17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nameyên gefê ji Îmraliyê re hatine şandin

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Divê em zanibin ku ev name ne nameyek wisa ji rêze ye. Di şandina vê nameyê de rol û berpirsyariya dewleta tirk jî heye. Girava ku bi teknîka herî pêşketî tê parastin çawa dibe ku nameyek bêdîrok û bênav dikare biçe Îmraliyê.

Pergala tecrîda li Îmraliyê di çarçoveya konsepta şerê li dijî gelê kurd de dewam dike. Tevî hemû serlêdan û bangên hiqûqnas, akademîsyen û kesên di nava civakê de tên naskirin jî deshilata AKP-MHP’ê bi piştgiriya hêzên navneteweyî di vê siyaseta derqanûnî de israr dike.

Bi vê siyasetê hewl didin Rêber Apo ji civakê qut bikin. Tevgera Azadiyê ji têkoşînê dûr bixin û bêarmanc bihêlin. Ji lewre tecrîda li ser Rêber Apo ne tecrîdeke wisa ji rezê û sivik e. Ev tecrîd û zextên li girava Îmraliyê çiqasî derqanûnî ye, ewqasî li dijî pîvanên peymanên navneteweyî ye jî.

Li girava Îmraliyê ya ku bi pergaleke taybet ji cîhanê hatiye qutkirin çi diqewime, rewşa girtiyên li wir çi ye û di bin zexteke çawa de ne kes nizan e. Beriya niha pêkanînên li dijî Rêber Apo bi awayên cuda hatibûn aşkerakirin û li dijî van kiryaran di civaka navneteweyî de nerazîbûnên tund pêş ketibûn.

Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Sabrî Ok roja 7’ê Tîrmehê bû mêvanê Bernameya Taybet a televîzyona Stêrk TV û di nava axaftinên xwe de mijarek pir girîng bi lêv kir. Sabrî Ok di axaftina xwe de anî ziman ku di demên ji Rêber Apo nameyên bênav û bêdîrok hatine şandin û wiha behsa mijarê dike:

“Girava Îmraliyê bi pergalek taybet a ewlekariyê tê parastin. Tevî vê jî ji Rêber Apo re nameyên bênav û bêdîrok hatine şandin. Di nameyê de gef li Rêber Apo tên xwarin û dibêjin ‘Em ê jahrê bidin te, bi vê jahrê tê nizanibe tu çawa ber bi mirinê ve diçî. Wê wisa li te bê ku kêzikên laşê te bixun jî bimirin.’ Ev gef ne ji rêzê ne.”

Di bernameya yek saetî de Sabrî Ok çend kêliya bahsa tecrîda li Îmraliyê dike û van agahiyên girîng dide. Di bernameyê de nabêje ev name kengî hatine şandin. Lê bi van agahiyan rastiya tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê ferzkirin radixe ber çavan. Divê em zanibin ku ev name ne nameyek wisa ji rêze ye. Di şandina vê nameyê de rol û berpirsyariya dewleta tirk jî heye. Girava ku bi teknîka herî pêşketî tê parastin çawa dibe ku nameyek bêdîrok û bênav dikare bigihêje Îmraliyê. Ev jî diyar dike ku ev name bi agahiya rêvebiriya girtîgehê hatiye şandin.

Dewleta tirk a dagirker û qirker hewl dide bi van gefan sekna Rêber Apo ya li dijî vê pergala zordest lewaz bike û wî teslîm bigire. Bêguman deshilata AKP-MHP’ê ji bêdengiya li hemberî tecrîdê hêz digire û van gevan pêş dixe. Ger li hemberî vê pergala zordest seknek xurt ya aliyên demokratîk û aştîxwaz hebaya wê asta vê tecrîdê negihîşta gefên mirinê ango jehrkirinê.

Diyar e Rêber Apo li girtîgehê tevî hemû zextan jî li ber xwe dide û siyaseta dewleta tirk a ku lê tê ferzkirin qebûl nake. Rejîma ku nikare daxwazên xwe bi Rêber Apo bide qebûlkirin vê carê hewl dide bi tehdît û gefan sekna wî lewaz bike.

Li girava Îmraliyê çi diqewime, rewşa girtiyên li wir çi ye û çima dewleta tirk nahêle agahî ji girtîgehê derkevin divê baş bê famkirin û li gorî wê helwest bê nîşandan. Îro di gotinê de herkes li dijî tecrîdê ye. Lê di warê pratîkê de ji bo valaderxistina vê pergala tecrîdê di rastiyê de sekn û têkoşînek xurt nayê kirin. Ev sekna lewaz dibe sedem ku dewleta tirk ji vê hêz bigire û siyaseta xwe ya tecrîdê li girtîgehan belavî civakê bike. Ji ber vê yekê tecrîd êdî bûye pirsgirêka hemû civakê û divê hemû beşên civakê li hemberî vê tecrîda derqanûnî xwedî seknek xurt be.

Deshilata AKP-MHP’ê ji niha ve ketiye nava hesabê hilbijartinên herêmî yên ku wê di sala 2024’an de pêk bên. Bi siyaseta înkar û îmhayê dixwaze civakê teslîm bigire û ya xwe li ser wê ferz bike. Hemû hesab ew e ku di hilbijartinan de bi ser bikeve. Ji bo bigihêje vê armanca xwe jî hemû rêyan ji xwe re rewa dibîne. Deshilata AKP-MHP’ê bi êrîşên li ser gelê kurd, pergala tecrîdê belavî hemû beşên civakê kiriye û bi siyaseta înkarê dixwaze hebûna xwe bide dewamkirin. Kesayetên mîna Rêber Apo yên li dijî ve pergala qirker û talanker radibin jî rastî gefên mirinê tên. Ger hemû civak mîna Rêber Apo li dijî vê pergalê xwedî helwest bûna û di nava têkoşînek xurt de bûna wê ne asta tecrîdê wisa giran bûbûya û ne jî ev gef dê bi pêş biketana.