diyar kir ku dewletê LÎDAŞ’an kiriye weke karmendê bimûçe û ev tişt got: “Qeyda ÇKS’a kesî tune ye. Ji bo ku cotkar malê xwe bide wan LÎDAŞ bixwe jî sektorên wan ên teybet hene. Di malê baş de kareke gelek mezin dikin. Diviya du meh beriya ku mehsûl derketa dewlet pêşiya vê rewşê bigirta. Malê cotkaran geleke ev mal hemû li bazara genim bi cih nabe. Ji ber ku dewletê sala borî gelek genim, nîsk, ceh û garis di depoyan de hiştiye û hê jî nehatiye firotan em zehmetî dikişînin. Kargeh jî nakirin ew bixwe jî li benda agahiya dewletê ne. Kesên dewlemend ên ku depoyên wan hene bi buhayekî erzan ji dewletê dikirin dikin arvan û bi buhayeke zêde difiroşin. Dewlet bixwe jî li ser vî tiştî nasekine.”

Buhayê nîskan mîna par e

Elaf Samî Ayaz jî bi lêv kir ku tu sal weke îsal bi awayekî neyînî bandor li wan nekiriye û ev tişt got: “Her sal me dikaribû ji cotkaran bikiriya lê îsal jî dewlet ji wan dikire. Ji ber ku kargehên Dîlokê û Qoserê mal dişînin îxracatê. Li ser Dolar û Euro genim li vir dike arvan û dişîne derveyî welat. Îsal jî buhayê nîskan wekî sala borî ye. Par jî kîloya nîskan 12 heta 15 lîreyan bû îsal jî weke xwe maye. Diviya ku îsal di biniya 18 lîreyan de nebûna. Hê jî dibêjin em ê daxuyanî bidin lê tu tiştek nabêjin.”

Zadên par hîn di depoyan de ne

Serokê Komeleya Elaf û Dexlfiroşan a Êlihê Halîl Ay jî der barê mijarê de destnîşan kir ku cotkar û elaf îsal gelek zehmetiyan dikişînin û wiha got: “Îsal li gorî salên borî genim, ceh û nîsk gelek baş in. Zadên me yên par ên di depoyan de gelek hebûn. Dayîna îsal baş e, 25 sal bûn ku tiştek wiha tunebû. Ji TMO û LÎDAŞ’an pêştir kes xwe nade ber buhayê hatine diyarkirin. Ne li Dîlokê ne jî li Qoserê bi buhayên hatine diyarkirin zad nayê firotan. TMO ceh bi 7 lîreyan dikire lê li piyasê kîloya ceh bi 6 lîreyan e.”

TMO sergiraniyan dike

Ay, bal kişand ser pirsgirêkên li TMO û LÎDAŞ’an û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku hemû kesan berê xwe daye TMO’yê hem randevû nayên peydakirin hem jî LÎDAŞ serê xwe li cotkaran giran dikin û dibêjin cihê wan tune ye. TMO jî dema ku mal nebaş be tu carî nakire. Lê tevî vê jî hemû cotkaran berê xwe daye TMO’yê. Ji ber vê rewşê TMO jî ser giraniyan dike. Bi vî awayî cotkar tên mexdûrkirin.”