21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KNK’ê ji bo Abdullah Ocalan bang li Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK piştî daxuyaniya endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok a li ser nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bang li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê kir.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser mijara nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ji ber nameyên gefxwarinê yên dewleta tirk radestî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirine, fikarên mezin hatin bilêvkirin.

KNK’ê bi bîr xist ku zêdeyî 24 sal in tecrîdeke giran li ser Abdullah Ocalan tê ferzkirin û hate gotin, Rêberê PKK’ê di Adara 2007’an de bi jehrî hate xistin û ev rewş jî bi mînakên ji porê wî hate ispatkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Bi taybetî 28 meh in parêzer û malbata Birêz Ocalan nikarin serdana wî bikin. Destûr ji axaftina bi telefonê re jî nayê dayin. Birêz Ocalan herî dawî 25’ê Adara 2021’ê ji bo demeke kurt karîbû bi birayê xwe re bi telefonê biaxive. Parêzer ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin tevî ku gelek caran serî li meqamên rayedar ên li Tirkiyeyê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan jî ti bersiv wernegirtin.” KNK’ê bi bîr xist ku CPT heta niha red dike ku bikeve nava liv û tevgerê û têkildarî rewşa li girtîgeha Îmraliyê ti agahî parve nekiriye.

KNK’ê bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo serdana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heyetekê ava bikin û ji van dewlet û hêzên siyasî xwest ku zexta hiqûqî, siyasî û dîplomatîk li Tirkiyeyê bikin.