spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şermola Performans li Êlihê dibistana şanoyê vedike

Şermola Performans ku 15 sal in xebatên şanoyê dike, di meha cotmehê de li Êlihê bi navê ‘Dîwan-Akademiya Şanoyê ya Navneteweyî’ dibistana şanoyê vedike.

Şermola Performans ku di 2008’an de ji hêla şanoger  Mîrza Metîn û Berfîn Zenderlioğlu ve li Stenbolê hatibû avakirin, li Êlihê dest bi vekirina dibistaneke bi navê ‘Dîwan-Akademiya Şanoyê ya Navneteweyî’ dike. Dibistan heta meha cotmehê were vekirin û wê li dibistanê di gelek waran de ders bên dayîn û xebatên perwerdehiyê lê bên meşandin.

Dersên ku li dibistanê bên dayîn wiha hatine rêzkirin: “Dersên teorîk û pratîk, perwerdehiyên şanogeriyê, derhênerî, dramaya afirinerî, nivîskariya dramatîk, çîrokbêjî, dansa modern, bale, dansên gelerî yên kurdî, perkusyona rîtm û bedenê, xebata stran û kilaman, dersên yoga û metîdasyonê, dîroka şanoya cîhanê û teoriyên wê, xebata mîtolojî û rîtuelan, felsefe, dramaturcî û rejî, dîroka şanoya kurdî, teoriyên performansê, edebiyata kurdî ya klasîk, forklora kurdî û wêjeya gelerî, dersên zimanê kurdî, dersên muzîk û enstrumanan bên dayîn.

Di cotmehê de vedibe

Şermola Performans, der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî bi tevahî wiha ye”

“Şermola Performans li Batmanê ji bo vekirina dibistaneke şanoyê ya bi navê ‘Dîwan – Akademîya Şanoyê ya Navneteweyî’ dest bi hazirıyan kirin. Komê bi piştgiriya kirê ya CultureCIVICê li Batmanê mekaneke bi qasî 420 m2 kirê kir û bi derfetên xwe dest bi tehdîlatê kirin. Ji bo temamkirina karê înşaatê yê mekanê û ji bo ku mekan di 15’emîn salvegera Şermola Performansê de ango di 17’ê cotmeha 2023’yan de dest bi xebatê bike, lewre kom kampanyeyeke bexşê li dar dixe.

Lînka kampanyayê: https://gofund.me/dbaa85c1

‘Dixwaze kêmasiyeke ji holê rake’

Akademîya Dîwanê, bi Kurdî di warê şano û lîstikvaniya hevdem de dê perwerdeyên pratîk û teorîk bide, di warê lîstikvaniyê de wê lêkolînan bike, bernameyên pevguhertinê yên navneteweyî wê pêşkêş bike, bi rêkûpêkî mamosteyên ji ekolên cîhanê û xwendekar û şanogerên Batmanî wê bîne ba hev, wê xwendekar û şanogeran bi rîya bernameyên pevguherînê bişîne enstîtuyên şanoyê yên li bajarên ku di çand û hunerê de navendên girîng ên cîhanê ne, û bi vî awayî dixwaze ji bo dînamîkên şanoya kurdî yên li Batman û bajarên derdora wê bibe rêveker. Akademîya Dîwanê, bi van armancên xwe dixwaze kêmasîyeke girîng ji holê rake. Ji ber ku li Tirkîyeyê sazîyeke serbixwe tuneye ku bi Zimanê Kurdî perwerdeyeke profestonel ya şanoyê bide. Akademîya Dîwanê, dixwaze ji bo zarok, ciwan, jin û karkerên ku li Batman û bajarên li derdora wê dijîn bibe navendeke perwerdehîya şanoyê.

Dîwan, dixwaze di navbera şanoya kurdî, şanoya cîhanê û festîval û sazîyên wê de peywendîyekê ava bike; digel hunermendên şanoyê, ji bo hunermendên ji dîsîplînên din, ji bo komên ji hêla temen û zayendê ve cuda û ji bo dorhêlên civakî jî dixwaze xebatan bike.